logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Heqê Erdal dê kî teslîmê wî bike?

  • Dîrok: 14/07/2008

Belê, Heqê Erdal Polat dê kî teslîm bike? Ger hûn bibêjin Erdal Polat kî ye?
Di 3'yê rêbendana 2008'an de li Amedê li hemberî serwîsa leşkerî êrîşeke bombeyî hate kirin, têde leşker û sivîl mirin. Erdal Polat jî bi îdîaya ku wî ev çalakî pêk aniye hat girtin.
Çapemeniya tirk Polat wekî kiryar nîşan da, wêneyên wî weşandin. Mixabin malperên kurdan jî wêneyê ku ji çapemeniya tirk girtin weşandin, nûçeya xwe jî wisa saz kirin.
Di 15. 01. 2008'an de di nivîsa xwe ya bi sernavê "Di nûçeyên malperên kurdan de edalet!" de min wisa nivîsîbû:
- "Her kes dizane vê mehê li Amedê teqîneke trajik pêk hat û di encamê de 6 kesî jiyana xwe ji dest da. Pêşî çend kes hatin binçavkirin û hatin berdan. Dûre kesek hat binçavkirin û çapemeniya tirk ew wekî kiryarê teqînê nîşan da, wêneyê wî weşand.
Malperên kurdan ên bi navê Hemdem, Avestakurd, Netkurdê û rojnameya Dema Nû jî ew wêne weşandiye, bêyî ku bifikirin bi rastî wî kurikî ev teqîn pêk aniye yan na. Yanê malperên me jî ketine dû çapemeniya tirk."

Çima niha min ev bibîr xist.
Ez bibêjim: Darizandina Erdal Polat meha borî jî berdewam kir (26.06.2008). Di 27.06.208'an de ajansa DÎHA'yê li ser darizandina Erdal Polat nûçeyek saz kir û di nûçeyê de tê gotin ku Polat xweparastina xwe ya ku ji 13 rûpelan pêk tê pêşkêşî dadgehê kiriye. Ajansê ji parastinê agahî pêşkêş kirine.
Polat wisa gotiye:
- "Berê jî min bi kurteparastineke gotibû ku min ev bûyer nekiriye, tu eleqeya min pêre nîn e. Emniyetê (ewlehiyê) mexsûs îfade wisa saz kiriye. Her wiha roja bûyerê telefona min a destan nîn bû, tenê dema min erebe teslîm kir min nimreyeke da xwedî erebeyê."
Li gor nûçeyê parêzerê Polat parêzer Muharrem Şahin jî di dadgehê de diyar kiriye ku Midûriyeta Emniyeta Amedê dikare nimreyê derxe holê û parêzer xwestiye muwekîlê wî bê tehlîyekirin.

Her wiha di nûçeyê de tê gotin ku Polat xwestiye parêznameya wî li çapemeniyê bê belavkirin û di parêznameyê de wisa gotiye: "Eleqeya min bi bûyerê re nîn e. Îşkeneya psîkolojîk li min kirin, ji bo ku ev zordarî zêdetir bibe avêtine ser mal û kargehên xizmên min. Emniyetê, bi şerta ku ez îfadeyê îmze bikim dê xizmên min serbest berdin û min îfade îmze kir bi zorê min birin cihê bûyerê û kişf bi min dane kirin."

Bêşik di nûçeyê de agahiyên berfireh hene, lê ev bes in. Di vê çarçoveyê de rojnameya Tarafê jî bi îmzeya Buhan Ekinci nûçeyeke weşand û di vê nûçeya Ekinci de jî agahiyên wekî yên nûçeyên DÎHA'yê hebûn.

