Tu hevalê xwe qanih dikî. Hûn diherin herkê ji xwe re kirasekî sipî dikirin. Hûn şaşikekê jî didin serê xwe. Hûn radihêlin erbaneyên xwe û hûn radibin berê xwe didin hêla çiyê. We xistiye serê hev ku ne bi vî hawî be hûnê birçî bimînin. Hûn gihîştine vê qenaetê ku ewê li beriyê nan ji we re tunebe loma hûn niha ketine rêya çiyê û hûn diherin dera ku rê pê nakeve.
Hûn tên gundekî ku li sînorê beriyê û çiyê ye. Hûn erbaneyên xwe dikutin. Xişxiş û gurpe gurpa erbaneyên we ne. Niza çima zarok li we vedihewin. Hûn qesîdeyên xwe dibêjin. Zarok bi derbekê re bi paş de vedigerin û direvin. Ji kûçikê vê malika ku we nêzîkî lêkiriye ditirsin.
Kûçik bi xezebekê tê we, qidûm bi te re namîne. Hevalê te xwe li hewşekê diqelibîne û bi xelasê dikeve. Kûçik li dora te dihere û tê. Li fersendê digere ku te ji jor de bîne xwarê. Carê tu erbaneya xwe li dora xwe dibî û tînî xuşîn pê dikeve, le ev têrê nake. Zilamekî xwe daye ber deriyakî û dibêje, “De ha, heger ne derew be gerek tu nehêlî kûçik bên te. De şêxê delal! De devê wan girê bide!” û tîq tîqa wî ye bi halê te dikene. Hevalê te rewtekî bi dest dixe û tê li nav guhê kûçik dixe. Bi devê xwe li te û bi rewt jî li kûçik dixe.
Tu bang li wî kesî dikî û tu dibêjî, “ma tu ji Xwedê natirsî? Hema em ne şêx bin jî, gerek te nehiştiba kûçik bihata me!” Hûn diherin mizgeftê. Wextê limêja esirê ye. Hûn li meleyekî xurt rast tên ku têra xwe û we dike!
Hûn tavilê pê derdixin ku nan ji we re li vî gundî tune ye. Hûn berê xwe didin derek ku dewla we li avê keve. Hûn tên digihîjin gundekî û hûn dikin repîn. Dengê erbanê dike ku gundî li we vehewe. Tavilê hûn cihê xwe li cem wan çêdikin. Pir kêfa wan ji we re tê. Radibin şêwrê digerînin. Ji şêwra wan ev derdikeve: Ewê berdin meleyê xwe û hûnê li gundê wan bimînin. Jixwe meha remezanê jî tê ew ê bi we kêf bikin. Meleyê gund dinêre ku zikat ji dest çû û ew ê bê qewirandin. Berî ku gundî berdin wî ew mala xwe dixe tev. Tu û hevalê xwe hûn dinêrin nebû û we xera kir. Ku mele here kî yê li pêşiya wan limêj bike. Hûn xwe digihînin mala melê û hûn li ber wî digerin. Hûn û mele li hev dikin ku nîvê şevê hûn ji gund derkevin. Mele wê bibêje, “Ewê şêxê me çûbin alîkariya hin mislimanên ku di bin tehdeya gawiran de ne!”
Nîvê şevê mele berê we dide neqebekê! Bi carekê re li we bûye qîrpîna tifingan. Tu nabêjî gundê ku we nêzîkî lê kiriye xwedî dijmin e. Jixwe kirasên we jî ji sed gavî xuyanî dibe! Piştî ku gundî bi we dihese û fêm dikin ku hûn şêxikin we vedihewînin. Hûn zêde li wî gundî namînin. Hema hesab bike hûn tu gundê çiyê bernadin. Hûn têra xwe digerin û zikatê didin hev.
We zikat bi pez daye û we pez jî kiriye pere. We her yekî ji xwe re hespek jî kirî ye û hûn niha li ser rêya vegerê ne. We çiya li dû xwe hiştiye. Hûn li gundekî ku li pala çiyê ye şevder mane. Mahzûbanê we nivînên we li ser xênî danî ye. Yê wan jî li ser xênî ye. Hûn herekê li qorziyakê ne. Nîvê şevê mahzûban radibe pez derdixe şevînê. Tu zanî ku ewê mahzûbanê we pez rake şevînê û te xwe daye bendê. Tu li dû heyfa xwe yî. Hevalê te nedihişt ku tu xweşikî parîk xwarin bixwî.Tim dikir ku mahdê te bixele û tu ji ser sifrê vekişî. Te dida pêşiya wî û te digot, “Kerem bike şêxê min derbas be derbas be. Ka doşekê deynin û bahlîfan ji şêxê min re bînin.” Wî jî carê di ser xwarinê de tiliya xwe dixist pozê xwe û mahdê te li hev dixist. Haya wî ji tiştekî tune ye. Ji bergî hûn vedigerin mal kêfxweş e. Wekî hercar di xewa xwe de ye. Wî dîsa derpiyê xwe ji xwe kiriye û xistiye ber serê xwe. Ê wî jî Xwedê tebhekî wilo daye wî, heta ku ew xwe baş vala neke di xew re nare. Tu radihêlî wî derpiyê hevalê xwe û tu tînî datînî ber serê jinika malê! De derpiyê sipî ye! Te xwe venekiriye. Tu li bendêyî ku mahzûban bê!
Mahzûban tê, derdikeve ser xênî, derpiyê hevalê te bang dike û dibêje, “Ez va me!” Mahzûban tê ber serê jina xwe, çoyê xwe dixe bin derpî, radike lê dinere û bi hêrs berê xwe dide hêla we û tê! Tu lihêfê ji ser xwe diavêjî û tu dibêjî çip û xwe di xênî de werdikî. Tu li hespê xwe siwar dibî û tu xwe bi xelasê dixî. Hevalê te ‘or or’a wî ye di nav lepê mahzûban de. Ew jî revî revî xwe ji nav lepê mahzûban difilitîne û xwe di xênî de werdike. Bi laşê tahzî xwe diavêje ser pişta hespê. Heta ku xwe bi xelasê dixe hespê dide çargavan û nasekine.
Nav lingê wî tevdek dişeqite. Nema dikare bimeşe. Bê bi çi halî xwe digihîne malê!
Niha xwe bi ser dev de avêtiye erdê û jina wî bi perîkan rûn di nav lingê wî dide, tu jî di pixêrîkê re li wan dinerî û tu bi wan dikenî!
Hevalê te dibêje, “Çi bû dîsa gidî? Tu dîsa li çi mizawiriyan difikirî?”
Tu dibêjî, “Qet” û kenê te tê. Tu ji bexbeçê çayê li beriya Mêrdînê dinêrî û tu dikenî!


