logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

YÊS hat ragihandin

Ez çûm dîwana Îlahî min li wir dîtin xweşî û şahî serê her tiştî tifaq û tebayî. Belê bi van gotinên pîroz, miletê Êzîdî

  • Dîrok: 06/02/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Cano Şakir

Ez çûm dîwana Îlahî min li wir dîtin xweşî û şahî serê her tiştî tifaq û tebayî. Belê bi van gotinên pîroz, miletê êzîdî xwe li hev dide hev û hêza xwe ava dike.

Di dîrokê de ferman, komkojî û qirkirin hatine ser civaka êzîdî, sedem jî ew e ku vê civakê heta vê qonaxê yekîtiya xwe ranegihandiye.

Êzîdî dibêjin her çiqas ew dûrî warê xwe bin, wê dîsa rojekê li hêlîna xwe yanî li welatê rojê vegerin. Di 2'yê Sibata (Reşemiya) 2020'an bi durişma “Ji bo bidestxistina mafê êzîdiyên li Sûriyê yekîtiya me hêza me ye” bi tevlîbûna bi dehan sazî, komel û dezgehên êzîdiyên rojavayê Kurdistanê û Sûrî, Kongreya Êzîdiyan a Yekê ya Şaxê Ewropayê hat li darxistin.

Sazî û dedzgeh û komeleyên beşdarî kongreyê bûn û piştgiriyê didine Yekîtiya Êzîdiyên Sûriye (YÊS) jî gelek bûn:

Mala Êzîdiyan a Kielê. Şaxê Hevbendiyê

Mala Êzîdiyan a Bonnê. Şaxê Hevbendiyê

Meclisa Êzîdiyan a Bilind li Elmanyayê

Hevbendiya Êzîdiyên Sûriyê (HÊS)

Mala Êzîdiyên a Siegenê

Komela Kaniya Sipî

Rêxistina Ciwanên Êzîdî li Elmanyayê

Mala Êzîdiyan a Amûdê-Rojava

Mala Êzîdiyan aTirbespiyê-Rojava

Mala Êzîdiyan a Hesekê-Rojava

Mala Êzîdiyan a Serêkaniyê-Rojava

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê-Rojava

Yekîtiya jinên Êzîdî li Efrînê-Rojava

Wekî din jî gelek kesayetên serbixwe û oldarên Êzîdî jî piştgiriyê didin YÊS´ê û ew jî beşdarî kongreyê bûn.

Qederê 200 delegeyan li bajarê Almanyayê Hildisheimê ji bo kongreyê amade bûn. Mêvanên beşdar ji piraniya partî, sazî û dezgehên olî û rewşenbîrî peyamên xwe dan û ev bû dewlemendiyek. Hunermendê navdar Ciwan Haco jî bi telefonê beşdarî kongreyê bû û di peyama xwe de got, “Heta civaka êzîdî yekîtiya xwe ranegihîne, ew ê her tim rastî ferman û qirkirinan bê. Êzîdî xwedî çandeke dewlemend in ku wan çand û zimanê me heta vê qonaxê aniye. Ji ber wê, ev yekîtî wê bibe destpêkeke dîrokî ji bo avakirina rêberiyeke nû di nav êzîdiyan de.”

Li aliyê din hunermendê bi eslê xwe ermenî Birahîm Kêvo yê ji rojavayê Kurdistanê, wekî endamê rûmetê hat xelatkirin. Birahîm Kêvo di peyama xwe de got, “Min di ezmûna xwe de a hûnerî de gelek xelat wergirtine û tevlî gelek mihrîcanan li ser asta cîhanî bûme, lê xelata herî mezin ew e ku ez îro di nav we de me.”

Endamê KNK'ê Ehmed Aktaş jî got, "Gelê êzîdî di dîroka xwe ya dewlemend de xwedî cihekî taybet e, lewma di dîrokê de gelek qirkirin û ferman hatine serê wan, sedem jî jê ew ku heta vê rojê yekîtiya xwe ava nekiriye.”

Dr Araiya jî ji kongreyê re axivî û got, “Di bin vê sîwanê de pêwîstiya civaka êzîdî bi rêxistinkirinê heye, nexasim ji bo birêxistinkirina hêza jinê, ji ber di nav bîr û baweriya êzîdiyan de jin xwedî cihekî girîng e.”

Piştî nîqaşên berfereh û rexneyan, kongreyê rêveberiyeke ji 25 kesan hilbijart. Di nava vê rêveberiyê de lêvegerek olî ji 5 kesan hat ragihandin, û ev rêveberî wê di nava xwe de rêveberiyeke teng ji 9 kesan hilbijêre. Her wiha di rojên pêş de wê Komîteya Disîplînê û Komîteya Rewşenbîrî û ya Çavdêriyê ji were sazkirin.

04.02.2020, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Guney navekî nemir e

ad

Ji bo Berendamê Hevserokatiya Herêma Cizîrê pêvajoyê dest pê kir

ad

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

ad

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hilbijartina 30'ê adarê nirxand

ad

TMMOB: Roj û niv vala derbas bû

ad

Kurd çi dixwazin? Vaye bersiv

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname