logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

JI KURSIYEK KEVN

  • Dîrok: 02/05/2015

(Ji nivîsa min ya di malpera 'Mehname'yê de hatibû weşandin, 2002) 

Ji bo çi wêje; wekî her kesî me jî pirs hebûn û tiştên ku me dixwest em par ve bikin hebûn... Heya niha tişta ku li Bakur me ciwanan ber bi kurahiya wêjeyê ve tavn dida “rojev” bû; rojev hertim ji bo me bû doşekek ji deviyan... Lêgerîn, lewre dîrok li vî welatî bi qasî çend gavan hatibû sînorkirin!
Gelek pirs tên kirin ku li Bakur helbest û wêje di çi astê de ne; gelek kirîter hene ku însan li ber çav bigire lê ez ê li vir rastiyekê wekî kirîter bi bîr bixim; wêjeya kurd di şexsê, Şêx—Mela—Mîr—karmendan de temsîlîyeta xwe dît. Îro nûnerên wêjeyê ji nav gel dertên ev bi xwe ast û sewiyeyek e.
Li Bakur jî heya niha (salên dawî) ên ku dest avêtin pênûsê bi piranî mamoste û karmend bûn. Çerçawa pergal bû sedem ku gelek kes neçar man ji çavkaniya wêjeya xwe dûr bikevin bi vî awayî kesên ku hem ji dewletê re dixebitin him jî bi wêjeyê re têkildar in jî tirajediyek dijîn; karê profesyonelî nepişkivî.
 
Bi tevî gelek rastiyan jî hem kesên li Ewropa hem jî ên dî îro roj gelek berhemên hêja diafirînin. Lê pirsgirêkek heye ku gelek kesên kurd ku bi tirkî  helbest û wêje çêjandine hê jî bawer nakin ku kesek kurd jî dikare helbestek an jî çîrokek hêja binivîse!
 
Kirîterên ku li dosyayên kesan tên girtin gelek hişk in; îro roj ku însan biçe pirtûkxaneyek tirkî bi hezaran berhem dihewîne lê tirkî hew navê çend kesan navdar e; me divê bi sedan pirtûkên kurdî jî bêne weşandin.
Ji bo helbesta kurdî ya li Bakur îro roj helbesta duserî heye; bi gelemperî cûreyek helbestê heye ku helbestê hilkişandiye asta “ayet” ê ;ev cûre helbest xwedî giraniyek efsûnî ye lê di navbera xwe û xwendevan de jî hertim sînorek dihêle. Cûreya dî jî ev cûreye ku bi peyvên ziwa, bi siloganan, bê hêma tê nivîsîn. Bi navê xeyalên xwendevan tên nivîsîn lê malik li xwendevan mîrat dike, carna helbestên wanî dibin sedem ku her kes dest biavêje pênûsê!
***
Ji alî “temayê” ve em xwedî rastiyek in ku bi tevahî nêzikahiyê jiyanê bibin. Helbet hin kes hew parçeyek ji reng û dengê jiyanê wekî “tema” dijmêrin lê bi gelemperî îro roj di helbesta me de ji hezkirinê bigirin heya dûrî û xeribiyê her tişt wekî tema derbasî helbestê dibe. Rastiyek heye ku gelek tiştên dîrokî û rojane di wêje û helbestê de li zimanê xwe tîr nebû, xam man... Di jiyana me ya çandinî de qehr, aramî, gemarî, rewanî, birîn û evîna peyvan ... Dîsa derbirîna barwer ya di destan û ziman de...
Hêla kareseta me ya kevirî di vir de ye. Ku Ji vir şûn de bi zimanê zikmakî têgihiştina zanist, wêje, çand, derûnî, erdnîgarî bi gelemperî jiyanê... Ev hewl dikarin keviran parçe bikin.
Her ku gelek kes wêjeya nivîskî hertim wekî kirîter didin pêş çav û dibin sedema demoralîzebûnê jî hewlên gelek xurt jî hene. Ku behsa jiyana nû bê kirin dostanî, însanetî, civak û ‘çandeke azad’,hezkirin, têgihîştina jiyanê ji bo wêje û helbestê jî havên e.

BİWÊJ: ”Bizin bizin e jî heya ciyê xwe pîkol neke mexel nabe.”

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Deşîfrekirina mekan û bîrê

  • 29 Gulan 2015

Mekan bîr in; di bîrê de li hêlekê parçeyên jiyana însan yên xweş li hêla din êş, jan, trajedî û çavkaniyên trawmayan. Mekanê ku...

EV ‘30 KITÊB’ LI KU NE?

  • 11 Tebax 2012

Di nivîseke xwe de, min helbesta Boraboz wekî metna  nivîskî ya pêşî derbiribû. Gelo wisa ye? Bi îhtimalek mezin na! Valahî, bêderfetî û...

Tirsa Bê Diran/Tirsa Bi Diran

  • 17 Avrêl 2007

“Tirsa bê diran” navê romana Helîm Yûsiv a dawî ye. Navê berhem û sernavê beşên berhemên Helîm balkêş in. Nivîskar carna bi...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

"Abîdeya Mafê Jiyanê" hate vekirin

ad

Barbarê Kawa Nemir

ad

Walîtî çalakiya ji bo Şêx Seîd qedexe kir

ad

Ji her demê zêdetir em bi hêvî ne

ad

Hewldana Yekîtiya Perwerdekarên Kurdistanê li hev civiya

ad

Kî berê bi çivîk û ajalan re axiviye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname