Qerf (mîzah) di wêjeya hemû gelan de xwediyê cihekî taybet û girîng e. Qerf hem wekî hêmaneke serbixwe, hem di rewşên trajîk de dibe hêmana taybet a jiyanê û her wiha ya wêjeyê jî. Bi tena serê xwe kêfa jiyanê ye qerf û di heman katê de jî berhema ramana aqilane ye. Ku mirov baş bala xwe bidiyê, qerf û henekên herî ji rêzî yên ku mirov bi tiqetiq nakenînin lê belê mirov hinekî bi wan dibişire jî, encam û berhema taybetmendiyên zîrekî û aqilane ne.
Li cîhanê gelek kesên navdar hene ku xwediyê berhemên wêje yan hunerê yên qerfî ne. Ji Cervantes û Carlî Çaplîn bigire, heta bi Aziz Nesin û Yılmaz Erdoğan; çi li welatên rojava çi li Tirkiyeyê bi dehan, bi sedan nivîskar û hunermend wêje û hunera gelê xwe bi berhemên qerfî xemilandine, geş kirine.
Lê ku em li berhemên wêjeyî yên kurdî dinihêrin, li gorî rêjeya gelempêrî, hejmara berhemên qerfî bi qasî ku nîn in hindik in. Li gorî agahiyên Haşim Ahmedzade ku di xebata xwe ya bi navê “Romana Kurdî û Nasname” (*) de dide - ku nirxandineke fireh li ser romana kurdî kiriye- tenê romana bi navê Seîd Zeboki lay Xoman (Seîd Zeboqê me) ya Kemal Seîd tu romanên qerfî nehatine nivîsandin. Di warê çîrokê de jî ku mirov hin çîrokên Mehmet Şarman û Helîm Yûsiv nejimêre, berhemên qerfî pir kêm in. Di nav berhemên şano û sînemayê de jî heman rasteqînî heye.
Ligel rewşa kurdan qerfî û trajî-qerfî ku dijin, ev yek çima wisa ye? Û ne tenê ev rewşa ku dijin, feraseta ramana kurdan ku xwe di biwêj û gotinên pêşiyan de dide der jî feraseteke qerfî ye û helbet gelekî xweş e jî, lê mixabin vê kirûyê xwe dirêjî qada wêjeyê nekiriye.
Helbet mijareke balkêş e, ligel vê rasteqînî û kirûya neteweyî, çima berhemên qerfî nehatine û nayên afirandin?
Dibe ku di serî de hin kes bibêjin, ma êş û keserên ku gelê kurd di seranserê dîroka xwe de kêşane, derfet û cih ji qerfê, kêf û henekê re hiştine? Heke ev dîtin, di xweseriya xwe de rast û mafdar be jî, jiyan bi her awayê xwe yekpare ye. Û bi rêbazeke diyalektîkî, her tişt bi hev re girêdayî û di nav hev de ye. Û bi her awayî jiyan didome, mirov dijin û her tim ew mirov li dû wê kêliya bikêf û xweş, li wê qonaxa bexteweriyê ne. Eynî mîna ku hozanê mezin Cegerxwîn gotiye, “Dîlan û kêf û şer e, halê me kurdan e ev.”
Ku em li rewşa kurdan û dîmena jiyana wan binihêrin, bi rastî jî mirov nizane bikene yan bigirî. Ku tê gotin, kurd ji bo zimanê xwe tên girtin, mişextî dibin, tên kuştin, ango canê xwe feda dikin lê mîna ku sond xwarine jî bi zimanê xwe naxivin. Ma ev yek tenê, bi tena serê xwe ne mijara qerfê ye û her wiha jî trajîk e.
Wekî din ku em li feraseta ramanê ku xwe di nav giyanê zimên de xwe dide der, ango li biwêj û gotinên pêşiyan binihêrin- ku ev jî şêweya raman û jiyanê vedibêjin- miştî qerf û û her wiha ramanê ne- ku hem mirov diramînin û hem jî dikenînin.
Em li çend gotinên pêşiyan binihêrin bê çawa ev feraseta qerfî ku bi awayekî wêjeyî/hunerî xwe di wan de bi kurtasî vegotiye.
Aşê dînan bê av digere,
Bizina gurî ku ne ji serê kaniyê be avê venaxwe,
Diya dizan du tiran dike; yek ji kêfa, yek ji tirsa,
Xwedê goşt dide mirovên bêdiran,
Werîsê derewan kin e,
Ez dibêjim nêr e, ew dibêje bidoşe,
Kerê mirî ji guran natirse,
Qantir (hêstir) nazê û xwê jî şîn nabe,
Ligel van berhemên bav û kalan wekî li jor jî min qal kir, gelek tevger û kirinên mirov/mirovên kurd wekî ku;
Navê zarokên wan kurdî ne, lê zarok bi kurdî nizanin,
Yên bi kurdî dizanin bi tirkî dixwînin lê bi kurdî naxwînin,
Televîzyonên kurdî tenê di nûçeyan de, ew jî ku bûyerin qewimîbin temaşe dikin an qet venakin,
Ji bo kurdî her tevgera ku divê dike, zehmetiyan dikêşe, lê mîna ku bi telaq sond xwariye bi kurdî naaxive, yan jî fêr nabe,
Û hwd...
(*) Romana Kurdî û Nasname, Haşim Ahmedzade, avesta, 2011


