În – Destên wî li ser masê çawa dişibîyan dêrên biçûçik
gava li gotinên rast digerîyan.
Çavên min ê pîr dişewitin, kitêba helbestan “Hilatina Birînan Li Ezmanê Şevê” a Ocean Vuong dixwînim. Heke dev ji xwendinê bernedim, çavên min ê dev ji min berdin. Helbestên wî dibin destên bi şehwet ên jineke îlahî, perdeya çavên min radikişînin û çavên min dibin du paceyên vekirî di dîwarê rûyê min de.
sozê didim te, tu yê şiyar bibî-
û tu yê bêjî qey van dîwaran
çermê min e.
Ocean Vuong li ser çokan meşiya, di neqeba rojnivîska min û çavên Xwedê re derbas bû û çû li ser quncika masê raza.
Razê keça min, razê. Jean Gennet keça min a mezin bû, tu jî keça min a biçûk î.
Li hember xezeba nêranî, zirxên şovalyeyan mertal bûn, zirxên keçên min jî kondom.
Bavên baş, her sibeh maçan bexşî keçên xwe dikin, ez jî kondoman di çentê keçên xwe de rezerv dikim.
Lewra talûkeya nêr tim ji derveyî derî tê û mexdûriya tazî li hundir zeft dike.
Gava ez di xew de bûm mêrik kemana xwe ya dawî jî şewitand bo lingên min germ bike. Li tenişta min xwe dirêj kir û gotinek danî pişt stûyê min, gotineke vediguhêzî morîka vîskiyê.
Bi gotinên xwe re razê, keça min! Heke kondomên faal nebin, Demokrasî beg gotinên şiyar dikuje…
Te dî heke kesên lawaz zeafên xwe nas nekin, zeafên wan şirîkatiyê bi hêza derve re dikin û têkçûn tê dibe şahînşahê talî.
Napalm bêhtir kare jiyanê bikuje, an gotin bêhtir karin êşa napalmê bikuje?
Nivîskarên refikên kitêbxaneya min kirine civakeke bêdeng, vê carê jî bersiva pirsa min nadin.
Kitêba Ocean Vuong datînim quncika masê, birçîbûna min pêjgehê tîne bîra min. Radibim diçim pêjgehê. Goştê di tawê de min ji terorîzma zik xelas dike. Gemara li ser ocaxê dibînim û dîsa tê bîra min go nebûna jinê di nava mêraniya min a bi tenê de bûye valabûneke kûr.
Di ber xwe de dikenim: Ev valabûna kûr çêtir e ji tijîbûna nizim. Lewra tenêtiya di valabûna kûr de azadiyê bexşî min dike, bes tijîbûna nizim tim bar li ser pişta min dikir.
Vedigerim kitêbxaneya xwe. Berî li ser palgehê rûnêm, berê min dikeve refikên kitêbxaneyê. Awirên min dibin kaşifê kitêban û li ser kitêban digerin. Yan jî kitêb yeko yeko di ber kaleydoskopa awirên min re derbas dibin.
Hîn nû pê dihesim, gelek nivîskarên mirî sax in û gelek nivîskarên sax jî mirî ne.
Lê kitêb?
Ev pirsa bi qasî hebûna min pîr, zingîniyê ji hişê min tîne. Pirs di hişê min de dibe generalê artêşa ramanan û hişê min dike Kurdistaneke dagirkirî.
Bi hêzeke efsûnî nivîskarên xelkê min, nivîskarên ji welatê dagirker ên welatê min û nivîskarên dinyayê di refikên kitêbxaneya min de beş bi beş ji hev vediqetin.
Kitêbxaneya min jî, wekî hemû kitêbxaneyên din hem bûye jîngeha kitêbên zindî, hem goristana kitêbên mirî.
Lê nivîskar?
Bersiva vê pirsê ne li cem min e, di kitêban de ye.
Levinas dibê, “Mirin li cem S. Beckett sax e.”
Maurice Blanchot dibê, “Jiyan ji bêyî mirinê nizane bijî.”
Jerzy Grotowski dibê, “Heke em derhênerên şanoyê nebin qewadên baş, lîstikvan nikarin bibin fahîşeyên sax.”
Ji Levinas, Blanchot û Grotowski re dibêjim, “Heke hûn derewên min efû bikin, ez ê we ji kitêbxaneya xwe sirgûn bikim.”
Faulkner dikene, tillîka wî ya eşhedê tipînê ji noqa puroyê tîne, ariya puroyê ji dêvla xwelîdankê dirije hundirê qedeha vîskiyê.
Dibêjim, “Berî gotinên te, vîskiya te ez sexweş kirim, birêz Faulkner.”
Faulkner devê xwe vedike, dûmana puroyê berî gotinan ji devê wî derdikeve: “Heke tu jî wekî Sartre heyînparêz bûya, tu yê mîna min nebûya dizekî yeman, Kovan.”
Dibêjim, “Çima hin kitêb berî nivîskarên xwe dimirin.”
Faulkner li hespê xwe siwar dibe, berî ji hespê xwe re bêje “deh”, ji min re dibêje, “Nivîskarên wan kitêban ji dêya xwe çênebûn, nejiyan û nemirin.”
“Deh.”
Hesp dibeze, diçe. Faulkner naçe. Heta bi heta li cem min dimîne – nalive, ranabe, napeyive û naçe seydê.


