logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Kurd kirasê xwe didirûn

  • Dîrok: 17/06/2015
Welatê kurdan, ji deştên fireh û çiyayên ku bi lûtkeyên xwe ezmanî maç dikin; bi her du rûbarên dirêj ên ku mîna du guhanan şîr didin tejikên xwe; bi newalên kûr û zozanên kesk; bi bax û baxçeyên rengîn; bi ol û neteweyên cur bi cur, bihuşta neqişandî ye: Kurdisatan… Sedema qir û şewatan, encama şer û talanan, evîn, hesret, xewn, xeyal, mirad û şadîstana cangoriyan, kiras çiriyayî… 
Piştî birîna li Qesra Şîrîn ku bûbû du qet, di serê sedsala bîstem de, li bajarekî Ewropayê, Sykes picot û Lozanê,  li ser sifreya bi gur û rovî, wawik û keftaran ve dorpêçkirî bûbû çar qetên ji hev qutkirî. Û ji wê roja kambax, ev gelê bindest, çend caran rabûye ser piyan, serî hildaye, çend kur û keçên te, te şûştin bi xwîn û xwehdana xwe, çend caran di tariyên tîr, di bahoz û bagerên zivistanan de, xwestine ta bi derziyê ve kin û kirasê çiriyayî bidirûn?!...
Di xewleyên dîrokê de, di nav bager û bahozan de, di nav lepên hov de, kirasê kurdan çirandin, ji serî heta bi binî. Çipî tazî man kurd, tî û birçî man. Bûn penaberê welatê xwe, bûn mişextiyên welatên dûr û hey dûr. Perçiqîn,  bûn dîlên zindanan, bûn sêwiyên li ber dîwaran lê dev ji xeyalên xwe bernedan. 
Di kûrahiya tariya şevan de, di sermaya seqema zivistanan de, di germahiya dojehî de; li bihara xwe geriyan. Û îro bi xort û xamayên nestêle ku her yek beranberê cîhanekê ye û bûne ta û derzî, kirasê çiriyayê didirûn. 
Piştî Başûr, roj li Rojava jî hiltê; Stêrka Gelawêjê ya ku li ser Silêmanî û Hewlêr dibiriqe, li Kobanî û Amedê jî diçûrise, mîna roniya rojê, mîna rûyê yarê, mîna çirûskên di bîbikên dayê. Birîna kûr derman dibe, dilê şikestî cebar dibe. Bicebire hestiyê şikestî, ji Serhed heta bi Binxet.
Hindik ma welato, Şingal û Efrîn ji hev ne dûr e, di zik hev de ne Riha û Mahabad. Rabe kirasê dirûtî li xwe ke, kirasê bi keskesorê xemilî, bi ser bejna bilind û pêsîrên biber ve berde. Xwe berde nav dîlanê, serê govendê bigre. Rabe, tenê bi te sar dibe şewata dilê min, tenê bi te dikewite êşa ciwanên min kir qurban, bi te jibîr dibe, êşa sedsalan, de rabe û zû ke… 

Hin Nivîsen Nivîskar

DI FSM’Ê DE HÊVIYÊN MIN MEZIN BÛN

  • 27 Rezber 2011

Şer û pevçûnên çavnebariyê, bexîltî û çavsoriya dagirkeriyê, berjewendiyên neteweyî; gelek caran dibine sedema bindestiya hinên din. Ku di...

Li ser çûyîn-neçûyîna ROJAVA

  • 29 Rezber 2013

Li ser biryara Komeleya Nivîskarên Kurd û Pena kurd, bi qasî şazdeh nivîskarên kurd, di roja 27’ê meha rezberê ya sala 2013’yan em berê xwe didine Rojavaya ku...

BOYKOTA DIBISTANAN

  • 24 Rezber 2015

Wekî ku tê zanîn û di destpêka her sala perwerdehiyê de,  di raya giştî de tê nîqaşkirin, li hember serdestiya zimanê tirkî û qedexeya li ser...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji fûtbolê îro 5 nûçeyên derketin pêş

ad

Bazara Kedê ya Jinan mezin dibe: Du cihên kar ên nû hatine vekirin

ad

Dê bikaribin zêdetir azadiya komeleyan asteng bikin

ad

Gergerlîoglu: Me ev dîmen salên 90'an de dîtin (Hat nûkirin)

ad

Şampiyonên Almanya û Spanyayê diyar bûn

ad

"Welcome" û penaberên kurd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname