Hêjayên ku bi nivîsên xwe rengîniyeke şêweyî, zimanî û hizrî hildigirin malpera Netkurdê;
Birêz Îbrahîm Guclu, Hasan Kaya, A.Fîkrî Işik, Mahmut Kilinç, Salihê Kevirbirî, Hesenê Dewrêş, Necîb Balayî, Hoşeng Broka, Tosinê Reşîd, Alî Gurdilî, Senger Îloz, Zelal Berzencî, Sîdar B.Epozdemîr, Receb Dildar, Keya Îzol, Gernas Amedî, Sidiq Sindavî, Sûzan Berzencî…
Birêzan;
Malpera Netkurdê ya ku bi slogana 'bo agahdarbûna her kurdekî' derdikeve qada malpergeriya kurdî, her çi hîkmet be, li nivîsa ku di 5/08/08’an de ji qelema nivîskar û nûçegihanê wê Roşan Lezgîn derketiye, ku ji serî heta binî tev buhtan û tewan û mişt biçukeriyê vedihewîne weşandiye; lê belê ew roja şeşê ye, bersiva ku min bi roj û saet, bi nav û nîşan, bi şahid û delîl ji rêveberiya Netkurdê re şandiye; naweşîne.
Ev helwest, gelo ne nîşaneya ku Netkurd jî li tevî nêrîn û idiayên pûç yê nivîskêr dibe ye?
Herî dawî, di emaileke kurt de rêzdar Mûrad Ciwan dibêje emê bersivê bidine te, û deregmayînê jî dispêre betlaneya havînî û kar û barê giran…
Birayên me yên sorî, ku nexwazin karekî bikin, bi vê gotina dilşaker, bi kûbarî meriv ji ser çavên xwe diqewirînin: “Beyanî înşeallah!”
Di ser bûyerê re deh ‘beyanî’ debas bûn.
Digel vê xwesêwixandin û taloqdayînê birêz Mûrad Ciwan radibe di emaila xwe ya duyemîn de, bo ku rêgirtina li ber mafê min ê bersivadayînê ‘di qula şer’ê re’ derbas bike, dibêje 'şêla te ne şêla entelektuelan e'!
Ez ne li dû enteleektueliyê me û îdaeyeke min a wisa jî nîn e!
Yê ku ev sih sal in bi çanda Rojavayî re rû bi rû bûne û xwe li cihekî dibînin û bi navekî bangî xwe dikin û di biwarê weşandina nivîsekê de dibêjin ‘darê me kulavê me, rehme li dê û bavê me’, ne ji mafê wan e ku rê û şêla entelektueliyê şanî hineke din bidin!
Hêjayên berêz;
Reveberiya Netkurdê heta ku vî mafê min ê ji rêzê û li gorî etîk û sinc û exlaqê weşangeriyê rewa û hiqûqî bi destê min ve bernede, ji ber ku ne ‘Dîwana Adeletê ya Laheyeê’ a kurdan heye, ne jî dadgeheke ku li kar û bar û tevgera sûcên bi rêya weşanê têne kirin binêre heye; di destê min de hew ev dimîne, ku giliyê Netkurdê bînim ber destê we warisên Xanî!
Tikaya min ji we alîcenaban, ji kerema xwe, ev e nivîsa nivîskarê navborî bixwînin, binirxînîn û bigihên encameke wijdanî…
Bi hêviya ku em bi xwe, kite-kit nebin mafxur û nekevin vê pozisyona gudiyane: 'min kir min çê û xweş kir'?
Hêjayan;
Her kirin; qenc xerab li xwediyê xwe vedigere!
Bi hêviya wê roja ku qencî/başî/çakî/xweşbînî/ronahî… tariyê, xerabiyê, kiratî û nemerêsiyê reş bike ji dil û hinav û mêjî…û her wiha ji ser axa me!
‘Melkes’ di destê me de ye.
Bi silavên herî nazenîn re…
15/08/08
Têbinî1- Ji ber ku min heman bersiv-nivîs ji nivîskêr bi xwe re şandiye, Netkurd ji vê saetê şûnde nivîsê neweşîne jî ne xema min e!
2- Ji bo ku hûn bigihijin qen’etekê careke din nivîsa bi navê ‘Ku çemek rûye mirov şil neke’ dihinêrim ser saloxa emaîlên we.


