Diyarname
Li Tirkiyeyê partiyên ku bi ser sedî 10’î re dengan digirin mafê alîkariya girtina ji xezîneyê jî bi dest dixin. HDP’ê jî ev maf bi dest xistibû. Alîkariya herî zêde AKP, dûre CHP digire ku HDP jî alîkariyeke baş digire.
Li gor hesaba îsal HDP’ê divê 10’ê mehê de 179 mîlyon TL, û di temamê salê de bi temamî 539 mîlyon TL alîkarî bigirta lê niha Dadgeha Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê bloke danî ser vê hesabê.
Xezîneyê biryar da ku heta mehek bloke deyne ser vê alîkariyê û meha pêşiya me dê dîsa vê blokeyê nîqaş bike.
Der barê HDP’ê de doza girtina HDP’ê hatiye vekirin û doz ber bi dawî ve çûye. Partiyê desthilatdarî AKP û MHP dixwazin HDP bê girtin. Desthilatdarî, bi taybetî jî MHP’ê bal kişandibû ser vê alîkariyê û xwestibû ev alîkarî bê betalkirin.
Dadgehê îro bi biryareke lezgîn bloke danî ser pereyên ku dê HDP ji xezîneyê bigirtan. Li ser vê yekê parêzerên HDP’ê çûn dadgehê kopyayeke biryarê bigirin û binêrin ka mesele çi ye, lê dadgehê kopyaya biryarê neda wan û got ew dê paşê bidin.
Ji 15 endamên Dadgeha Zagona Bingehîn 8’an jê biryara erê dan. 7 endam dij derketin.
Serokê Dadgehê Zuhtu Arslan, endam Engin Yildirim, Emîn Kuz, Yusuf Şevkî Hakyemez, Yildiz Seferinoglu û Selahaddîn Menteş dijî biryarê derketin, dengê na dan. Lê dîsa jî bi dengên 8 endaman biryara blokeyê hat danîn.