Li otobêsa lê sîwar bûbûm hat li kursiyê li kêleka min rûnişt. Ez diçûm bajarê antîk ê lehengê min ê ku du hezar sal beriya vê demekê lê mayî, ew; eger ji dewsa axê av jê re nebûya goristan li peravên Îyonê wê şevekê bi dizî derbasî giraveke Grekê bibûya…
Dema pirsî got tu tirk î? Min go haşa, ne tirk im kurd im destê xwe danî ser milê min û piştî axiftina tirs revandinê; go navê min, netew û welatê min ne girîg e, çiku piştî şevek din ez ê wan bavêjim zeryaya Egeyê, wekî hîç im lingê xwe bavêjim rexê din…
Bo min jî ne nav, ne netew û welatê ew jê hatî girîng bû; ya girîng ev axaftina wî bû:
“Got wextekê li neteweya min a bindest bêstatu, ku kirinên dagirkeran ên rûmeta me binpê dikirin zora hinên ji me diçû; wan ew rewş nedipijirandin, gotin rizgarî, me navê wê nerazîbûnê danî Rizgarî…
Paşê piştî salan, êş û eleman qonaxa fantaziyê hat, me navên bi zimanê xwe li zarên xwe kir li zarên ku bi zimanê wan navan…!
Me bêhesêb komele ava kirin, bi filan navî bi bêvan navî, bo filan zayendê bo bêvan lêkolîn pêşvebirin, hevkarî û piştevaniyê; heta li welatê min ê derya tuneyî komeleyên deryayan jî…
Sindoqên me sîle dibûn, xwepêşandanên me bi mîlyonan; şûr simbêla me nedibirî, kê diwêrî bêje pozê sola we xar e; wisa ku me digo em êdî ne yên berê ne!
Û paşê û paşê û paşê… Gotinek we kurdan heye, dibêjin: ‘av di golê de dimîne genî dibe’!
Bo tekoşînekê xetereya herî kujerane dirêj ajotin e! Dijminê me biaqil bû, dirêj kir û dirêj kir, hey çû dirêj kir; dirêj ajotinê em rizandin, hin ji me peyda bûn ku devê min nagere pênaseya wan bikim…
Û bi dirêjkirinê re em ên ku me dikarî bo navê xwe zimanê xwe çand û nirxên xwe tiştên nemayî bikin, em hêdî hêdî hînî destdirêjiyê, talanê, qirê, kuştinê, birçîbûnê, qerwaşiyê, derbederiyê, şikenceyê, şerpaziyê, asîmîlasyon û entegresyonê, hînî zimanê wan, hînî tinazên wan, hînî bi me lîstinên wan, hînî rûpoşên me dane ber rûyê xwe, hînî bêserûberiyê; heta bêjim ku em hînî hevkariya bi wan re bûn; êdî ji zora me naçe…
Min pirsî gotê, neteweya te ji mîlyon kesan pêk tê, çima ew bêhêvîtî? Go rast e, neteweya min ji mîlyon kesan pêk tê, dengê me ji berê bêhtir dertê, ji berê bêhtir navê me tê zanîn, lê ew dengê me yê bilind dertê ne deng e bêhna ava genî bûyî ye, ne ji xêrê ye; nîşan bi zemanê me ya herî xirab dike ew xwe rayîpêşkirina erzan…
Ji neteweya min a ku li kafeyê, li qehwexaneyê, li weqif û komeleyan, li avahiyên partî, li şahiyên dawet, sinet, hine, mêvandarî, bazar, li nav zevî, li ber golikan û heta li qeraxên bi xîz ên zeryayê, heta ji vê telefonê destê min de jî ku behs tim û timî bindestiya me ye; te go hêvî? Ji bîst saliyê bigire heta heftê saliyê dewsa ji me bi hêvî bim, ditirsim…
Ji wan mîlyonan; ji pir behsê, li her derê ji wê pir behsa JI HÎNBÛNÊ ditirsim û direvim…
Got, ji rizgariyê em hatin fantaziyê û, û ji fantaziyê jî em hatin masturbasyonê; yanê em niha di qonaxa masturbasyonê de ne; dijmin dirêj kir av genî bû, bindestiya me, êş û rebeniya me kir ku di devê me de bibe galegaleke masturbasyonê; em tên cem hev bi galegala ji me re bûye hînbûyîneke nexweşane masturbasyonê li ser bindestiya xwe dikin, xwe vala dikin, rehet dibin, paşê her kes diçe mala xwe…
Em hînî bi belengaziya xwe masturbasyonê kirinê kirine û helbet, pênaseyek bo qerekterê em ên ku cudahiya karê rizgariyê û masturbasyonê ji hev dernaxin li cem ên di binê axê de ne heye(…)
Go eger bipirsî bêjî gelo çareserî çi ye? Ez ê bêjim, ji em ên ku em hînî HER TIŞTÎ bûne, em ên ku bûne firoşkar û romantîkên janên xwe, tu hêviya min nema. Bes dibêjim, belkî destlêwerdaneke ji dervayî… Heke na, heya wexteke dûr a ez ê nebînim, eger hinên ji zora wan biçe rabin, belkî”!..
Ev behs a rêwiyî xerîb bû. Çendîn wî pirsî jî min nekarî bi ya xwe tiştekî li ya wî zêde bikim!
Nîvê şevê otobêsê ew li stasyoneke tarî û bêxew peya kir, rêya me ji hev veqetî; ew çû ber bi warê xwe yê nû ez çûm li warekî kavil ê kevnare ketim pey şûnpêyên du hezar sal beriya vê…


