Diyarname
Navenda Çanda Mezopotamyayê bi beşdariya bi dehan hunermendî konsereke mezin li dar dixe.
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) kete 20 saliya xwe. NÇM ku di sala 1991'ê de li Stenbolê pêşî bi navê "Navenda Çanda Mezotopamyaya Jorîn" hatibû vekirin, ev 20 sal in di warê çand û hunera kurdî de xebata xwe dike. Heta niha gelek komên muzîk, şano, sînema, folklor, dansa modern di bin banê NÇM'ê de kar û barê xwxe kir. NÇM ku di van xebatên xwe de kete 20 saliya xwe, ji bo salvegere li Stenbolê, li Zindanên Yedî Kûleyê konserek li dar dixe.
Di konsera ku 3'yê rezberê, saet 19.00'an de li dar bikeve de dê komên NÇM'ê ku bi xebata Şaniya Stranan, dîsa ji komên NÇM Agirê Jiyan, Vengê Sodirî, Koma Asmin, Koma Gulên Xerzan, Koma Serhildan, Koma Azad, Vengê Sodirî, Koma Çiya derkete ser dikê. Her wiha Niyazi Koyuncu, Mikail Aslan, Harun Ataman, Şener Yildiz, Bulent Turan, Gulê, Mehmet Akbaş, Gulbahar Kavcu dê bi stranên xwe li ser dikê bin û Koma Serhildan jî dê govendê bigerînin.
Şeva ku dê Yildiz Gultekîn û Kemal Ulusoy pêşkêşvaniya wê bikin, li bendê ne ku Serokê Koma BDP'ê Selahattin Demirtaş jî were axaftineke bike.