logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Welatê Dî

  • Dîrok: 08/11/2024

Ji bo guhdarîkirinê:
 

 

 

Çarşem - Gava trên çû peron vala ma.

                Cîps hebûn li cihê zarok lê.

               Ev bêdengî, piştî pêkhatina sûc, wek bêdengiya di 

              nava dest û kêrê de bû. (Herta Muller)

 

Di romana Rêwiya Bi Lingekî ya Herta Muller de, qerektera koçkirî (Îrene) bêyî ling û bedena xwe ji hev veqetîne, lingekî xwe li welatê dî (Romanya) hiştiye, lingê din ew aniye Almanyayê. Ev rastgotina çewtgotinê ye helbet. Lewra lingê wê yê esil Welatê Dî ye û ji ber pêşnavê koçê sirgûn e, ji neçarî lingê hebûna xwe li pişt xwe hiştiye. Na na, Welatê Dî (welatê jê koç kiriye) û welatê koçî wir kiriye bi lingê xwe ve girê daye, da zemanê borî û mirî karibe bê pasaport bi wê re derbasî Almanyayê bibe.

Îrene welatê xwe hildigire û koçî Almanyayê dike. Îrene li banqa îstasyonê rûdinê û li trênan temaşe dike, her trênekê bi kêmanî du welat hilgirtiye – yek welatê xwemalî, yê din tim Welatê Dî. Ji her trênekê du welat peya dibin li îstasyona jiyanê, çavên Îrene lê. Di îstasyona çavên Îrene de Welatê Dî, hemû rengên xwe yên şûna şopa dîktatoriyê li eniyê bi xwe re aniye welatê xwemalî yê ew lê. Koçkirina Îrene ne tenê ji ber dîktatoriyê, belbî jî zêdetir ji ber îdealîzekirinê pêktê. Li gor qinyeta wê, îdealîzekirin pûtperestî ye û Îrene newêre derê baholê xwe veke. Heger derê bahol veke, pûtê îdealîst wê ji bahol derê û zindîbûna qusûrên kabokên wê bixwe. Zarokekî kurd jî ne li cem wê ye, da jê re bêje, Baş e tu ne qerektera Mehmed Uzun î, yan na tu yê jî biba pûteke îdealîzekirî û te yê gewdeyê edebiyatê bixwara çênî bi çênî.

Noş be Herta! Ev bîraya Bremen min serxweş nake bi qasî çavdêriyên Îrene, çima?

Pasaporta Îrene wekî ya pûtan ne kesk e, loma.

 

Îrene ji pêlikên kitêbê dadikeve, sola wê mohrên qetiyayî li ser maseya min dihêle.

Dibêjimê, “Rojekê maseya min birize, mohrên sola te wê hilkişin di refika jor a kitêbxaneya min de bi cih bibin.”

Îrene bi meqesê ava edebiyata koçê dibirre, laşê min bi avê re dirije kulma wê.

Tu mishefa min a Reş î Îrene.

Îrene mislixa tilîka xwe ya eşhedê vedike, şerbeta qisûran diherikîne ser lêvên min. Lêvên min dibin asêbûna welatekî, şopa dîktatoran pê neketî.

Îrene zincîra bêrîka sînga min vedike, dikeve hundir û pûtên îdealîzekirî ji sînga min bar dikin, dibin koçberên kitêbên refikên binî yên kitêbxaneya min, da careke din di bin siya tilîkên min de neeciqin.

Dîktatorî lehî ye, Îrene. Te ji cihê te vediqetîne û dibe cihekî dî. Heke tu karibî bi saxî welatê xwe jî bi xwe re bibî, dîktatorî wê bi tenê bimîne li bêwelatiya xwe ya bixwe dagir kiriyî.

 

Mêrik zikopişto xwe li ser avê dirêj kir. Îrene av jî bi meqesê birî û ew derxist. Mêrik ket kefa destê wê.

Îrene kaxiz li hev pêça û mêrik xist nava kaxizê. Mêrik wekî xwe li ser berfê dirêj kiribe. Êdî ji bo wî pirr dereng bû. Dişibiya dema borî. (Rêwiya Bi  Lingekî)

 

Herta Muller koçê marûzî germa gotinê dike, koç di dojeha gotinan de dihele, şewqa gotinan çavan diqemişîne, perdeya tariyê dikişe  ser şewqê û koç wek rojeke biçûk dibiriqe li wê, li bêwelatiya metnê.

Paşê Îrene dît, nasên wê bajarê lê dijîn li pişta xwe kirine. (Rêwiya Bi  Lingekî)

 

Însan bajaran li pişta xwe dikin, bajar jî welatan.

 

Hingî Marburg dûr bû, tenê navê wê mabû. Navê di nexşeyê de ji Frankfurtê biçûktir bû. Bajar bi qasî neynûkên Îrene bû. (Rêwiya Bi  Lingekî)

 

Îrene tevî bajarê xwe sirgûnî ye. Êdî navê welatê wê Welatê Dî ye. Welatê Dî li cihê xwe sirgûnî ye, Îrene û bajarê xwe di sirgûniyê de li cihê xwe ne. Na ne welê ye. Hişê min jî wek koçê tevlîhev e niha. Belkî jî Herta Muller wateya koçê serobino kiriye û pirwatebûneke din lê bar kiriye. Yan na çima di edebiyata wê de koç bi qasî jiyanê sax e û di edebiyata Mehmed Uzun de koç bi qasî mirinê bê liv û lebat e?

Ji kerema xwe re bêje, Herta Muller, çima koç di edebiyata te de grotesk e û di edebiyata Mehmed Uzun de tragedya?

Dilopa dawî ya bîrayê ji qedehê niqitî ser lêvên Hertayê, çavên min bûn du berdûşên serxweş li kolanên Bremenê. 

 

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Qesasê Zemanê Xwe

  • 21 Sermawez 2024

Ji bo guhdarîkirinê:   Pêncşem – Di metnên edebî yên rîskhez de gotin tsûnamiyên organîk in, di aramiya xwe ya herî zîz de jî tim ji bin ve êrîşî zimên dikin. Kirtekirt ji koka zimên tê, ziman ji...

Dinya Di Kefa Destê Kobanî de Dizîvire

  • 29 Avrêl 2024

Yekşem - Gotin puroyê dikişînin, spîbûna dûxanê spîbûna rûpel dagir dike, nivîs dikuxe û gotin dibin ejderha. Lingên min hildikişin ser masê, kitêba Yên Têknaçin a William Faulkner ji ser kitêba K. a Roberto...

Hin nivîsên H. Kovan Baqî ku di beşa SERBEST de hatine weşandin

  • 10 Berfanbar 2023

Nivîskarê me H. Kovan Baqî ji bilî nivîsên di quncikê xwe de nivîsandin, hin nivîsên wî di beşa SERBEST de jî hatibûn weşandin.Ji bo wekî notek...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Muslîm: Bi lezgînî pêdiviya Rojava bi alîkariyê heye

ad

Hejmara Yekem a Rojnameya Kurdistan!

ad

Di çalakiyan de peyama 'Em hemû wekî Elçî difikirin'

ad

Grammy: Beyonce di 9 hetan de berendam a

ad

Şengal hat rizgarkirin

ad

Ev pirtûk neyê xwendin nivîsên wê jê diçin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname