Di welatên xwedî kolonî de, ango di civakên mêtinger de, rewş û helwesta kesê rewşenbîr û nivîskaran her tim bûye, mijareke sereke ji mijarên siyaset û civaknasiyê.
Carina kesên rewşenbîr, gotin û berhemên wan jî hêrsa wan a li hemberî desthilatdaran neşikandiye ligel vê derketine kolanan û bi awayekî fîzîkî û her wiha tundî, ligel gelek tengasiyan, helwesta xwe nîşan dane û li hemberî kirinên desthilatdarên welatê xwe derketine. Li Fransa, Jean Paul Sartre, li Tirkiyeyê İsmail Beşikçî, li Iraqê helbestvanê bi nav û deng Mihemmed Mehdî el-Cewahîrî çend kesên ku tavilê têne bîra min in.
Sartre, li hemberî dagirkirina Cezayîrê derdikeve û li kolanan belavokan belav dike. Beşikçî, tevî meş û mîtîngên ku ji hêla rêxistinên kurdan ve hatine lidarxistin dibe. Di dadgehan de, li hemberî dagirkirina Kurdistanê û her wiha mandelekirina netew û zimanê kurdî derdikeve û ev yek dibe berdêliya gelek salên ku dê di zindanên desthilatdaran de derbas bike. Di dema şerê di navbera desthilatdarên ereb û kurdan ya ku bi pêşengiya Mele Mistefa Berzanî ve dihate birêvebirin de, helbestvanê iraqî Mihemmed Mehdî el-Cewahîrî, li hemberî kampanyaya ku desthilatdarên Iraqî û Sûriyeyê li hemberî kurdan dikin, bi tundî derdikeve wan şermezar dike û her wiha bi belavonekekê gazî hemû cîhanê dike û wiha dibêje: “Em gazî hemû mirovên birûmet dikin ku alîkariya gelê Kurdistanê bikin, nehêlin ku ew bi hovîtî bêne perçiqandin.”
Ligel vê, mixabin hin ji wan jî hêza pênûsa xwe, hêza derfeta hunera xwe, di alîkariya desthilatdarên xwe de bikar tînin ku desthilatdarên xwediyê her tiştî, bêtir û bi hêsanî karibin karê xwe yê mêtingeriyê bidomînin.
Ku em li edebiyata tirkî û her wiha li hin beşên hunerî binihêrin, rastersat em dikarin pênûsên bi vî rengî bibînin ku di berhemên xwe de, heta ji wan tê hewl didin ku gelê bindest piçûk bixin. Mebesta wan ew e ku rewişt û taybetmeniyên gelê bindest qels, xerab, jirêderketî, kirêt bêsinc nîşan bidin da ku kesê/a ji vê civakê, xwe ji civaka xwe dûr bigire. Li tu nirxên gelê xwe xwedî dernekeve û bi vî awayî zû asîmîle bibe.
Wekî mînak, di romana Namik Kemal a bi navê “Cezmi” de, kurd wekî neteweyekî ku bêmezheb û meşreb in têne vegotin.
Di romana Mukerrem Kamil Su, ya bi navê “Sevgim ve izdirabim” de, lehengê romanê, bi balafirê bombeyan li ser serhildêrên raperîna Agirî de dibarîne. Balafira wî dikeve. Keçeke kurd pîlot ango lehengî ji mirinê rizgar dike, dûre keçik dibe qewraşê lehengî. Tişta ku dibe mafê keça kurd, koletî ye. Suxreya efendiyan e. Efendî jî jixwe her tim mirovê/a desthilatdar e.
Dîsa di romana Kerime Nadir a bi navê, “Dehşet Gecesi” de, bi vegotinên ku taybetmendiyên mirovên kurd ên fîzîkî tirsê didine mirovî tije ne û ev roman bi xwe şerm e jî.
Di romana Refik Halit Karay, a bi navê “Yezidin Kizi” de, keçika êzîdî xwediyên tevgerên hemdem e lê nivîskar li hemberî vê yekê matmayî ye, baweriya wî bi tiştên ku dibîne nayê. Li ba wî, tiştekî ne sirûştî ye ku keçeke êzîdî (kurd) bibe xwediya taybetmendiyên erênî.
Di romanên Tarik Bugra, Erol Toy û heta bi Kemal Tahir de jî, kesên ku ne tirk in, bi taybetmendiyên xerab têne vegotin, mîna ku ev ji bo tiştên xerab hatine dinyayê têne nîşandan.
Tê zanîn ku mêtingerî ne tenê bi dagirkirina welatekî, ango bi bidestxistina axê ye. Ya herî mezin û kambax ew e ku rihê mirovê/a bindest bê dagirkirin û her wiha ew mirov, ji neteweya xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe, ango ji “xwe” bireve. Mêjî bê şûştin û her tiştê xwe ji bîr bike. Li gorî daxwazên feraseta desthilatar ji nû ve dirûv bigire. Ev heta radeyekê li gorî kirûya mêtingeriyê tê lê ku huner û wêje di vî warî de bikeve risteke wisa û ev jî li ser navê rewşenbiriyê pêk were, êdî rewş diguhure tiştekî din ku ew jî ji bilî sextekarî û derewên neqişandî ne tiştekî din e. Mixabin bi salan e tişta ku bi destê desthilatarên faşîst bi me tê kirin ev rûreşî ye.
Helbet gotina me ne ji bo hemû nivîskarên civaka desthilatdar e. Yên ku mîna rewşenbîrên li jor me navê wan anî ziman jî hene. Divê mirov bi taybetî li ser van û li ser berhemên wan ê hêja raweste. Ew jî bila bimîne ji bo nivîseke din.


