Ji bo guhdarîkirinê:
Pêncşem- “Koça edebîyatê,” yan “edebîyata koçê.”
Ji zû ve ye ev siwal hişê min dike bêçareyekî zewal.
Edebiyat koç dike, yan koç edebiyata xwe ava dike?
Dûxana cixareyê wekî sivikahiya siwalan difire ezmên û rengê şerabê wekî giranîya gotinan dirije erdê. Ne firîna dûxana tîpan dikare here jorahiya dûr, ne giraniya gotinan dikare dakeve jêrahiya kûr. Ez im yê bi palgeha xwe re hem difire jorahiya dûr, hem dadikeve jêrahiya kûr.
Gava ji tirsa wan min ji welêt koç kir ez kesekî nivîskar bûm, gava koç di zindana serê min de bû hêsîr ez bûm nenivîskarekî dîlê nivîsê.
Nivîsandin welatê min e, eyyy koça pêknehatî.
Serê min zindana edebiyatê ye, eyyy populîzma bizorêhatî.
Sala 1990'î, di îşkencexaneya Mêrdînê de 22 rojan 222 şêwazên îşkenceyê li 19 saliya min ceribandin bo ez jî bibim rêwiyê koçê. Koçê ez anîm peravê vê rojavayê, lê edebiyat ma li dewsa min a berê – cihê neteweya min lê.
Ji berî çêbûna kelamê ve, serê min jî wekî serê Jamaica Kincaid zindana ebedî ya edebiyatê ye. Erê, serê min û Kincaid û ew ên din zindana ebedî ye - edebiyat ne kare jê koç bike, ne koç dikare edebiyatê ji zindanê derxîne û çîroka firarê binivîsîne.
Li quncikek jiyanê pêrgî Henrî Miller dibim. Bi rûyê Parîsê de dimîze, ez jî bi bêrûtiya Îzmîrê de. Pişta xwe didim bêrûtiyê û berê xwe didim rûyê pişta Miller.
Dibêjim, “Bibore, ez dikarim siwalekê ji te bikim gelo?” Pê dihesim dengê min jî wekî dengê rojhilatê dinyayê ketiye. Lê guhên Miller bêtêlên gerdûnî ne û ji deng wê de gotinên min dibihîze. Çaven wî û pişta wî li min, berê min û mîza wî li rûyê Parîsê. Devê wî vedibe û dengê dinyayê dibile: “Heke tu siwala xwe nekî, ez ê rûyê te bikim Parîsa şûştî.”
Devê min, hişê min dike generalekî wergeriyayî û dibe miletekî qetiyayî, “Gava nivîskar koç dike edebiyat dibe neteweyî, yan gava edebiyat koç dike nivîskar dibe millî?”
Bişkoka pantorê wî li erdê dike tingînî û tilîkên wî çêrên hard ên Amerîkayî li dinyayê dibarînin.
“Hemû dîktator bibin yek jî nikarin edebiyatê ji zindana welatê serî û serê welêt sirgûn bikin, ezbenî.”