...ev nûçe her tê nûkirin...
13.00
Di mîtîngê de pêÅŸî Serokê DÎSK'ê Kani Beko axivî, paÅŸê Serokê KESK'ê Lamî Ozgen û dûre Serokê TMMOB'ê Mehmet Sogan axivî. Vane hin not:
- Beko:
Yên ku koletî pêÅŸ me dikin dê winda bikin, emê bi ser bikevin. Bi mîlyonan kes birçîne. Emê bi hev re bitêkoÅŸin. Bila Qesra te xira bibe. Emê bi ser bikevin.
Ji bo aÅŸtî çêbe dayik negirîn gere em aÅŸtiyê çêbikin. Emê miheqeq bi ser bikevin. Dê faÅŸîzm têk here.
- Ozgen:
FaÅŸîzma Akp'ê bilind bûye. Me serî netewand emê netewînin jî.
12.45
Li gorî agahiyên ku ji hêla Hiqûqa 1'ê Gulanê ve hatine dayîn, heta niha di çalakiyên 1'ê Gulanê yên li Stenbolê 2 kes hatin binçavkirin.
12.20
Korteja HDP'yiyan ku wêneyên kesên van demên dawî li bajarên kurdan di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane hebû rastî êrîÅŸa polîsan hat. Kortej dê heta cihê pîrozbahiya 1'ê Gulanê bidomiya lê rastî êrîÅŸê hat.
11.00
Komek dixwest here Taksîmê rastî êrîÅŸa polîsan hat. Li vir TOMA li hemwelatîyekî bi navê Nail MavuÅŸ (57 salî) qelibî û ew mir.
10.15
Li Edeneyê pîrozbahiyên 1'ê Gulanê hatin betalkirin. Egîtîm-Senê ragihand ku ji ber agahî girtine dê çalakiya întîxarî pêk bê wan pîrozbahî betal kiriye
10.10
Hin komên xwestin herin Taksîmê rastî êrîÅŸa polîsan hatin. Hin hatin binçavkirin.
10.00
1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê li Tirkiye û bajarên kurdan tê pîroz kirin.
Li Stenbolê saziyên kedê û HDP jî di nav de hin partî li Bazara Bakirkoyê hatine ba hev û dê 1'ê Gulanê pîroz bikin
09.00
Walîtiya Stenbolê jî bo 1'ê Gulanê 15 hezar polîs, 3 helîkopter û 120 toma peywirdarkirin kirine