Di siyasetê de, mebesta hemû kes û rêxistinên siyasî, desthilatdarî ye. Desthilatdarî jî bi hêzê bi dest dikeve.
Ji bo ku hêz bi dest bikeve jî, mirovan heta îro di siyasetê de her tiştê ku dikare were bîra mirov kiriye, dike û dê bike jî. Loma ji karê siyasetê re, “lîstik”, tê gotin. Siyasetmedar, bi riya her cure cembazî, tirs, derew, zanetî , hunera xwe di vê qadê de pêşkêş dikin û bi vî awayî dixwazin bigihên armanca xwe.
Lê gelo, ev rê û rêbaz ji bo çîn û gelên bindest, bi taybetî jî ji bo gelê kurd derbasdar in? Bi ya min divê çîn û gelên bindest, di her qad û kata têkoşînê de, rewişt û sinca şoreşgerî di jiyana siyasetê de pêşkêş bikin. Ew bi hemû kirû û feraseta xwe, bibin mastereyên dahatûya ku ew dixwazin û ji bo wê dahatûyê şer dikin, ked didin, can didin…
Ku em li gorî vê li rewşê binêrin, her çi qas kêmasî û şaşîtî hebin jî, em dikarin bibêjin ku ji hêla bîrdozî û kiryarî ve têkoşîna gelê kurd, di coya şoreşgerî de diherike. Bi taybetî di hilbijartinan de, namzetiya kesên tirk, ereb, oldar, suryan û hwd. Vê yekê diselimînin. Ev yek nihêrîn û nêzîktêdayîna kurdan der barê demokrasî û azadiyê de jî derdixwe holê ku kurd ligel gelek neyîniyan tu carî ji van nîrên mirovahî û şoreşgerî bi dûr neketine. Her çi qas pir zehmet e ku kes/ên ji zilmê difilitên û ew jî nebin zalim, heta niha kurd di pêvajo û qadên ku bûne desthilatdar de, ji nirxên demokrasiyê bi dûr neketine. Û ev yek ji bo kurdan, her wiha ji bo Rojhilata Navîn û ji bo gelên din ên di vê erdnîgariyê de bi kurdan re dijîn, kirûyeke pir hêja ye.
De îcar ku em werin ser encamên hilbijartina 12’yê pûşperê, li gorî hilbijartinên berî vê bêşik serkeftineke beloq ku tu kes nikare nebîne û Mandela bike, heye. Lê ku em, li dîmenê; hûr û kûr û dûr binihêrin, ku em li bindestiya sed salan a gelê kurd binêrin, ku em li xizanî û şepirzetiya gel binihêrin, ku em li têkoşîn, ked û berdêliyên kurdan û her wiha yê şoreşgeran ên bi deh salan binihêrin; bi ya min serkeftineke wisan mezin li holê tune ye.
Heke em wekî tevgereke azadiyê û demokrasiyê ji gelê ereb û tirk re nebûne dost û hogir, em nikarin qala serkeftinê bikin. Ku em bi taybetî li herêmên Kudistanê yên ku ereb lê dijîn dinihêrin xuya ye ku erebên ku bi kêmasî bi qasî kurdan her roj têne perçiqandin, rayê xwe didine feraseteke ku ew her tim û li her kat û qadê dikare ereban jî mîna kurdan bindest bike, ku em li civaka xwe ya xizan, bêkar û perîşan binihêrin, em dibînin ku bi piranî wan jî raya xwe daye feraseta ku di her kat û qadê de xwîna mirovan, keda xizanan, di şûşeyên bejinzirav de, bi ser dilê xwe de ber didin.
Xuyaye ku em ji wan re nebûne alternatîf. Xuya ye ku me xwe nedaye nasîn. Xuya ye ku em bêkêr in. Xuya ye ku me bawerî nedaye wan.
Bi ya min serkeftinek hebe, ew tenê li Culemergê ye. Ku li cihekî wekî Amedê, AKP ji %32 ra werbigire, tu kes nikare qala serkeftinê bike. Heke li Amedê ev rêje ji %10 bûya, mirov dikaribû qala serkeftinê bike. Heke li Rihayê eniya Ked, Azadî û Demokrasiyê 10 û yên din, tenê 2 heb wekîl derxistana, hingê mirov dikarîbû qala serkeftinê bike. Mêrdîn jî, wisa, Wan, Sêrt, Êlih, Dêrsim...
Ji ber vê yekê, ez encamê, rewşa heyî wekî serkeftineke pir mezin nabînim. Encama ku pêk hatiye, ne asayî ye. Diviyabû, feraseta zilma sedsalan bihate maliştin. Lê ez dibînim ku her kes di nav kêfeke mezin de ye; eyn mîna feqîrê ku kerê xwe winda kiriye û piştre jî li kerê xwe rast hatiye.


