logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Tirs

  • Dîrok: 27/09/2019
Ev gotar jî bi qasî serê xwediyê vê gotarê tevlihev e. Her ku mesele tirs e jixwe jiyana wî di nav tirsê de derbas bûye. Lê divê em qebûl bikin ku  ew jî hêdî hêdî şikil dide tirsê, dike ku bi çavek din li tirsê binêre, wê fêm bike û nehêle ew bibe hakimê wî.
Helbet dema ez zarok bûm wekî gelek kesî mezinan ez jî tirsandim. Dûre dewletê. Û niha jî xweza min ditirsîne.
Hê nû xwezayê pihînek biçûk li Stenbolê da. Bi vê pihînê re xwediyê vê gotarê jî, bi mîlyonan stenbolî jî tirsiyan. Kesê/a ku bibêje ez netirsiya me jixwe derewan dike.
Stenbolê tirsa xwezayê di erdheja 1999'an de hîs kiribû, hinek jî bedel dabû. Lê ji wê rojê heta niha ne rêveberiya Stenbolê, Tirkiyeyê û ne jî kesan bi xwe (Kurd jî di nav de) tu tevdîrek negirtin. Hûnê bêjin mesela kurdan ji ku derket?
Mesele ev e:
Tevdîrên ji bo erdhejê ji du lingan pêktên, yên ku dewlet bi xwe dike û yên ku kes bi xwe dikin.
Dewlet tevdîrên berî erdhejê û piştî erdhej çêbû digire, lê diyar bû ku di van 20 salên dawî de dewletê ev rola xwe neaniye cih.
Û tiştên ku kes bi xwe bikin jî du lingên wan hene: Yek jê eyarkirina tiştên nav malê. Mînak bi dîwar ve zeliqandin, xurtkirina dolab, ref, mase û tiştên din. Lingê din jî amadekirina çanteyê pêdiviyan ê piştî erdhejê. Di nav vê çenteyê de ji firfirok, lembeya destan, amûrên alîkariya gava pêşî jî têde gelek tiştên bi vî rengî hene. Heta niha min hevalekî/e xwe yê/a kurd nedîtiye ev tişt amade kiribin. Xwediyê van rêzikan jî di nav de.
Dîsa heta niha min nedîtiye û nebihîstiye tirkek li Stenbolê ev tişt amade kiribin.
Bi kurt û kurmancî di 20 salan de wekî ku dê tiştek nebe em tevgeriyane. 
Û niha em ditirsin. 
Ji bo çi em ditirsin? 
Ji ber ku me şikil nedaye  tirsê, me pêşî lê negirtiye, em nizanin dê çawa were xwe li me bipêçe û bibe, û me xwe amade nekiriye...
Got, berê gel peyker wekî Xwedê dihesibandin, ji wan ditirsiyan, li ber wan dia dikirin. Dûre fêm kirin ji wan tiştek dernayê, vê carê ji heywanên dirinde ditirsiyan, ew kirin xwedê. Lê piştî ku fêm kirin û karîn bi wan jî şiklê Xwedê guhartin. Vê carê li asîmanê tarî dibû, birûsk diqîriyan, asîman bilind û fireh û dûr bû, nekarî wan şirove bikin Xwedê birin asîmanê.*
Bi kurt û kurmancî dema me nedikarî bi tiştekî em ji wê tirsiyan, me ew di serê xwe de mezin kir. Lê dema ku me karî pê êdî ew ji bo me tiştek ji rêzê bû. Japon ji erdhejê natirsin, dema bi şida 8'an jî erdhej çêdibe ew li ser karên xwe ne. Ji ber ku karîne pê. Lê em?

*Ev paragraf ji pirtûkek ku niha navê wê nayê bîra min, min girtiye. Yek bi yek ne bi vî awayî be jî tiştek wisa bû min xwendibû.

Hin Nivîsen Nivîskar

115 nivîskaran ji bo DÎHA'yê çi gotin?

  • 31 Gulan 2014

Pêşgotin: Ev nivîseke li ser etîka rojnamegeriyê ye...Em ji vir dest pê bikin:"Freedom House" (Mala Azadî) li ser çapamenî her sal raporan diweşîne û li...

Fikret Hamarat, Salih İlhan û Abdullah Zeydan

  • 02 Avrêl 2024

Niha hûnê bêjin ev kî ne? Çi eleqe? Em ji serî dest pê bikin.Sal 2019, hilbijartina herêmî heye. Li bajaroka Rustemgedik a Bûlanixa Mûşê berendamê...

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • 28 Berfanbar 2025

Pirs ev e: 10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan? Ger hûn bêjin, "ka bila bên berdan paşê emê bifikirin çi bikin”, wê çaxê vê nivîsê nexwînin. Lê ger hûn meraq bikin ka pirsgirêk...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fotoyê rojê: Edalet li erdê ye!

ad

'Lyon' derket pêşberî Beşîktaşê!

ad

Gotina Hefteyê: 'Êrîşek dijî Demîrtaş êrîşa dijî Apo ye!'

ad

Belgefîlm û Kurtefîlmên pêşbaziyê li benda we ne

ad

Qehweyek û pêre jî Oral Seks!

ad

Gelo referandûm bi paş ve tê xistin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname