Di dergûş û li ser zarê dapîr û bapîrekî, li ber ar û di civata şevbihêrkekê de, ji we û me, her yekî/ê ji me îlam yek bihîstiye, ji yekî/ê yek guhdarî kiriye.
Bi yekê re em hênijî ne, bi yekê re em girnijî ne. Yekê em tirsandine, yekê em dilxweş kirine.
Çîrok in, di nav hunera vegotinî ya kurdan de xwedan cihekî bi xatir û qîmet in; hem em pê mezin bûne-kirine, hem hin pê mezin bûne-kirine.
Çîrok in! dîrokî ne, efsaneyî ne, destan in, bi şîret in, bi pesn in, bi azmûn in.
Ji ber, ji serboriyên mirovî peyda bûne-hatine pê, nemir in, her dem ciwan in, rojane ne.
Ji ber hevîrê wan bi tragediya mirovî dimeye-tê histiran, ji ber lehengên wan mirov in, ji ber naveroka wan ji jîna mirovî tê honandin, hem têkçûyî hem binketî ne… tragedî ne dram in, hem çîrok hem jî mirov bi xwe.
Ma ji me, kî ne wêneyê têkçûyînekê, binketinekê ye!? Em kî ne tragediya çîrokekê ne?
Em jî çîrok in, ji çîrokên ku ji heman û ji dubare çîrokê peyda bûyî…
Ez jî tu jî, em ji çîrokeke Rojhilata Navîn in. Ji navrastê rojhilatî tragediyeke çîrokî ne em!
Rojhilata navrast! Ew a ku serok dewletek, serok wezîr û kizîrek, serdar û pêşengekî zordar, dil bê rehm, bê wijdan, yekî dest bi hêz ku dikare-kariye bi çîrokeke pûşt a bi pîroziyên Yezdanî xemilî tevna şerekî bihone-lêke bi ser serê xizan, neçar û bêgunehan de hilweşîne-hildiweşînin…
Em her yek ji vê çîroka kujerî ne. Her yek ji me bermayiyê vê çîroka rojhilatê mirinê ye.
Her kes bi şîna xwe, bi birîna xwe, bi êş û bi tenêtiya xwe ve…
Bi wêran û bi talana xwe ve ma, dimîne…
We yê di nûçeyan de xwendibe! Ji birçiyên serdema (me) modern bes îsal ji hezarekî pirtir mirov hê ku nig neavêtin peravên Evropaya têr di avê de xeniqîn, di devê sêmasiyan de bûn pariyek.
Ji Yemenê heya Kurdistanê, bi sed hezaran kuştî, bi mîlyonan koçber, mal, war, bajar û jiyanên wêran…
Û çîroka destdirêjiyê-tecawîzê; tevî ku dagirkerî bi xwe tecawîzkarî be jî, lê Farînaz Xusrewaniya Mahabadî tecawîzên li Sêrt û Mêrdînê yên ku dehan serbazên dagirkeran destdirêjiya keçikên kurd ên dev bi şîr kirî anîn bîra masiyên min!
An jî çend wêneyên Farkhûndaya afganî yên ku tragediya mirov a hovitî û neçariyê bi hev re nîşanî me dikin…
An jî jinên li mezata DAÎŞ’ê yên bi çend sed dolarî…
Biborin xanimên Ariyî, gunehê we nîn e, lê ev sedsal a ji nû ve vejîna hovîtiyê ye!.
Belengazî, xizanî û bindestiya neçaran, ku ji bo keftarên dev bi gilêz ên ku bi rûpoşên pîroz û Yezdanî xwe nixumandine, dibe derfeta bidestxistina hêz û desthilatekê…
Gotine, dibêjin û wê hê pir bibêjin ‘vaye em hatin, em talib in we rizgar bikin û bibin cineta wadkirî hizûra Xwedê û azadiyeke gulgulî ya bi xwînê hatî tawafkirin diyarî we bikin!
Kî ne ew keftar, kî ne ev hov, ew diz, ew desthilatdar, dest bi zilmê kar… ew ên ku xizan, belengaz, bindest li pêşberî wan radibin ser piyan, wekî qerwaşan destan li ser zikê birçî digihînin hev…
Kî ne, ew ên ku ketine dilqê xwedê, bûne nûnerên xwedê yên ku li ser serê evdan bûne bela!
Binêrin, li her erdnîgariya ku bi navê dewlet-welat-herêm bi sînorekî mayîn û têlkirî hatî tacîdarkirin îlam ji wan Hîtlerek li ser text û postekî rûniştî ye, yan hewl dide li ser textekî rûne…
Lê ji pişt re? Û piştre ku zalimekî nû li dewsa yê kevn rûnişt, hûnê bibînin, hûnê bibihîsin ‘ku kî çû ye ji kîsê xwe çû ye’
Ji pişt re, her kes bi birîna xwe, her kes bi êşa xwe, her kes bi tenêtiya xwe dihese, dizane..!
Erê heyra! hûn şivan in, em jî kerî, lê exlaqekî şivantiyê jî heye, mafekî kerî jî…
Ka bêjin lo, ev destbiratiya we û gurî ji ku tê, ku devê we herduyan jî bi xwarina heman mîha ji kerî lê bêxwedî, bi xwîn e?
Ecêb e! Çiqas belengaz hene, hewl didin, dixwazin di beşeke çîroka hov a hêzdarên Yezdanî de cî bigrin, navê wan jî bikeve deftera…
Digo, gotiye apo ‘dikarî bi dizîka ji me re çend pêçiyan li zirnêxî’
Qe mirov dikare bi dizika li xwe bipirse; ‘ez di çîroka kîjan Yezdanê li ser rûyê erdê de fîgûrek im, kî çîroka xwe wekî ya min be dihone, bi hostatî vedibêje û min pê dixapîne, tî birçî min pê dike xewê’?
Welatên me dagir kirî, jiyanên me dagir kirî, pêşeroja me dagir kirî, henaseyên me dagir kirî…
Martîn Lûther çi gotibû ‘netirsin min dojeh kiriye, êdî kesî naxim wir’
Mixabin Lûther, ji bo çûyîna dojehê êdî pêdivî nîn e xizan bi çend barên gunehan ve bimrin. Vaye bi saxî em di dojehê de ne.
Cîhan veguherandine dojeha berî mirinê!
Û çar neçar, em li ber dîwarê demê rûdinin bes lê temaşe dikin! Bes, ji kerbekê pêve, ji çavên şil pêve...
Ku bihizirî, ku bibînî, ku hest bikî nefesê ji mirov diçikîne; li milekî şîna hinan li milê din dîlana hinan…
Biborin heyra! min kêm go, hûn lê zêde bikin, li cîhana we kî çîroka we ye hûn çîroka kê ne?
Lê li cîhana min, çîroka min a min e û ne di bala kesî de ye, bi qasî çîroka xwe êş im, bi qasî êşa xwe heme û ew qas im (!) û wekî din, ‘hovîtî ye, hovîtî ye, hovîtî ye…’


