Diyarname
Heyeta DTP'ê îro piştî çû ser gora Mele Mistefa Barzani, bi Mesut Barzanî re hevdîtineke pêk anî.
Heyeta DTP'e ku ji Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna, mebûsên DTP'ê Osman Ozçelîk û Sabahat Tuncel, endamê MP'ya DTP'ê Abdullah Demîrbaş, tê ji duh de li Başûr in.
Heyet îro çû ser gora Mele Mistefa Barzanî û dûre li Selahedînê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî re hevdîtineke pêk anî. Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Parlemena Herêma Kurdistana Federal Kemal Kerkûkî, Wezîrê Karên Hundir Kerîm Sîncarî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Dr. Fuat Huseyîn, birayê Barzanî Sidad Barzanî jî amade bûn.
Di hevdîtinê de pirsgirêkên herêmê hatin nîqaş kirin, li ser têkiliya pêşvebirina bi Herêma Kurdistanê re, çareseriya pirsirêka kurd a li Tirkiyeyê ya bi riyên demokratîk, vederkirina çareseriya şidetê ya li hemberî pirsgirêka kurd hate axaftin û hate gotin ku li hev kirineke çêbûye.
Her wiha hate gotin ku nêrîna, "Bila êdî tu kes ji pevçûna nav kurdan hêvîdar nebe, lewre kurd êdî di nav xwe de şer nakin" ji hevdîtinê derketiye.
Heyeta DTP'ê sibê dê derbasî Silêmaniyê bibe û bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtinê pêk bîne.


