Li cografya me hin nêziktêdayîn û hişmendî li hemberî geşedan û demokrasiyê astengên bingehîn in; yek jê mesela “dahatuyê” ye, ya din jî arîşeya “lehengên xeybane” ye. Her du nêziktêdayîn jî nahêlin “nirx” werin afirandin ku demokrasî jî di esasê xwe de avakirina krîter û nirxan e. Heke krîter tunebin her tişt dimîne li ser feraset û kêrhatîbûna “leheng”. Heke ‘leheng’ ne xwedî vîn be, ji efsaneyan hez bike, piştî wextekî êdî , leheng jî bi tenê bawerî bi xwe tîne, dimîne li benda efsaneyên sêwirî…
Paşxaneya vê heye; cografya dêwan… Cografya leheng, paşa, key, serok û serbazan… Her kesî bi “lehengê” xwe re jiyanê texeyul kiriye, jiyanê bi mehne kirine. Heke lehengên mirov tunebin, li gorî zînet û şikilbûna heyî, wê tu tişt bi pêş nekeve…
Ev mesela kûr û dûr yek ji astengiya herî mezin e li hemberî demokrasiyê, li hemberî takekesên azad. Di teşekirina kesayetiyan de jî ew halê “mezin” mijar e. Her wext zarok, ciwan, kes bi wan “mezinahiyan” re têne mijûl kirin. Pê re jî, pêşerojek bihuştî tê beyankirin. Wê rojek were û ew roj bibe bihuşt! Ev hal ji ûtopyayê madetir tiştek din e. Bihuşteke derewîn tê sêwirîn û însan ji ber heman bihuştê dema tê de dijî ji bîr dikin.
Em dibînin ku Demirtaş, vê rastiyê, ne wekî propaganda, wekî hişyariyekê, bi înad bi bîr dixe. Zemînek cuda ya gengêşiyê ye ku di qonaxa hilbijartinê de xuya dike. Yanî, bi qaliba tirkî, karîzmayê dide ber xêzan, ji “lehengiyê” bêtir, rûmetê li rêgez û azadiya xwe ya takekesî digire. Bi bîra her kesî dixe ku tiştên ku serfiraziya wî derdixe pêş rêgez in. Lewre ji xwe piştrast wisa dibêje:
“Gotina ‘Wê yek were û me rizgar bike, ew kî ye, em pê nizanin’ heye. Heyran pê ne bawer bin, bi min jî ne bawer bin. Baweriya we bila bi rêgezan hebe ji rêgezan bi bawer bin. Ku rêgez nebin esas û mayînde îhtimal e ku em jî însanan bixapînin. Mirov şîrê xav vexwariye, îhtimal e ku em jî xeletiyan bikin.” *
Bêyî berjewendiyên şexsî, hizbî, heke xema guherînê esas were girtin û rik hebe, di demeke dirêj de ê her kes demokrasiyê ji bo xwe bike xem. Ji ber vê, li dû hilbijartinê jî, her wextî me pêdivî pê heye em derbarê van arîşeyan de bigengêşin, krîter û rêgezan esas bigirin, bigengêşin. Tişta pêvajoya çareseriyê biserbixe jî, ji derî propagandayê, daxwazên demokratîk in.
Bi gengêşiyên wisa re, mesela “qezenckirinê” jî bi awayek mehna xwe wenda dike. Bala we lê ye, ne, li vî welatî, bi salan e, her tişt li ser “qezenckirina” aliyekê, hêzekê, saziyekê, partiyekê tê sazkirin. Baş e, heke qezenckirina aliyekê, partiyekê hebe wî wextî aliyên din, partiyên din wenda dikin! Navê vê ne demokrasî ye, ew qas!
*(http://www.msn.com/tr-tr/haber/turkiye/selahattin-demirta%C5%9F-bana-da-g%C3%BCvenmeyin/ar-BBjaICj?li=AA520B&ocid=mailsignoutmd)


