Jİ bo vîdeoyê:
Şaredariya Amedê berî çend rojekî  beytên helbestvanên edebiyata klasîk li cihên birêveçûnê yên kolanan danîn.
Ev yek bû sebeba nerazîbûnên mezin, bi taybetî jî li ser medyaya civakî.
Ji ber kesên di wan kolanan re diçin pê li kevirên beyt û navên helbestvanên li ser wan hatine nivîsandin dikin.
Kesên nerazî ne dibêjin “bila li şûna li erdê, ew beyt bi dîwaran ve werin kirin.”
Ka em li hinek bertekan binêrin. Vê jî bibêjim, piraniya nûçe û bertekên vê derbarê de hatine parvekirin bi tirkî bûn :)
 Mînak li ser platforma X’ê Gulanzozan dibêje: “Min qêmîş nekir ku pêlê bikim”.
Sîdar jî balê dikişîne tişteke dî û dibêje: “Ev nivîs çima li bin lingan in? Ziman li bin lingan e. Rastî bi êş e. Bi wê re rû bi rû bibin. Belkî ya pêwîst ev e... Ku rê li nîqaşeke wiha veke baş e.”
Û Emînê Botî… Ew dibêje: “Her miletek xwedî kultur û edetên cuda ne. Belkî li welatên Ewropayê raxistina navan a li ser erdê tiştek normal be, lê di binhişiya me de dema nav li ser erdê bêne nivîsandin wateya "binpêkirin"ê dide. Xwezî nav û beyt li ser stûn û dîwaran bihatana nivîsandin”
Eynen wisa ye, andere Lander, andere Sitten. Welatên cuda, edetên cuda … 
Ez jî hesasiyeta kulturî ya heyî fêm dikim lê xwezî kultureke wisa di nava me nebûya.
Çima?
Binêrin, li Almanyayê navên kê di erdê de hatine çikandin! 
Li ber wan malan, ew malên ku cihû di wan de dijiyan û rejîma Hitler li wir ew kuştine, deporte kirine û rêkirine kampên mirinê, navê qurbaniyan hatine danîn.
Ev proje ji sala 1992’yan ve heta niha berdewam dike û heta niha zêdeyî 100 hezar Stolperstein, yanî “kevirên bîranînê” li kolanên Almanyayê hatine bicihkirin.
Wekî têbinî vê jî bibêjim: Rejîma Hitler derdora 6 mîlyon zarok, jin, mêr û kalên cihû kuştin. Ev 100 hezar stolpersteinên li kolanên Almanyayê çi dikin?
Ew Stolperstein  insanên di wan kolanan re derbas dibin rû bi rûyî tişta qewimî dikin û tu kes nabêje çima stolperstein li erdê ne û li qurbaniyan bêhurmetiye. 
Ji ber çi? 
Ji ber dema tu li erdê dinêrî, tu serê xwe ditewînî, bi wê tewandinê re bi dilê te û yan jî beyî dilê te, sertewandin hurmetnîşandan e, mehcubiyet e û fikrandin e.
Vêca heke em hesasiyetên kulturî deynin aliyekî, bi ya min li Amedê pirsgirêka sereke ne bicihkirina wan beyt û navan e.
Pirsgirêka sereke madeya kuçeyên beyt û navên klasîkên kurdî li ser wan hatine nivîsandin. Qet ne saxlem in. Hesanî dikarin werin texrîbkirin, nivîs û boyax wê zû ji wan biçin. 
Diviyabû wekî stolpersteinên li Almanyayê li Amedê jî ew kuç bi Messingplatte yanî bi madeyeke wekî ya hesin û yan jî sifir bi quwet ku zû bi zû ziyan negihabayê bihatane çêkirin.
***
Nûçeyên li ser meseleyê:
- Şaredariya Amedê: Rexneyên gel ji bo me rê nîşan didin
- Beytên helbestvanên kurd li erdê neqişandin lê nîqaş jî çêbûn
 
								 
						 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
	 
				 
				.jpg) 
				 
				 
				 
				.jpg) 
				 
				.jpg) 
					 
					 
					 
					 
					 
				 
				 
				