Sêşem- Gotin kongreya xwe çêdikin di zindana kitêban de. Di encamnameya kongreyê de, gotin azadiya xwe îlan dikin û azadî dibe dîleke sermedî di nava sînoran de.
Gardiyan im li zindana gotinan. Gotin di zindanê de azad in û ez di azadiyê de dîl im. Ev gotinên min dixwazin tibabek tişt bêjin, lê ne pê ewle dibim û ne jê bawer dikim. Nizanim azadiyê pênase bikim. Gotin nikarin hîsên min pênase bikin. Hîsên min nikarin edebiyata eşqa min û eşqa edebiyata min pênase bikin. Îxanet e pênasekirina hest û hîsan. Li ciyê hest û hîs dijîn, îxanet diçe tirba xwe dikole. Hest û hîsên min di qalibên edebiyatê de hilnayên. Edebiyat gava dikeve zikê azadiyê, hest û hîs dixeniqin. Loma edebiyat nikare rûyê erjeng ê azadiyê veşêre. Çimkî edebiyatê sînorê nava xwe û siyasetê rakiriye û rakirina sînoran azadiyê wekî melekeke bi memik bexşî min û me dike.
Hadê em bîskekê herin sûka azadiyê, birêz Llosa!
Bise niha karekî muhîmtir dikim, Baqî! Azadî bi qasî romannivîsekî ciwan ne muhîm e. Lewra azadî afirîneriyê fêrî kesî nake, wekî niha di vê nameyê de ez nikarim afirîneriyê fêrî romannivîsê ciwan bikim.
Erê. Bindestiyê jî afirînerî fêrî min nekir. A rast bindestiyê azadî fêrî min kir û azadî azadiyê ji bîra min dibe.
Derê kitêbê digirim û gotinên Llosa di nava tillîkên min de dibilin.
Qehwevexwarina zêde hişê min aktîf dike û laşê min pasîf dike.
Aktîfbûna hiş motîvasyona min a nivîsandinê xurt dike.
Pasîfbûna laş min dike şovalyeyekî xwînjêçûyî.
Axir hemû şer têkçûna min fêrî min dikin; çi şerê li qada jiyanê, çi şerê li ser maseya nivîsê, çi şerê li odeya razanê. Eynik gişk şahidiya têkçûna min dikin.
Li gor eynik şanî min didin, têkçûna min jî wekî hest û hîsên min pireng e:
Têkçûna şerê li qada jiyanê, serê min ditewîne.
Têkçûna li odeya razanê, çokên min difisîne.
Têkçûna li hember nivîsê, çavên min dipispisîne.
Niha bêtaqet im, canê min sinciriye û bi xwe re nabînim wekî kitêba Kirsty Bell ji bin ve biherikim.
Çima nikarim di herikînê de hênik bibim, birêz Kirsty Bell?
Were, sûka Berlînê henik bibe!
Azadî sûk e qey?
Azadî prezervatîf e û dinya konteyner e, Kovano. Prezervatîfê biavêje konteynerê û em herin du bîrayan vexwin li Berlin Icebarê!
Li sûka azad, seriyekî erzan ji xwe re solek buha dikire. Bindestiya serî û serdestiya solê dibin rêwiyên rêyekê. Rê ji ezbera qebûlê tê û diçe qebûla ezberê. Ne solfiroş im, ne kirîdar. Lê li hemû sûkên dinyayê tim çavdêrî cezayê min e. Ne ewên ceza didin min zanin ceza çi ye, ne ez karim çibûna ceza ji wan re rave bikim.
Qey ceza bindestî ye?
Ey bindestî, tu serdestiyeke çiqas xedar î! Word ne parşomen e da karibim gotinên nû li ser gotinên nivîsî binivîsînim û çermê xwe ji xezala gurayî re bikim post. Gotinan jê dibim, çîrok li dewsa gotinan dimîne. Gotinên nû li ser çîroka bê nivîs dinivîsînim û gotinên nû dibin nivîsa bê çîrok.