Çûyîn
Di sir û seqema wê berêvariya ku hilma distand bi mûyên bêvila wî digirt û dibû qeşa de, dema ku bi gavên girane, di ser riya qeşa girtî re ber bi termînalê ve rê digirt, pêşî, bahola wî ya jê re diyarî mabû- ku hemî jiyana wî di xwe de dihewand -ji nav tilîkên wî ên ziravik filitî û bi dû re jî cestê wî yê ciwan rûxiya erdê, li wê kolana xalî û nîv ronî.
Wê kêliyê, ewte ewta kûçikên şevê, wekî fatihayek li ser giyanê wî dihate xwendin bû.
***
Gelo çibû?
Deriyê mezela ku bi salên dirêj nehatibû vekirin, bi zîqîniyeke giriyane vebû. Di mezela tarî de, dengên ku qundireya zilêm derdixist olan da. Piştî kêliyekê, bi dengekî kujer kevokên li ber şibakê perwaz dane xwe û pirsa "Gelo çi bû?" li bajêr belav bû di ber beyaniyê de.
***
Jiyan, azadî û mirin
Di xîşkên eniya wê jinika ku hewl dida tilîkên xwe ên qewsikî ber bi jor ve hildê de, êşên bi hezaran salan hebûn...Bihîstina dengekî, ber bi jor hildana tilikên qewsikî û bi piştê ve ketina jinika heftê salî di heman kêliyê de pêk hatibû.


