Gotine ‘tu li çi bigerî tu yê bi ser wê ve bibî’!
Biservebûn carinan demeke dûdirêj dikişîne.
Ev lêgerîn; lêgerîna li nirx û hêjayiyên mirovî gelek caran mirovan jî civakê jî wekî dareke bi fêkî tu bihejînî, hin nirxan, hin hestan, hin dilînan… ji dara civakê dadiweşîne!
Guherîn û veguherîna civakî mîna zayîna pîreka li ser rojan bi qolinc û azarîn e.
Qolinc, wekeî pêlên bayê bakur ê her ku biçe û biazire zêdetir bûbin jî, piştî pêlên qolincên du sed salî mixabin ne serxwebûn za, ne azadî za, ne jî aştî…
Û em ketûber; hûr û gir, mindal, navser…ketine ber pêlên lêgerînê!
Di vê lêgerînê de ‘bedel’ tê gotin; bedelên ku hatine dayîn…
Kê bedel nade/nedaya li ser vê axê?
Ji zarokê di pêçekê heta bigihe kalê heftî salî…kê pahra xwe wergirt ji êşê, kê ranehişt kulmek girî, pozê kê ji bêhna nahrûdê nexirimî, kî wekî kevirê ‘giran çi cihê de xwe de giran e’, war û wargehên xwe terk nekirin û nebûn xerîbên xwe û xurbetê?
‘Bedel’ tê gotin; bedelên ku hatine dayîn!
Bedel 29 caran bû şikestin.
Yê hinekan bû sêdar, li ber Mizgefta Mezin…
Yê hinekan bû xwe-avetina li ava Mûnzûr!
Û yê hinan… bû xwetêwerkirin ji kêjên çiyayê Hesin raserî pelên Mûnzûr mîna kîvroşkeke bizdiyayî, bi helke-helk:
Geh jinek bû, geh qîzek …geh zarokekî bêguneh!
Bedel tê gotin; bedelên ku hatine dayîn!.
Bedel hê jî tê dayîn!
Ev bedel dê biqedin, gelo?
Ev bedel dê bibe bedela aştiyê!
Ev bedel dê bibe bedêla bidestxistina xewna çiyan?
Ev bedel… dê bibe navê welatê binevş û xec û lîloz…û kevok û qumriyan?
Bi hêvî me…
Û birek mîna min bi hêvî ne ku dibêjin, ‘Tirkiye li aştiya xwe digere’.
Kurd çeka aştîxwaziyê bi kar tînin!
Her cure çek alavên têkoşînê ne.
Aştîxwaz jî dê têbikoşin, şerxwaz jî!
Bi hêviya an aştîxwazî aştiyê bîne, an jî şer bi aştî bi dawî bibe!
27/08/08/Amed/


