Diyarname
Rojnameger û nivîskar Çetin Altan îro li Stenbolê hatin oxirkirin. Altanê ku di sala 1946'an de di rojnameya Ulus de dest bi rojnamegerî kir, heta kêliya dawî jî dewam kir.
Çetin Altan di 22.06.1927'an de li Stenbolê hatibû dinê. Wî Lîseya Galatasaray xwendibû, dûre li Enqereyê xwendina xwe li Fakulteya Hiqûqê temam kiribû. Di salên 1943-44'an de helbest û ceribandinên wî di Çinaralit, Varlik, Îstanbul û Kaynak de hatibûn weşandin û yekem qirtûka wî jî bi navê "Uçuncu Mevki" di sala 1946'an de hatibû weşandin. Wî heman salê di Ulusê de dest bi rojnamegerî kir û ji wê rojê de heta îsal (herî dawî di Milliyetê de dinivîsand) ev xebata xwe domand. Ew yek ji qunciknivîskaran e ku li dinyayê yek ji yên herî zêde quncik nivîsandiye ye.
Altanê ku di navbera salên 1965-69'an de di Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) de mebûsî kir, li Tirkiyeyê ew yekemîn kes e ku biryara destnedana mebûsiyê ya wî hatiye rakirin û dûre ev mafê wî bi paş ve hatiye dayîn.
Bi dehan pirtûkên wî derketin. Ji van hin li zimanên swedî, yewnanî, bulgarî, spanyolî, romenî hatine wergerandin.
Di jiyana wî de ji 300'î zêdetir doz lê hatin vekirin, du salan di girtîgehê de ma.
Wî herî dawî îsal di meha pûşperê de ji bo rojnameya Cumhuriyetê nivîsek nivîsî û wisa got: "Welatê ku me xeyal dikir û dixwest ji bo neviyên xwe bihêlin ne ev welat e. Wisa dixuye ku berî em bibînim demokrasî hatiye welatê min ezê ji vê dinyayê herim. Lê hûn bixebitin, dest ji têkoşînê bernedin, dema hûn ji vê dinyayê veqetin hûnê bikaribin tehma 'welatê ku me dixwest me ji bo neviyên xwe hişt'." Belê bêyî bibîne demokrasî hatiye Tirkiyeyê roja 22.10.2015'an xatir xwest. Cenazeya wî roja 23'yê mehê li Goristana Zîncîrlîkuyu hate definkirin.
Di merasima cenazeya wî de ji mebûsên HDP'ê heta yên CHP'ê, ji rojnamegeran heta nivîskaran, heta lîstikvanan gelek kes hebûn.
Hin gotin
Li ser Altan gelek tişt hatin gotin. Vane hin ji wan:
- Keça wî Zeynep Balkan: Hestên min tevlihev in, ez bawer nakim... Bavê min bû... Yên ku bavê wan nemiribe niha nikarin min fêm bikim."
- Mehmet Altan: Helbet ez gelek xemgîn im. Ew ji bo min gelek bi qîmet bû, hem wekî bav, hem wekî Çetin Altan.
- Pêşkêşvan Halit Kivanç: Ji bo min ji çend nivîskarên girîng yek bû. Şîrînê dinyayê bû. Bi kêf, bi ken pêşwazî li bûyeran dikir. Niha hêstiran bi me dide barandin. Nivîskarekî wekî Çetîn Altan zû bi zû nayê dinyayê.
- Lîstikvan Demet Akbag: Ji bo Tirkiyeyê serdemek bi dawî bû. Hemû ciwaniya min, hemû zarokatiya me bi xwendiya welatê ku wî xeyal dikir derbas bû.
Û bîranînek ji rojnameger Rahmi Batur: Piştî rojnameya me hatibû bombekirin me kovara "Ozgur Yaşam" derxistibû, ji bo hevpeyvînê bikim ez çûm cem Çetin Altan, pêşî ji min pirsî "Ozgur Yaşam" (Jiyana Azad) çi ye, dûre pirsên din hatin qala bîranînek xwe kir. Di dema erdheja Gimgimê de zilamek li bin konê bi wî re eleqedar dibe, paşê ew hîn dibe ku di heman demê de cenazeya keça wî dihat definkirin. Altan piştî qala bîranînek xwe ya li zilamekî fransî jî kir got, "Her du jî kesên bi esil bûn. Kesên bi esil li her derê biesl in, ev li Kurdistanê be jî bi esl e, li Fransayê be jî..."
Ez ketim navberê:
- Te got Kurdistan, ev ne sûc e?
- Sûca çi çi eleqe, ev pînaseyek erdnîgarî ye, çima sûc be? Ez mirovek hiqûqnas im, ez bi zanebûn sûcê dikim? (Ev beş ji Faceya Batur hatiye girtin)