logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Ji şeva Pêşbaziya Huseyîn Çelebî hin not

  • Dîrok: 11/11/2008

 

Zekî Ozmen

Xelatên 16’emîn Pêşbaziya Pexşan û Helbestan a Huseyîn Çelebî roja şemiyê li bajarê Frankfurtê hatin belavkirin.* Berî çend notên ji şahiyê pêşkêş bikim, ez dixwazim bi giştî hinek dîtinên xwe li ser vê pêşbaziyê bînim zimên.
Ev pêşbaziya ku ji hêla Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) tê çêkirin, bi îsal re 16 sal li dû xwe hişt. Bi vî awayî ev rengê çalakiyê, pêşbaziya herî dûvedirêj e di nava kurdan de. Ji organîzekirinê bigrin, heta mesrefê li ser milê xwendekarên kurd e. Ez bi xwe gelek caran bûme şahid ku xwendevanên kurd ji bo meseleya mesrefa vê pêşbaziyê hel bikin, pereyên ji nan û xwarina xwe kêm kirine û ji hêla madî ve bûne alîkar.
Dema em berhemên di nava 16 salan de ji bo pêşbaziyê hatine rêkirin komî ser hev bikin, belkî ji 10 hezar berheman zêdetir in. Her wiha gelek kesên ku heta niha beşdarî pêşbaziyê bûne, êdî wekî nivîskar di nava raya giştî de têne nas kirin. Ev jî tê wê wateyê ku fonksiyoneke vê pêşbaziyê ya teşwîqkirina nivîsê diafirîne heye.
Her wiha ev du sal in ku kategoriya zazakî jî di nava pêşbaziyê de heye. Digel ku îsal 6 berhem hatibûn rêkirin û yek ji wan jî hêjayî xelatan nehatin dîtin jî, ev yek gaveke hêja ye.
Piraniya beşdaran heta niha ji girtîgehan çêbûye û her car piraniya berhemên ji bo beşdarbûnê têne rêkirin bi zimanê tirkî ne. Di vî warî de rexneyeke hêja Arjen Arî jî di Diyarnameyê** de hebû. Ez girêdayî dîtinênê hêja Arî vê yekê jî vekirî bibêjim: Zimanê tirkî di nava endamên YXK’ê de jî zimanê serdest e. Li gorî ku heta niha min dîtiye ev pirsgirêk di nava piraniya saziyên kurdên Bakur de heye. Mebesta min ji kurdên Bakur hemû rêxistin, sazî û partî ne. Yanî ev pirsgirêk ne ya saziyek an ya partiyekê ye. Ji ber vê egerê bi dîtina min ger tirkî ji nav vê pêşbaziyê bê rakirin, eleqeya ji bo pêşbaziyê wê kêmtir bibe. Ne ku ez dibêjim bila tirkî ji pêşbaziyê neyê deranîn, lê tirsa min bi deranîna tirkî re kêmbûna eleqeyê ye û ev yek dikare di nava demê de bibe sedema ji holêrabûna pêşbaziyê.
Ji hêla din ve heta niha piraniya nivîskarên kurd di nava van 16 salan de wekî jûrî di nava pêşbaziyê de cih girtine. Digel vê yekê jî dema em bi giştî li aleqeya dezgehên ragihandinê yên kurd dinêrin, nêzîkbûn ango weşanên di der barê vê pêşbaziyê de qels in û bi baweriya min sedemên vê yekê yên bingehîn dîtina bîrdozî ya vê saziya xwendevanan e. Pêwîst e êdî nirxên wêjeyî yên vê pêşbaziyê dane û hê jî diafirîne bên dîtin û ji ber bîrdoziya saziyê ev nirx neyin paşçavkirin.
Ji bilî meseleya wêjeyê, taybetiyeke civakî ya şeva xelatbelavkirinê bi giştî ji bo xwendekarên kurd ên li Almanyayê heye. Xwendekarên kurd ji seranserî Almanyayê li wê şevê digihin hev, hev nas dikin û ev yek dibe sedema têkiliyên civakî di navbera xwendevanan de.
Û di dawiya vê şîroveya xwe ya kurt de dixwazim dîtineke hêja Ehmed Huseynî bînim zimên, ku di nava sohbeta me ya li şahiya xelatdayînê de derbas bû: Li seranserê cîhanê nirxekê xelatan yên bi pereyan heye. Ez jî di wê baweriyê de me ku bi xelatan re pereyekî sembolîk bê dayîn, dê teşwîq ji bo beşdarbûnê zêdetir bibe. Ez nizanim dê YXK bikaribe xelatên pêşbaziyê wekî pere ji kesên bikevin di dereceyê de diyarî bike yan na lê belê ger pereyên ji bo stranbêjên têne vexwandin kêmtir bikin, dê bikaribin di bin vî barî de jî rabin.

Çend notên ji şeva xelatdayînê:

- Vê carê hemû pankartên li salonê hatin daliqandin bi zimanê kurdî bûn.
- Li her du aliyê dikê helbestên kurt yên helbestvanên kurd û yên biyanî bi wergera kurmancî bi her du aliyê dikê ve hatibûn daliqandin.
- Standeke taybet ji bo danasîna Ehmedê Xanî hatibû amadekirin û li ser standê digel belavokên danasînê û sînevîzyonê, berhemên wî û yên li ser wî yên wekî pirtûk hatine çapkirin, li ser masaya standê cihê xwe digirtin.
- Şahî bi kurmancî û bi tirkî hate pêşkêşkirin.
- Digel axaftina komîteya amadekar, piraniya axaftinan bi tirkî bû.
- Axaftina dayika Huseyîn Çelebî bû sedeme hestiyariyê û barana çepikan.
- Hunermend Sakîne û Mehmet Akbaş di detpêka şahiyê de û Mehmet Atli di dawiya şahiyê de deqîqeyên muzîk û stranên li gor dilê xwendekaran pêşkêş kirin.
- Li gora salên derbasbûyî vê carê piraniya beşdaran ciwan bûn.
- Tu kesên hêjayî xelatê hatî dîtin beşdarî şevê nebûbûn, ji ber piranî yan ji derveyî Almanyayê bûn yan jî di girtîgehan de. Xelat an wê piştre werin rêkirin, yan jî teslîmî nasên wan hatin kirin.
- Di semînera bi navê “Wêje ji bo kê de?” ya ku Ehmed Huseynî, Helîm Yusuf û Xelat Ehmed amade bûn de, hem babeta destnîşankirî û hem jî pirsgirêkên rojane yên zimanê kurdî hatin giftûgokirin.


*Ji bo nûçeyê: Xelatên Huseyîn Çelebî hatin belavkirin
** Arjen Arî: YXK û Pêşbaziya Huseyîn Çelebî

zekiozmen@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ev jî siyaseta me ye…

  • 25 Berfanbar 2008

Ez di jiyana xwe de kêm caran hem bi heman nûçeyê kêfxweş bûme û hem jî matmayî mame. Nûçeya bi îmzeya rojnamevan Yeko Ardil ya di 23.12.2008’an de...

JI BO PIŞTGIRÎ HERIN CEM STEVEN SPIELBERG

  • 22 Tebax 2011

Got: “Ger hûn kurd dixwazin piştgiriya raya giştî ya navneteweyî bigirin, herin bi derhêner Steven Spielberg re ji bo fîlmekî sînemayê peymanê girê...

Encamên stratejiya boykotkirina referandûmê

  • 10 Rezber 2010

Li ser referandûma makezagonê ya di 12’ê rezberê de li Tirkiyeyê were lidarxistin, ji kurdan du dengên cuda derdikevin. Dengê yekemîn yên di bin pêşengiya...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Abdulkadir Guleç bû Serokê Baroya Amedê

ad

'Burning' û yên din

ad

Ev fînal dê bandorê li 5 tîman bike

ad

Diyarbakir BB'yê Belediye Wan têk bir

ad

1001 Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî li dar e

ad

Liverpoolî Barselona şirawit keye!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname