Ji bo guhdarîkirinê:
Ez ê sibê çîrokekê dîyarî yara xwe
û
yarekê dîyarî çîroka xwe bikim
În- Vê êvarê ne ez di nava xwe de hiltêm, ne derya di hembêza axê de, ne Tuborg di qedehê de. Dengê muzîsyen ji tirsa sermayê ji malê derneketiye û nehatiye mekanê vala. Min valabûna mekên tijî kiriye, valabûna qedehê jî tijîbûna şûşeyê vexwariye.
Kurmê nivîsê di hundirê serê min de dixilxile. Ji bo kurmê di serê xwe de birijînim spîbûna deşta lênivîskê, destê xwe yê vala dixim çenteyê, lênivîska min li malê di xew de maye û çenteyê min ê vala destê min ê vala valatir dike. Tillîka min bi dengê herî bilind ê ala welatê bê berê xwe dide garson û gazî dikê: “Qelema xwediyê min lênivîskeke têbinîyan divê.”
Garsonê nas çend kaxizên têbiniyan dirêjî min dike û dibê, “Ev bi kêrî te tên?”
Dibêjim, “Belê. Fikrên mezin jî di kaxizên biçûk de hiltên.”
Çavên garson dibin dansoz li ser maseyê. Bexşîşekê didim destê garson, lingên garson dibin balerîn li ser sehneya çûyînê. Çavên wî ji ser maseya min datên û bi lotik didin pê.
Qelema min dikene li ser kaxizê. Kenê min dirije ji devê qelemê, di pey re milama gotin û kelamê tê: “Gava qelema garson vê kaxizê dadigire bêrîkên mişteriyan vala dibin, gava qelema min vê kaxizê dadigire bêrîkên patron vala dimînin.
Sibê roja çîrokan û dildaran e. Loma ez ê sibê çîrokekê diyarî yara xwe û yarekê diyarî çîroka xwe bikim.
Sûşeya bîrayê dirijînim qedehê, kef ji devê qedehê diherike ser maseya eşqê û ez dirijim kefa destê deryayê. Di kefa destê deryayê de hilnayêm, kefa destê deryayê diderize û derya dirije hundirê qedeha bêqalibiya min.
Taqeta gotinên min têrê nake da karibin bêjin, “Hêmû çîrokên mirovatiyê bi maçeke yara min dest pê dikin û bi nefesa yara min ji nû ve dest pê dikin.”
Heger hûn yeqîn nakin, werin lênivîska sînga min bixwînin!
Şehrazad ne yara min e helbet, lê hezar û du çîrokên daristana porê yara min stûyê Şehrazad ji şûrê mirinê xelas kirine.
Xwe ji stûyê yara xwe re dikim qolye û çîroka eşqê ji nû ve dest pê dike.


