Serokwezîrê Tirkiyeyê, Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan ji bo mîtîngê çû Culemêrgê. Culemêrgiyan ji bo protestokirina wî dikanên xwe girtin, derneketin kolanan, neçûn mîtînga Erdogan. Heta Erdogan li Culemêrgê bû kuçe û kola vana man.
Ger we hûn pirsa mîtîngê bikin: Bi çend erebeyên ku gel ji derveyê Culemêrgê anîn, bi beşdariya hin cerdevan û hêzên ewlehiyê herî zêde hezar û pêncsedek mirov li mîtîngê hebûn.
Wêne ji xwe her tiştî nîşan dide.