Hûn rûniştîne, hevaleke we tê cem we. Pêşî hûn fêm nakin mesele çi ye, dûre hûn ferq dikin ew wekî çivîkek hatiye xwe daniye û hûn li bendê ne peyv birijin ji wê devê biçûcik...
Ew yekem car e evîndar dibe. Dilê wê dike pitepit, dengê pitîniya dilê wê tê guhê we, hûn kêf dikin. Kenek sivik li lêvên we xwe dipêçe, hûn lê dinêrin, ew ne dizane rûne li hember we, ne dizane tiştekî bibêje, ne jî tebat pêre heye.
Evîndar e... Yekem car...
Miheqeq hûn dizanin yekem car evîndar bûn tişteke çawa ye. Dibe ku di salên dibistana navîn de, yan di lîse de hûn yekem car evîndar bûne; di wê kêliyê de we lêvên xwe hêdîka danîne ser lêvên wê û ew kêlî wekî tema hungivê Şemzînanê di bîra we de maye.
Dibe ku piştî wê kêliyê we gelek evîn li dû xwe hiştibin, lêvên we yên bi baskên çivîkan xwe li gelek şaxên lêvên sor, yên gilyasî danîne û we her tim tahm kiriye ji hungivan, ji hungivên wekî yên Şemzînanê... Hûn di çi rewşî de bûn, niha hûn di çi rewşî de ne ez nizanim, lê ez vê dizanim: hevala li hemberî min rûniştî tebat pêre nîn e...
Na, ew ne keçikek xwendekara dibistana navîn, yan jî ya li lîseyê ye. Wê lîse ji zûde xelas kiriye, dev ji zanîngehê berdaye...
Temen çi dibe bila bibe, ne girîng e; ew yekem car e evîndar bûye û niha li hember min nizane dê destê xwe deyne ku derê, wê li kîjan alî binêre, dê çi peyvî bibêje...
Ez bi keneke sivik lê dinêrim, bişirîneke şêrîn di tema tûyên sor ên şêrîn de xwe li ser lêvên min daniye û ez ji halê wê kêf digirin. Tam di wê kêliyê de min ferq kir ku çavên wê dibiriqin, çavên wê dikenin û yê min jî her bi vî awayî... Dema ez bi vê halê dihesim ku ew jî êdî jê haydar e, ez dikenim, dicoşim, ew şerm dike, rûsor dibe, xwîna wê dikele.
Heta niha her di bêrîka min de peyv hebûn. Ez hinan jê derdixim, xerc dikim wekî pereyên hûrik; peyv gêr dibin, difirin li hewa, ez dîsa dikenim. Lê ew hêrs dibe ji kena min. Na, ne hêrsûbeneke xeyidok, hêrsbûneke şermok, yeka dixwaze pêşî li peyvên min bigire, lê na, peyv ê min in, ew jî hevala min e û kêliya evîndariya yekem hatiye bûye mêvanê me li ser sifriyê galegalê...
Vê carê ez dev davêjim henekan, "Heyran, tuyê evînê pê çi bikî?" Lê ez bi xwe jî dizanim evîn şaxeke delal e, şaxeke her li benda çivîkekê…
Di kêliya ku min gelek kêf jê girt de, çavên wê her li têlefona wê ya bêrikê ye. Gavek din wê kurik lê bigere û dê herin hev bibînin.
Ew hevaleke min a baş e. Hema bêje li ber me mezin bû. Ez kesê yekem im ku bi vê tiştê dihesim. Ez dixwazim dema têlefon hat pêre herim û wî kurikê bi siûd bibînim, lê ew naxwaze.
Henekên min dîsa dest pê dikin, "Ma ez werim bibînim dê çi bibe?", "Binêr ez ne ecibînim, ez destûrê nadim ha" û gelek peyvên wisa didome... Zingila têlefon lê dide, em bi hev re derdikevin, wekî haya min ji tiştekî tune, em silavê li kurik dikin, ez dibêjin, "Karê min heye, ezê herim" û li nav kuçeyê ez winda dibimn, wan bi tenê dihêlim...
Di rê de ez fikirîm, min xwe gelek siûd dît... Bi min wisa hat ku mirov bibe şahidê evîndariya keseke, evîndariya yekem...
Duh min ev şahidî kir...
Hevaleke min hat, kêliya evîndariya xwe ya yekem bi min re par ve kir.
Û ev nivîs derket holê.


