Diyarname
Di sala 2005'an de hukumet bi "Şoreşa Laleyê" hatibu ser kar, lê ew hikumet niha bi şoreşereke din ji kar hat girtin û tevliheviyên li welat didomin.
Bi hezaran kes li Kirgizistanê ketin meydanê û berê xwe dan hikumetê, avahiyên dewletê. Di bûyeran de wezîrekî jî têde bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da. Ya ku berê çalakvanan daye kuçeyan Roza Otunbayeva ye. Piştî serxwebûna Kirgizistanê Otunbayeva bi salan di gelek beşên dewletê de kar kiriye. Wê felsefe xwendiye û perwerdehiya xwe jî li Rusyayê temam kiriye. Balkêşiyeke din dema Kirgizistanê serxwebûna xwe ragihand, Otunbayeva bûyera balyoza welat a li Amerîkayê. Dûre li Îngilistanê balyozgerî kiriye. Piştî balyozgeriya xwe ya li Amerîkayê di sala 1994'an de ji aliyê Askar Akiyev ve ew wekî Wezîra Karên Derve hatiye peywirdarkirin û sê salan ev kar kiriye.
Otunbayeva sala 2004'an de ji Bişkek veqetiya ye û 2005'an de ji bo beşdarî hilbijartinan bibe partiya Ata Dzhurt ava kiriye.
Niha serê vê mehê li welat bûyer çêbûn û di navbera muxalefet û hikumetê de tevlihevî didome. Lê hikumeteke ji bo demeke bi qasî 6 mehan hate avakirin û Otunbayeva bû berpirsa vê hikumetê. Ew ji bo hilbijartinên serbixwe û adil çêbibin li ser amadekirina zagoneke bingehîn dixebite.
Otunbayeva di 23'yê gelawêja 1950'î de li başûrê Kirgizistanê li bajarê Oş hatiye dinê, di sala 1972'yan de ji Zanîngeha Dewletê ya Moskovayê ji Beşa Felsefeyê mezûn bûye. Di sala 1981'ê de ji herêma Lenin bûye katiba qasid a di asta duyem û bi vî awayî di Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê de dest bi polîtîkayê kiriye.
Otunbayeva zewicandî û diya du zarokan e.
Agahiyên li ser Kirgizistanê
Nav: Komara Kirgizistanê
Paytex: Bîşkek
Bajarê Herî Mezin: Bîşkek
Zimanê fermî: Kirgizî û Rusî
Serxwebûn: Di 31'ê gelawêja 1991'ê de ji Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sovyetê veqetiya û di 25'ê berfanbara 1991'ê de ew hat pejirandin.
Firehiya erd: 199.900 kîlometrekare
Serjimarî: Li gor jimartina sala 1999'an: 4.896.100
Navê pereyê wan: Somu
Cihê welat lê ye: Li Asyaya Navîn
Cîranên wê: Li bakur Kazakistan, li rojava Ozbekistan, li başûrêrojava Tacikistan, li başûrêrojhilat Komara Gel a Çînê heye.
Bajarên wê: İller, başkent ve il merkezleri:
1.Bişkek (Frunzeya kevn)
2.Batken (Batken)
3.Çuy (Tokmok)
4.Calal-Abad (Celal-Abad)
5.Narin (Narin)
6.Oş (Oş)
7.Talas (Talas)
8.Issık-Kol
Aborî: Aboriya welat li ser çandinî û madenkarî ye. Zêdetir li ser sewalvanî û çandiniyê ye. Zêdetir ji nav çandiniyê genim, pembû, silqa şekir, misir, titûn, sebze û mêwe tê çandin. Li herêma çiyayî hespên bezînê têne xwedîtirin, kîvroşk tên xwedîkirin û mêşvanî tê kirin. Herî zêde pez tê xwedîkirin.