Ku ez bibêjim gotin ax e, hûn dikarin bibêjin peyv av e! Lê bersiva we ne bes e; kîjan av? Kanî? Barana hûr? Çemê havîna dereng? Gola gerînek? Lehiya biharê? Çemê çavê însên? Lê xwêdan? Lê girêza li dû maçîkirinekê?
Ma hûn heya pirsa axê ji min nekin helbet hûn nikarin navekê li avê bikin; axa sar e? Bi dar e? Bi gul û çîmenê xemilandi ye? Bi kevir e? Şov e? Beyar e?
Lehî jixwe şîlo ye, tevlîhev e; hinekî talan e... Deng e, carinan tirs e, carinan hawar e; çi candar bi ber dikeve difetisîne, dikuje…
Ku ez gotina mê bi bîra we bixim, helbet dê hûn lehiyê ji bîr ve bikin; wê şîrînahî, şêweya dayikan, peyvên ne beloq, peyvên ne desthilat, newa, hezkirin, şîr û şekir xwe li hiş û dilê we bide der.
Belê belê wê gotina mê zîstanî (du canî), zayîn, bi berî, şînahî, çarpîkan, ken, hêvî, tîn, ya herî sivik, ne bi fort, ji rêzê lê hêmayî, biwêjî, sikak, dar, kevir, hinek jan, hinek dilşadî, însan dapale.
Bi hezaran sal e gotina bi avê de neçû, jeng lê neda, nehat ji bîr ve kirin, bû roj, bû av, bû ax, bû deriyê dilan, bû stran, bû mizgîn, bû rengê lêvan…
Çima lehî bû sernavê nivîsê lê gotina mê nebû sernav? Wey mala we ava..!


