Bozarslan: 'Sed sal paþê dîsa doktrîna Gokalp li ser kar e'
Diyarname
Lêkolîner û dîrokzan Hamit Bozarslan bi fransizî pirtûkek bi navê "Dîroka Tirkiyeyê" nivîsîbû. Ew pirtûk li tirkî hat wergerandin û Weþanên Îletîþîmê pirtûk weþand. Bi heman navî bi beþdariya Bozarslan di çarçoveya Fûara Pirtûkan de panelek hat lidarxistin.
Bozarslan di panelê de qala naveroka pirtûkê kir, qala serdema têkçûna Osmanî, serhildanên Celalî. Bozarslan hin kîteyên sed sal berê û yên niha dan ber hev ku çawa diþibin hev. Wî qala narsîzmiya wê demê, ku di heman demê de got ku hemû împarator wisa ne û got ku îro jî hinek bi vî rengî ye. Bozarslan qala rêxistina destpêka sedsala 20'an Îttîhat Terakkî kir û got ku îro bi AKP'ê re jî radîkalbûna wê heye, ji ber ku Îttîhat Terakkî di wan salan de radîkal bû. Bozarslan wisa got: "AKP êdî wekî erka dewletê radîkal bûye loma jî teoriyên komployê jî derdikevin holê. Ji ber vê yekê muxalefet ne wekî muxalefet, wekî neyar tê dîtin. Aliyê AKP'ê ku diþibe Îttîhat Terakkî ew e ku hemû hêzê digire destê xwe, cih nade hêzek din."
Bozarslan qala Ziya Gokalp û guherîna wî jî kir û doktrîna wî "Doktrîna Jiyana Nû" anî ziman û wisa dom kir: "Tirkîbûn, Îslamîbûn, Muasirbûn bû. Senteza Ziya Gokalp a sed sal berê bi ser ketiye, ji ber ku her sê xal di bin banê dewletê de þikil girtine niha. Di dema desthilatdariya Kemalîzmê de jî ev hebû. Her çiqas desthilatdarila niha li gor îslamê þikil dide dewletê jî ev yek bi heman awayî ye."
Her wiha dîrokzan Hamit Bozarslan diyar kir ku ev serketina 100 sal berê di heman demê de têkçûna sed salan e, ji ber ku Tirkiye entegre bû lê kurd bi dûr xistin; îslam wekî sunnî temam kirin lê di heman demê de elewî bi dûr xistin, niha Tirkiye bixwaze jî êdî nikare tek neteweyê çêbike.
Piþtî axaftinê Bozarslan bersiva hin pirsan jî da û ji aliyê kurdan ve di danberheva sedsal berê û niha de jî got ku sed sal berê kurd ne kirdeyê dîrokê bûn, lê niha ew kirde ne, nasnameya xwe dixwazin, dixwazin çîroka lehengiya xwe bi xwe binivîsin, ev yek têra çareseriyê dike yan na ez nizanim.
Foto: Cemil Oguz
**
Nûçeyên eleqedar:
- Rojên îmzeyan a nivîskarên kurd
- Serokê TYB'ê: Hikumet bila aþtî, hizûr û azadiya ramanê saz bike
- Çima panelek jî bi kurdî nîn e?
- ‘Li nav kurdan dîplomasî’ derket û li Fûarê ye
- Weþanxaneyên kurd ên beþdarî Fûara Stenbolê dibin diyar bûn