Ev serê çend salan e ku kurd 15’ê Gulanê wekî Cejna* Zimanê Kurdî pîroz dikin. Her sal, di 15’ê Gulanê de, çalakiyên cur bi cur ên derbarê girîngiya zimên û her wiha zimanê kurdî li dar dixin. Bernameyên li televîzyonan, panel û komxebatên li ser mijarê li pey hev rêz dikin. Heta ku gelek caran şahiyan jî li dar dixin.
Tu şik û gumana me ji mebest û pêdiviya van çalakî û xebatan nîn e. Ji nêt û keda her kesê ku bi qasî serê derziyê keda xwe dide re rêz û hurmeta me heye. Ji xwe kurd ji bo geşbûn û bi pêşketina zimanê xwe, ji bo bidestxistina mafê perwerdehiyê bi zimanê xwe yê dayikî çi bikin, kêm be jî, virnî be jî, hêja ye û pîroz e.
Jixwe hilbijartina roja 15’ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî jî vê nêta pîroz derdixe holê. Ku Celadet Elî Bedirxan, di 15’ê sala 1932’yan de, li paytaxta dewleta Sûrî Şamê, ango li mişextiyê; ji bo ku zimanê kurdî winda nebe kiribû Hawar. Ji wê rojê û heta sala 1943’yan 57 caran, kovara Hawarê gotiye hawar e sed carî hawar!
Heta hejmara 23’yemîn a kovara Hawarê bi tîpên erebî û latînî derketiye. Ji hejmara 24’an û pê ve tenê bi tîpên latînî derketiye pêşberî xwendavnên xwe. Bi giranî bi zaravaya kurmancî lê bi kurmancî re, bi soranî û kirmanckî (zazakî) jî nivîs tê de hatine weşandin.
Helbet di şert û mercên wan rojên mişextiyê û bi gelemperî ku rewşa kurdan ji hêla siyasî û rêxistinî jî di nav şertên pir dijwar de bû, hewldaneke wisa bi zanayî û şarezayî hêja ye û gelekî pîroz e. Loma di dîroka kurdan û her wiha di dîroka ziman û wêjeya kurdî de cihekî bi rûmet digre.
Ev hemû li hêlekê. Wekî ku me li jor jî got, hemû nêt û xebatên heyî jî li hêlekê. Li vir, ez dixwazim ji hêleke din ve binêrim, bibêjim û bang bikim. Ma ku zimanê kurdî, ji rewşa şert û mercên “hawariyê” derketiye ku em karibin bikin cejn? Ma zimanê kurdî, hemû xetere û dafk û dolabên bişaftinê, windabûnê û talanê ji holê rakirine ku êdî kurd dikarin bikin cejn. Bi min na û hazar carî jî na! Kurd di pêvajoyeke pir xetere, di wî sînorê man û nemanê de ne ku nifşê ku tê bi ba bahoza bişaftinê tê. Bê ziman û zanav tê. Wekî mîrateya bav û kalan lê ne bi zimanê wan, tê.
Ji bo bipêşxistin, ji bo bidestxistina mafê zimanî, her gav, her tişt rewa ye, lezgîn e, girîng e. Lê Cejna Zimanê Kurdî, roja ku di hemû dibistanan de û her wiha di kolanan de, deng û awazê kurdî belav bû, li deşt û çiyan, gund û bajaran bilind bû; ha roja Cejna Zimanê Kurdî EW ROJ E.
Hawara Celadet Elî Bedirxanî, hawara zimanê neteweyekî hîn didome. Ji ber vê yekê ye ku her kesê xwedî xemê vî zimanî, divê xwe bigihîne vê hawarê...