Em vê carê bipirsin:
Çapemeniya tirk Erdal Polat wekî kiryarê bûyerê nîşan da, wêneyê wî weşand (Ji bilî Cnnturkê. Malpera Cnnturkê bi awayê ku rûyê kurik neyê dîtin wêne weşand)
Malperên kurdan ên ku li jor navên wan me rêz kirin, wan jî Erdal Polat wekî kiryarê bûyerê nîşan da û wêneyê Polat weşandin.
Ev doza ku meha borî danişîna wê li dar ket û Polat parêzname pêşkêş kir di çapameniya tirk de nebû nûçe. Yanê niha xwendevanên çapemeniya tirk dibêjin qey ku Erdal Polat ev bûyer pêk aniye.
Her wiha ev danişîna dozê di malperên ku me li jor qala wan kir de jî nebû nûçe. Lewma xwendevanên van malperan jî dibêjin qey Polat kiryarê bûyera li Amedê ye.
Di vir de çend tişt derdikevin holê:
- Ev malperên me li dû çapemeniya tirk diçin, li wir nûçe hebe, ew ji wir digirin û ew jî çê dikin, nîn be ew jî çênakin.
- Ev malper dema kesek 'wekî kiryarê bûyerekê nîşan didin' dema ew kes vê yekê qebûl neke divê mafê wî teslîm bikin ku edalet bê cih. Dema rastiyeke derket holê çawa nûçeya şaşiyeke dikin, divê nûçeya rastiya bûyerê jî saz bikin ku edalet bê cih.

Lê encam li holê ye.
Û niha xwendevanên van malperan nizanin ku Erdal Polat parêznameyeke bi vî rengî daye dadgehê.
Bi ya we jî divê ev malper lêborînê nexwazin?
Bi ya we divê ev malper heqê Erdal teslîm nekin?
Pirseke din: Van malperan nûçeya rast saz nekir. Xwendevanên van malperan jî bi rastiyê nizanin. Em bibêjin li Amedê xwendevanekî van malperan heye û wî kesî di bûyera Amedê de xizmekî xwe winda kiriye.
Em bibêjin sibê Polat ji girtîgehê derket û li Amedê wî xizmî guleyekî bera Erdal Polat de û ew kuşt, dê çawa be? Dê qesas kî be?

Wekî notek em lê zêde bikin: Bûyer ji aliyê Erdal Polat bi xwe ve hatibe kirin (ku heta doz bi dawî nebe, heta rastî dernekevin holê, ne diyar e) jî tê zanîn di hiqûqê de ev heye; "Heta neyê çepsandin her kes mehsûm e."

Not: Yek ji wêneyên ku Netkurdê weşandiye min di vir de bi cih kir, lê rûyê Erdal Polat min xera kir ku neyê dîtin.

***

cemilo@diyarname.com 

 

Ji bo nivîsa Cemil Oguz: Di nûçeyên malperên kurdan de edalet!

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ozonderê MHP'ê, Dicleyê BDP'ê û Eronata AKP'ê

  • 26 Pûşper 2011

Di Diyarê Me bi nivîsa xwe ya diduyan ez beşdarî EM HILBIJARTINÊ NÎQAŞ DIKIN dibim. Vê carê dê mijara me ji çend aliyan ve hilbijartin be:HEQ Û NEHEQ; Û...

TK-HT

  • 02 Adar 2015

Roja 28.02.2015'an Tevgera Kurd (Ji niha pêve emê TK bikar bînin) û Hikumeta Tirkiyeyê (Ji niha pêve emê HT bikar bînin) li Qesra Dolmabahçeya Stenbolê ku cihê Serokwezîriya Tirkiyeyê ye daxuyaniyek hevbeş...

Bi îstatîstîkan Rojava û hinên din

  • 16 Rezber 2025

Werin bi îstatîstîkan em li Rojava binêrin, lê berî wê çend gotin… Li Rojavaya kurdan dengê zimanê kurdî bi xurtî bilind dibe. Li vê dere ku niha sedî 90’ê kurdan jê hez dike, dil dide, hêvî pê ve girê...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şengal çima girîng e?

ad

Cîndoruk bû serokê DP'ê

ad

ANF dest bi weşana kurdî

ad

Mandela bi qasî 4 mîlyon dolarî mîrate li dû xwe hişt

ad

Doktoraya Fexrî dan Îsmaîl Beşîkçî

ad

'Dîwan'a Feqiyê Teyran derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname