'Efsaneya Yaþar Kemal' li vîzyonê ye
Diyarname
Vê hefteyê sê jê ji Tirkiyeyê û 5 biyanî ku yek jê anîmasyon e ketin vîzyonê. Em belgefîlmê derhêner Aydin Orak "Efsaneya Yaþar Kemal" û ji yên biyanî jî "Last Flaf Flying" derdixin pêþ û pêþniyar dikin.
Yaþar Kemal dîsa li pêþ me ye
Yaþar Kemal ku emrê xwe li ser rêya nivîsê borand, bi nivîs, paþê bi romanên xwe bû efsane di 2015'an de xatir xwest. Ew çû lê nav û berhemên wî li dû man. Niha ew bi belgefîlmekî li rojevê ye. Belgefîlm ji aliyê derhênerê kurd Aydin Orak ve hatiye kiþandin û belgefîlm îro ket vîzyonê. Halil Ergun û Ece Guneþ deng daye belgefîlm.
Belgefîlmê ku berê beþdarî festîvalan jî bûye ji bûyîn heta mirina wî carinan ji devê wî, carinan ji devê heval û hogirên wî, bi kurt û kurmancî efsanebûna Yaþar Kemal derdixe pêþberî sînemahezan.
Têkoþîna wî, jiyana wî ya wêjeyî, ya civakî, bûyerên ku mohra xwe li demê dane... Belgefîlm bi zimanê sînemayê van kêliyan pêþkêþî temaþevanan dike.
Vane fîlmên din ên vê hefteyê:
- Mission: Impossible – Fallout / Derhêner Christopher McQuarrie
- Last Flag Flying / Derhêner Richard Linklater
- I Kill Giants / Derhêner Adrens Walter
- Madame / Derhêner Amanda Sthers
- Deep / Derhêner Julio Soto Gurpide (fîlmê anîmasyonî)
- Kabir Azabi / Derhêner Arkin Aktaç
- Dort Koþeli Uçgen / Derhêner Mehmet Güreli