Rojek ji rojên zivistanên Serhedê bû. Heft salên kûr û dûr mabûn li dû min! Belê, heft salên kûr û dûr lewre wê çaxê min serî ber bi asîman ve bilind kiribû û bi vî awayî dia dikir: “Ya Rebî, bila temenê min ji çil û pêncan derbas nebe.”!
Di heft saliya xwe de çi bi min hatibû, ew dia ji bo çi?
Baş bi bîra min tê; li ber dîwêr bi dehan kes rûniştibûn. Pirsa temen ji hev dikirin. Ji wan jê yekî ev bersiv da:
“Ez çil û pênc salî me.”
Kesê pirs kir ev bersiv wiha şîrove kir:
“Ma çi kul bi te re maye, ji çil û pêncan şûnde însan dikare çi bike? Em piştî çil û pêncan dibin derd û kul. Em dibin mîna zarokan. Li devê xwe mêze bike, heba diranan nemaye di dev te de. Çend salên din tuyê nexweş bikevî û bibî bela serê zarokên xwe yan jî tuyê dîn bibî…Eh, nalet bê li dinyayê jî li heyatê jî…”
Li ser berfê, asîmanê çik sayî û diayên ji bo mirineke zû. Li gorî dilê zarokatiyê min nedixwest dîn bibim û bibim bela serê kesan! Çil û pênc ji wê rojê de tu car ji bîra min naçe.
Piştî çil û pêncan deriyê jiyanê dadayî bû!
Têkiliya bi jiyanê re ew qas zelal bû, ew qas bi jan bû û ew qas kurt bû!
Berî çendekê kesekî pêncî salî nexweş ketibû, bi xwesteka lawê xwe çûbû nexweşxaneyê. Ev gotin jî aîdî wî bûn:
“Ma çi maye di min de. Sal bûn pêncî. Navê şeheran (bajar) heye. Me li van deran jî tu xêr ji xwe nedît.”
Ji wan çaxan heya van çaxan pênc sal zêde bûye!
Di hin kêliyan de ez hê jî dia dikim! Bila piştî mirinê jiyaneke din hebe! Ew qas bê edaletî, ew qas êş, azar, bêwijdaniya li dinyayê ma wê wanî badilhewa biçe!.. Pariya me ya di vî gunehî de helbet maye li ser pişta me …
Belkî nivîs li hember van rastiyan têkiliya bi jiyanê re ye. Têkilî rehên dil û hiş in, çi qas bi kûr de biçin, çi qas gumrah bin ew qas candar dibin. Belkî gelşa me ya mezin ev e, têkiliyên me yên bi jiyanê re lawaz in, belê rastiyên me hene lê gere bêhtir em têkilî bi jiyanê re saz bikin. Em piştî çilî nemînin li benda mirinê. Bi tevî rastiyê ew çandek bû jî. Çandeke gere êdî ji bo me ji pîne jî genîtir û erzantir be.
Nişe: Kek Arjen,
Şîfa ji bo we hêvi dikim. Li benda dengê we ne em.


