Li dinyayê li welatekî dema hikumet dixitime, dema welat dikeve tengasiyê pêşhilbijartinê li dar dixin. Hikumeta nû karê xwe didomîne. Werin em binêrin ka li cem kurdan ev çawa dimeşe.
Mijara me hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe ye.
Li Herêma Kurdistana Federe herî dawî di sala 2018'an de hilbijartin li dar ketibû. Li gor biryarê divê di 4 salan carek de hilbijartina parlemenê li dar bikeve. Ev yek jî tê sala 2022'yan. Binêrin çi bû?
- PÛŞPER 2022… Dema hilbijartinê ev e, divê hilbijartin li dar bikeve. Lê li dar neket. Wê kengê li dar bikeve, biryar dan ku meha 10’an li dar bikeve.
- 01.10.2022... Ji bo vê rojê Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî biryar name îmze kir ku vê rojê hilbijartin li dar bikeve, lê wê rojê jî hilbijartin li dar neket. Sala 2022’yan wisa, bê hilbijartinê xilas bû.
- 2023: Di 6 mehên pêşî yên salê de partiyên kurdan ên Başûr li hev nekirin, hilbjartin çênebû.
- 03.08.2023… Di van 8 mehên pêşî de tiştek neguherî, îro biryar dan sala bê, yanê sala 2024’an hilbijartin li dar bikeve. Biryar ev bû: Wê roja 25.02.2024'an hilbijartin li dar bikeve.
- 25.02.2024: Carek din hilbjartin li dar neket.
- 03.03.2024: Biryar hat dayîn ku roja 10.06.2024'an hilbijartin li dar bikeve.
- 10.06.2024… Dîsa hilbijartin li holê nîn e. Ma kengê, niha jî qala meha 10’an a 2024’an tê kirin.
Di vê navberê de PDK’ê roja 18'ê adara 2024'an ragihand ku ew dê beşdarî hilbjartina ku îsal li dar bikeve nebin. Sal û nîv berê divê hilbijartin li dar biketa, li dar neketiye, ya niha jî PDK boykot dike. Çima? PDK dibêje, "Ji ber kotayên kêmareyan hatine betalkirin."
Çi bûbû? Roja 21’ê reşemiya 2024’an Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê hejmara kursiyên Parlamena Kurdistanê 11 heb kêm kiribû. Li Parlemena Herêma Kurdistanê 111 kursî hebûn. Ji vê 100 kursî ji bo hilbijartinê, 11 kursî jî ji bo kotayên kêmareyan bûn. Ji van 5 kursî ji bo tirkmenan 6 kursî jî ji bo xiristiyanan (Ji bo Keldanî-Suryaniyan 5, ermeniyan 1) dihat veqeandin. Ew kotayên kêmareyan bûn ku dadgehê betal kirin. PDK dibêje “Ev bê edaletî ye, ji ber vê yekê ez beşdarî hilbjartinê nabim.”
Dema mirov wisa lê binêre, çi biryareke di cih de, çi biryareke pîroz e, ne? Bi rastî jî wisa ye? Na. Çima? Ji ber ku jixwe ev sal û nîv bû hilbijartin li dar neketibû û kota ji nehatibûn betalkirin, dîsa jî PDK ku li Başûr partiya yekemîn e, hikumet û Serokatiya Herêma Kurdistana Federe jî di dest de ye biryara li darxistina hilbijartinê nedabû. Berevajî, her bi paş ve avêtibû. Niha kotayan sedem nîşan dide. Kî bawer dike? Nizanim.
Û niha: Tam bû 2 sal û 2 meh li Başûr hilbijartinên Parlemena Kurdistana Federe li dar neketine. Dema mirov wisa binêre: Tam 2 sal û 2 meh in hikumetek ne meşrû li ser kar e. Tam 26 meh in mebûsên heyî, wezîr û serokwezîr bêyî heq bike meaşê distînin. Tam 26 meh in belkî ji 110 mebûsên heyî nîvê wan, yan jî beşek ji wan ên nû bihata hilbijartin û niha heqê wan tê xwarin.
Ev jî heye: Di salên berê de jî hilbijartinên Başûr di dema xwe de li dar neketine. Herî dawî di sala 2018’an de hilbijartina parlemenê li dar ket, lê ev hilbjartin divê 2017’an de li dar biketa, hatibû paşxistin. Di sala 2015’an de bêyî hilbijartin li dar bikeve Hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo du salan hatibû paşxistin, bêyî hilbijartinê Serokatiya Mesûd Barzanî ji bo du salan hatibû dirêjkirin.
Bi kurt û kurmancî pêdiviya kurdan bi pêşhilbjartinê heye, lê ew paşhilbijartinê dikin. Bi vî awayî wê kî bawer bike ku kurd ber bi demokrasiyê ve diçin? Axivî, me tiştek din hînê dinyayê kir.
**
Ji bo guhdarîkirinê:


