Heta niha rû bi rû me qet hev nedîtiye. Ne xem e.
Ez nizanim tu xwe nêzî kîjan partiya kurdan dibînin. Jixwe ne xem e jî.
Ez nizanim tuyê di pêşerojê de xwe nêzî kîjan partiyê bibînî. Ew jî ji bo min ne xem e.
Heta niha te çi kiriye, qet ne muhîm e ji bo min, lê nîqaşa ku niha tu li dû digerî, nîqaşa ku li dora te digere gelek muhîm e ji bo min.
Berî ez heqê te teslîmê te bikim çend gotin:
Li dinyayê edalet ji bo her kesî edalet e. Maf jî ji bo her kesî maf e. Her kesê xwedî wijdan dizane ku mafê kesê çerm sipî, çerm reş, çerm zer yek e. Mafê zimanê wan jî.
Yên ku ji Xwedê bawer dikin dizanin ku Xwedê ziman daye mirovan. Di heman demê de divê bizanibin zimanê ku Xwedê daye divê evd ranebin û ji holê ranekin, têk nebin... Ev helwesteke ehlaqî ye ji aliyê olê ve jî. Lê ger evd zimanekî ji holê rakin di heman demê de serîhildaneke li hemberî Xwedê û cihê vê serîhildanê di olê de nîn e.
Yên ji Xwedê ne bawer in lê li gor pîvanên mirovî tevdigerin dizanin ku her kesê ku xwedî zimanekî ye, di heman demê de xwedî maf e ku wî zimanê xwe bi awayekî azad bikar bîne.
Yên hinek biaqil bi peyva ‘Zimanekî mirovekî ye’ dizanin û bi gotina çawa hûn gelekî qir bikin, hûn zimanekî bikujin jî wekî qirkirina wî gelî ye. Û ev jî sûca herî mezin e.
Her kesê xwedî aqil dizane ku heta niha bi hezaran ziman mirine, yanê bi hezaran kes mirine û di serdema ku mirovahî ber bi hemdembûnê ve diçe de divê ziman nemirin.
Her kesê piçekî aqil pêre hebe dizane li ciheke zimanekî hebe divê ew ziman bê bikaranîn. Divê mafê bikaranîna wî zimanî di warê perwerdehî û weşanê de hebe.
Ji aliyê kurdan ve jî ev e mesele: Ev ziman zimanê wan e. Wê çaxê mafê wî zimanî heye.
Ji bo vî zimanî heta niha bi hezaran kes çûn bin axa sar, bi dehezaran ji bin îşkenceyan re derbas bûn, di zindanan de riziyan, bi hezaran gund hatin valakirin, bi mîlyonan kes hatin koçkirin.
Ev ziman tişteke wisa ye digel hemû çewsandinan heta niha hatiye û dike ku ji niha û pêde jî jiyana xwe bidomine. Bêşik ji niha û pêde ji berê rewş zehmetir e ji ber ku teknolojiya îro ji berê zêdetir bandorê li ziman/an dike, ji berê zêdetir ziman/an bilez dikuje.
Tam di vê kêliyê de meseleya ku tu, em û gelekên wekî me li ser disekine, meseleya “perwerdehî û weşana bi zimanê zikmakî” derdikeve holê. Û ger ev yek pêk bê ev ziman dê bidome.
Piştî van yekan em heqê te bidin te: Bijî ji bo helwest û daxwaza te ya ji bo kurdî.
Hêviya me ew e ku ev helwesta te ya ji bo kurdî her bidome.
Mimkûn e heqaret li te hatibin kirin, mimkûn e ji niha û pêde jî bêne kirin, bizanibe ku ew heqaret ne li te, li her kesê ku vî zimanî bikar tîne hatine kirin.
Gavên ku tu ji bo vî zimanî davêjî, bizane ku ew gav ne gavên te tenê, gavên bi mîlyonan in.
Gotinên ku ji devê te dertên ne tenê yên te ne, yên bi mîlyonan in. Û ji niha û pêde jî her gotina ku tu bikî bizane ku hêza bi mîlyonan di nav van de hene.
Em bi hêvî ne dê ev helwesta te her bidome ji bo ziman.
Careke din sipas.
Û noteke biçûk: Ez dizanim di vê nivîsê de tişteke nû nehate gotin, ji xwe ev nivîs ne ji bo vegotina tişteke nû hate nivîsîn, ji bo piştgiriyeke hate nivîsin. Ev bes e bo min.


