NAVENDA NÛÇEYAN
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û nûnerên TEV-DEM’ê li başûrê Kurdistanê bi Cîgerê Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mc Gurk û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiyan. Hate ragihandin ku di civînê de PYD û TEV-DEM li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî wekî nûnerên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatine qebûlkirin.
Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê ji çavkaniyên siyasî yên herêmê girtine, civîn îro li bajarê Selehedînê pêk hat. Di civînê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê û Cîgirê Nûnerê Taybet ê Obama yê Rojhilata Navîn Brett Mc Gurk, nûnerên Amerîkayê yên dosyaya Sûriyeyê, sefîrê Amerîkayê yê Iraqê, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Ebdulselam Mistefa, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê li Başûrê Kurdistanê Dr. Mehemet Reşo, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Berpirsê Hêzên Parastinê yê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûat Hisên û hinek generalên Amerîkayî amade bûn.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku civîn bi armanca pêşxistina têkiliyên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatiye lidarxistin.
Li gorî agahiyan di civînê de PYD û TEV-DEM li Sûriye û rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî wekî nûnerên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatin qebûlkirin.
Tê payîn ku PYD di rojên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide raya giştî.


