logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

KURDISTAN

  • Dîrok: 17/12/2014
Dewleta Osmaniyan, împaratoriyeke mezin  bû. Ji gelek neteweyan pêk dihat. Desthilatdar, bi nîjada xwe  tirk bin jî împaratorî li ser erdnigariyeke fireh, ji  dehan netew  pêk dihat. Bi ser de jî ji hêla olî ve jî hemû olên ezmanî(semawî) –misilman, fileh, cihû-  hebûn. Împaratorî, bi hikmê zorê dihate birêvebirin. Osmaniyan, bi tirs û xofa  ku kiribûnê dilê mirovan, li her bihosteke vê erdnigariya fireh, qereqol ava kiribûn.  Tirsa talanê, mişextiyê û mirinê,  pergal li ser piyan dihişt.
Ji ber gelek sedemên ku ne mijara nivîsara me ne û her weha jî mijareke fireh e, împaratorî hin bi hin lawaz bû û di dawiya dawî de ji hev de ket, felişî. Piştî şerê parvekirina cîhanê ya yekem tenê devletek jê ma. Ligel dewleta dawî ya ku bi navê Komara Tirkiyeyê têt binavkirin, ji dewlata Osmaniyan; li Ewrupayê bîst û heşt, li Asyayê çardeh, li Efrîkayê bîst û dido, bi tevahî şêst û çar dewlet zan. Ji van dewletan hinjê rasterast ne di bin hikmê Osmaniyan de bin jî, li gorî daxwazên osmaniyan dihatin birêvebirin.
Ji hemû neteweyên ku li nav vê împaratoriyê  dijiyan  tenê gelê kurd bêdewlet ma. Hemû neteweyên dî, ji Osmaniyan veqetiyan. Hin bi hin, gav bi gav piçûk mezin rizgariya xwe bi dest xistin. Di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem de, Kurdistan bû çar perçe. Başûr û Rojava di bin desthilatdariya ereban, Rojhilata Kurdistanê di bin desthilatdariya farisan û her weha Bakurê Kurdistanê jî di bin desthilatdariya tirkan ku maka Împaratoriya osmaniyan bû de ma.
Li ser her welatî ala xwediyê wî, ango ala neteweya wî li ba dibû, ji bilî Kurdistan.
Ev yek tu carî li dil û mejiyê kurdan nebanî, tu carê kurdan vê yekê qebûl nekirin. Ji ber wê ye ku ji wê roja ku mîna bi kêrê bikin çar qet, dilê kurdan xemgîn bû û ji bo ji bin vê bindestiyê derkevin, ji bo ala wan jî li ser xaka wan î azad , bi serfiransî bête hilawestin, seranserê dîroka xwe bi xwîna xwe sor kirin. Hin jê berî Şerê Yekem ê Parvekirinê bin jî, heta niha bîst û neh caran dest bi şerê azadiyê dikin.
Ji wê rojê ye di dilê her kurdekî de, xewn û xeyala Kurdistaneke azad heye. 
Di vê kêliya dîroka ku gelek fen li kurdan kirin de; Başûr navê Kurdistan û mafê rêveberiyeke xweser bi dest xistiye. Rojava, bi awayekî defacto navê vîna xwe daniye “kanton” û her weha li vîna xwe, li rûmeta xwe xwedî derdikeve. Ji bo xaka xwe biparêze her kêlî û saet keç û lawên xwe yên ciwan dike qurban. Li rojhilatê welêt, farisên zalim li ser navê ola îslamê û bi zalimiya hezar salan, her roj mirovekî kurd bi dar ve dikin. Li bakurê welêt ku ev sî sal in bênavber şerekî dijwar  bi desthilatdaran re heye, nîqaşa çareserî, statû û her weha dahatûya kurdan ango reng û nav û şêweya ku dê li kurdistanê bibe tê kirin.
Ji ber ku hemû neteweyên ji Osamaniyan veqetî û li deverên din gelek netewe yan jî  civakên ku hejmara şêniyên wan bi qasî riba kurdan nayê, bûne xwedî nav, al û dewlet; gelê kurd ev sed sal e ku hesreta dewletbûnê di dilê xwe de mezin dike. Bi evîneke şewat peyva “Kurdistan” bi razeke nedîtî di dilê her kurdekî de bûye efsûn. Dema ev peyv tê bilêvkirin, mûyê kurdan dibe şûjin. Êdî kurdistan evînek e, agir e,  dişewitîne dilê dildarên xwe. Ku bêyî dewletbûnê kurd di nav bihuştê de bin jî ew ê her tim tî û birçiyê kirûya “Kurdistan” bin. 
Wekî kesekî kurdistanî, ligel ku ji xwedîbûna axeke sînorkirî bêtir, daxwazkarê jiyaneke hevpar, wekhev bi hemû gelên vê erdnigariyê me jî; ligel ku ji azadiya netewî bêtir kiymetê Didim azadiya kedê,  baweriya min bi desthilatdarên Kurdistanê yên faşîst nayê ku dê rê bidin encamekî bi vî rengî ku kurd li ser xaka xwe, bi navê xwe, di nav aştiyê de gezek nanî xwe bi rehetî û xweşî bixwin.  Û heta ew agirê di dilê kurdan de sar nebe, ango ala serfiraziyê li ser xaka wan li ba nebe;
Ne dagirkerên têrnexwar  dil dikin ku kurd azad bijîn,
Ne sekn û hedan bi canê kurdên serhildêr  dikeve,
Û ne jî rizgariya neteweya bindest û azadiya kedê ji hev cûda ye êfî,
Û weke her gavê, zagonên diyalektîkê di meriyetê de ne. Ji têkoşîna nakokiyan kîjan yekîtiya dijberan derdikeve, dê jiyan raxe, li ber çavan. 

Hin Nivîsen Nivîskar

KOFENDÎL

  • 26 Pûşper 2014

Rojhilat, Rojhilata Navîn; cihê destpêka ronî  û jiyanê, cihê destpêka şaristaniyê. Mirovî yekem car li vir, ajal kedî kirin, tov di axê de zêde...

Ji bo ziman liveke hêja

  • 22 Kewçêr 2010

Yek li ser a din, nêzîkî sedsalekê ye ku girik zêde dibin li ser zimanê min. Zimanê min; awaza dil û mêjiyê min. Nexşe û berhem û çand û...

DI FSM’Ê DE HÊVIYÊN MIN MEZIN BÛN

  • 27 Rezber 2011

Şer û pevçûnên çavnebariyê, bexîltî û çavsoriya dagirkeriyê, berjewendiyên neteweyî; gelek caran dibine sedema bindestiya hinên din. Ku di...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dawiya vê hefteyê li 6 bajaran çalakiyên çandî

ad

Bi kurdî: Av bingeha jiyanê ye

ad

Nêçîrvan Barzanî diçe Qamişloyê (Hat nûkirin)

ad

Diya Xelîl Xemgîn Zeynep Reşîd Mamed wefat kir

ad

Ji ber festîvalê çalakiyên li bajêr hatin qedexekirin

ad

Dema Bolt dest bi fûtbolê bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname