logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

Mîrza Ronî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mîrza Ronî

Mîrza Ronî

Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

  • Dîrok: 11/03/2023
Îro ez dixwazim camêrekî ku navê wî Şevger Çolo ye bi we bidin naskirin û têkiliya wî çawa bi provekariya li hember min re çêbû ye, bînim ziman. 
Şevger Çolo wekî ku ji navê wî diyar e şev û roj digere, ajokar e û di qada navneteweyî de ajokariya lojistîkî dike. Lê taybetmendiyên Çolo bi ajokariyê naqedin. Camêrek pir reng e ku bi cil û bergên kurdewar jî her tim balê dikişîne ser xwe! Di kîjan gumrika sînorên re derbas bibe karmendên jin bi wî re wêneyên xwe dikişînin. Bo ku Çolo bi kofiya serê xwe, bi şal û şapikê xwe û bi kopalê destê xwe rengê xwe yê kurdewarî li rûyê kesan dide û bala her kesî tîne ser xwe. Gelek caran bûme şahid ku dema em bi Çolo re di nav kolanên Cizîrê de digeriyan her kesî li Çolo dinêrî û kesî li me nedinêrî. 
Îca Çolo helbestvan e jî û çîroka Apê Reşît jî dinivîse. Her wiha Çolo car caran bela xwe li kesên ji rê derketî jî dide. Rengîniya Çolo ne ya îro ye jî, Çolo demekî li Almanya jî maye û pirçand e, evîndarê kurdî û şopdarê wêjeya klasîk a kurdî ye. Hevalên wî yên ajokar wî baş nas dikin û dema Çolo bi cil û bergên kurdewar li ser dîreksiyona tirimpêlê dibînin keyfa xwe jê re tînin. 
Şevger Çolo ji gundekî Cizîra Botanê ye û heta niha li gelek cihan jiyaye. Lê herî zêde tolika gundan xwariye, bi sîrika koçeran mezin bûye û gelek kereng çinîne. Bo ku di rihê wî de tovê çandê hatiye çandin jiyana wî li ser çandê şîn daye û bi wê çandê li her qadê dijî. 
Îca ez bêjim, ev Çoloyê me, van rojan bûye bela serê min û bûye provakator li ser serê min! Belê ka ji we re vî hêla Çoloyî porokatoriya li hemberî min bînim ziman da ku hûn Çolo baştir nas bikin û dibe ku hûn bela wî jî ji min vekin! 
Mixabin ji ber şertên mecbûrî ev demeke ez li welatê Swîsreyê dijîm û li vir penaber im. Wekî gelek kesên ku li xeribiyê dijîn ez jî êşa bêrîkirina welat gelek dijîm û hestên li ser axa Cizîra Botan min sermest dikin. Îca Çolo ev çend rojin min proveke dike û bi hestên min ên bêrîkirinê dilîze. Çolo dizane ku ez gelek ji sîrik, nanê tenûrê, şişik û sîrûhêkê hez dikim. Her cara Çolo li gund van xwarinan çêdike û berî ku bixwe, wêneyên wan ji min re dişîne, li min digere û bi xwarina wan xwarinan dilê min digivêşîne. Wêneyê hevalê min digire û ji min re dişîne. Li cihên bîranîn li min digere û ji min re qala wan rojan dike! Îca ez çi ji Çolo û van provakasyonên wî bikim?! Hawar ji derdê Çolo ku bi hestên min dilîze...  

 
Ji bo guhdarîkirinê: 
Hin Nivîsen Nivîskar

Ez û siya xwe

  • 08 Sibat 2024

Roja şemiyê ewrên tenêtiyê xwe li ser serê min kom kiribûn û daxwaza ji mal derketinê li min dikirin. Heke min bi ya wan nekira dê hestên tenêtiyê...

NIVÎSKARIYA ZIMANÊ KURDÎ

  • 26 Pûşper 2021

Nivîskar, nivîskarî! Dema hin mijar di nav ramanên mirov de beloq dibin, êdî mirov nikare xwe ji wan mijaran rizgar bike. Heta ku mirov li ser wê mijarê xwe qanih neke dê ew...

Mîrza Ronî kî ye?

  • 19 Adar 2021

DiyarnameNivîskarê ji Cizîra Botan Mîrza Ronî bi nivîsên xwe beşdarî qunciknivîskarên Diyarnameyê dibe. Ewê li ser tevna Botanê, binivîse. Hinek...

Hemû Nivîsen Mîrza Ronî

Mîrza Ronî kî ye?

Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Xwendina xwe ya fermî heta zanîngehê Zanîngeha Mêrsînê Beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandiye.
Di sala 2008’an de li Cizîrê dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji bo xebatê ziman pêşengî dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Piştî berdanê ligel hevalên xwe kovara “Hawara Botan”ê derxistiye.
Di navbera salên 2011-2015'an de dîsa li girtîgehê maye û piştî berdanê ji bo Azadiya Welat xebitiye.
Ew endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Serokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kiriye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
- “Tevna Çand û Ziman” (2017, Weşanên J&J)

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Şeva xelatdayînê li dar dikeve

ad

Nîşeyên Derheqê Gerîneka Guernîkayê de

ad

Ji bo rojnameger-wênesaz Dogan pirtûk hat çapkirin

ad

Ji bo serketina Kûpaya Dinyayê prîmeke gelek mezin eşkere kirin

ad

Tan: 'Peymana Kurdîtiyê' ji bo me lazim e

ad

Zimanekî navmalî-navxweyî dê çawa ji derbên emperyazlîzma ziman rizgar bibe?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname