logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Koloniyê nivîsê, kolonyalîstê memikên Venusê

  • Dîrok: 13/04/2025

Ji bo guhdarîkirinê:

 

 

Ez dibim kolonîyê nivîsê, 
ew dibe kolonyalîstê memikên Venusê

În- Îşev hundirê serê min tijîtir e ji çaydankê demkirî. Min dil heye her cara qedehek çayê ji çaydênk dagirim, qedehek gotin jî ji çaydankê serê xwe bidim spîbûna tî ya wordê. 
Lingekî min li odê, lingekî min li pêjgehê. Hasilî kelam barbariya min xwîna çaydênk gişk vexwar, lê çikûsiya çaydankê serê min gotinek bi tenê jî nerijand qedeha wordê.
Vê şeva tarî, şîrqeşîrqa birûskan razayî, baran li ser doşeka erdê westiyayî, zikê min bûye çaydankekî tijî, feqet qedeha wordê ji çaydankê li ser ocaxê valatir e hîn jî. 
Bêçaretiya min dibêje, “Hey Vladimir Jankêlêvitch ê xemsar, hela Îroniya vî halê min ê berbat jî bike, carekê!”
Camêro xwe ji Venusa Bi Kurk re kiriye kurk, ne dengê min dibe xwe, ne çavên Sacher Masoch ji ser xwe û memikên Venusê dibe.
Bêçaretiya çavên min dikeve çavên Masoch û bi palgehê re şoq dibim – pişta min rûyê palgehê şûnde dahf dide, bo quloçên di çavên Masoch de şîn hatine palgehê nekin çarmîx ji min re.
Quloç dibe îroniya seqakirî û zikê serê min bi şevê re qul dike.
Kêfa min ji sirgûnê vedigere. Destê xwe diavêjim qedeha çayê, wekî îroniya quloçên çavên Masoch, ji dêvla qedeha çayê qutiya bîrayê bi destê min ve tê. 
Û gotin ji serê min ê qulbûyî dirijin qedeha wordê. Noş be ji min û te re, Vladimir Jankêlêvitch. Ez dinoşim bîrayê, Vladimir Jankêlêvitch jî dinoşe memikên Venusa Bi Kurk. Ez dibim koloniyê nivîsê, ew dibe kolonyalîstê memikên Venusê.
Bibore Venusa Bi Kurk, destê min ê gunehkar wekî nivîskarên berî xwe yên vê dinyaka biçûçik kitêba Îronî danî ser dilê te û tu jî wekî kitêbên li bin ên berî xwe bû kolonî.   
Hey gidî, ev dîktatoriya destên nivîskaran çi îroniyeke rijî.
Çavê kompîturê dibe stêrkeke westiyayî. Serê min dibe çavekî xew jê rijîyayî. Hindik maye meleyê cîran ji hembêza germ a jinikê rabe û xwe biavêje hembêza cemidî ya camiyê.
Ez di bêxewiya xwe de şiyar im, dinya di şiyariya xwe de xewar. Bonkêriya zemên hew layiqî xwedê ye. Lewra xwedê bêkar e, ez jî karker.
Hişê min ê kolonyalîst dibê, “Gerek zû razêm.”
Tilîkên min ên bindest dibên, “Bise em cixareya dawî dipêçin.”
Lêvên min ê faşîst dibên, “Heta em rihê vê cixarê venexwin, kes nikare razê.”

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Welatê Dî

  • 08 Sermawez 2024

Ji bo guhdarîkirinê:       Çarşem - Gava trên çû peron vala ma.                 Cîps hebûn li cihê zarok lê.              ...

Şevnivîsk

  • 07 Gulan 2025

Ji bo guhdarîkirinê:     Wexta ciwan bûm, gotinên min pîr bûn. Piştî ez pîr bûm, gotinên min ciwan bûn. Şemî – Min xwe li hundirê kitêbxaneyê, li pişt masê hiştiye û çûme seyr û sefera wê...

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • 21 Sibat 2026

Ji bo guhdarîkirinê:       ez ê nebim terzî qelema min ê nebe derzî û ez ê vê dinyaya qetiyayî pîne nekim… Li gor gotina dîwarên mizgefta li pişt mala me:  Xwedê xwedî ye  li gor...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî

ad

Seroka IMF'ê: Ji sisêyan yekê aboriya dinyayê dê bikeve resesyonê

ad

Xelatên Festîvala Yilmaz Guney hatin belavkirin

ad

Serokê Festîvalê Sozerî: Em dibêjin ji bo her kesî edalet

ad

Grûba Vate Amed de kom bî

ad

Li ser şîroveyên hemberî Hegel çend bersivên girîng

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname