Maka du çêlîkan wekî hercar ji hêlînê xwe derdiket û vê carê ber bi rojhilatê Cizîrê ve firî û berê xwe da çiyayê Cudî, dê bi qonaxa sê rojan bifiriya û li mal vegeriya. Çêlikên kevokê jî di nav asîmanan de maka xwe şopandin heta ku maka wan di nav asîmanan de noq bû.
Piştî çûyîna kevokê li bajarê Cizîra Botanê rojeke ne wekî her rojê dest pê dikir, di her kolanê de lebat û tevgera mirovan zêde dibû, çêlikên kevokê bi matmayî li mirovan dinêrin. Dem ber bi piştî nîvro ve diçû û êdî hêdî hêdî kolan xalî dibûn. Piştî reş kete erdê bêdengiyeke bi heybet serdestî bajarê Cizîrê bû. Her şev wê demê dengê lîstikên zarokan rê nedida ku kevok di hêlînên xwe de aram razên... Lê wê şevê şeveke xerîb bû û Cizîr nas nedikir!
Di nêzî nîvê şevê de çêlikên kevokan bi dengekî behtirîn û ji hêlîna xwe hilçenîn. Gurmîniya ku hêlîna kevokê hejand dengekî nû bû li guhê çêlîkan diket û ew dibehitîn. Her du çêlîkan bi çengên xwe yê nûçêbûyî xwe bi hev ve şidandin û hawara xwe digihandin dayika xwe... Lê dengê gurmînî li ser gurmîniya wê şevê ji hêlîna çêlîkên belengaz xilas nebû û wê şevê li ber wan bû şeva man û nemanê.
Piştî du rojan nêzî saeta êvarî maka kevokan li ser asîmanê Cizîrê xwest xwe berde jêre û ber bi hêlîna xwe ve biçe. Lê ewr û dûmana reş a li ser Cizîrê re wekî mijê rê nedida ku maka du çêlîkan xwe bigihîne hêlîna xwe û çêlikên xwe biparêze. Çend saetan li raserî bajarê Cizîrê geh li vî alî û geh li aliyekî din bê tebat difiriya û nedikarî ji gurme gur û dûmana reş xwe nêzî hêlîna xwe bike. Piştî nîvê şevê deng hinekî kêm bû û kevokê bi lez xwe ber bi hêlîna xwe ve berda û çû, lê dema gihîşt taxa halîna xwe êdî nedizanî çawa hêlîna xwe bibîne, kolan ne wekî berê mabûn û gelek avahî wêran bûbûn. Bi hemû hêza xwe li dora kolanan firî û diçû û dihat lê hêlîna xwe nedidît. Ne rengê avahiyan mabûn ne jî nîşanên kolanan mabûn, her tişt li ber çavê kevokê wekî reş xuya dikir..!
Deh rojan kevoka maka du sêwiyan li ser bajarê Cizîrê re firiya û her firiya, lê...
Ez vê çîrokê diyarê 1 Rezberê/Îlonê Roja Aştiyê û hemû kevokên azadiyê dikim.


