Diyarname
Şoreşgera Tirkiyeyê, mebûsa Rihayê, Seroka Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) Behice Boran di 100'emîn salvegera rojbûna wê de bû mijara 3 cild pirtûkan.
Turkiye Sosyal Tarih Araştırma Vakfi (TUSTAV) ji bo bîranîna 100'emîn rojbûna Boran 3 cild pirtûk weşand ku têde nivîsên wê, axaftin, gotûbêj û parastinên wê hebûn weşand.
Behice Boran yek ji şoreşgerên li Tirkiyeyê ye. Ew Seroka Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) bû ku mohra xwe li dîroka têkoşîna çepgirên Tirkiyeyê daye. Boran ji TÎP'ê wekî mebûsa Rihayê hatibû hilbijartin û çûbû meclisê (1965-1969).
Seroka TÎP'ê Boran di sala 1987'an de jiyana xwe ji dest dabû.


