logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

DIYARÊ PEYVAN, “HURCAHIL”

  • Dîrok: 05/12/2013
Xelekên xebata  hêja Michael Chyet,  yên di malpera Kulturname de hatin weşandin, bûn sebeb ez hewl bidim hin peyv û biwêjên ji devera Varto bidim hev. Bi vî awayî, ger her kesê/a kurd yê/a bi qelem, (saetek du saet   wext ji zemanê xwe bide) ji devera xwe peyvan bi bîr bîne, biweşîne wê ji bo zimanzan û kesên bi folklorê re eleqeder ê bibin derfet û delîl.
Heya ji destê min bê ez ê xwe ji şîroveyan bikim, aliyên zanîstî yê zimanzaniyê bihêlim li dera ha!
Min guhdariya xeleka derbarê peyva “dewar” de kir. (http://www.kulturname.com/?p=7057#more-7057) 
Li Vartoyê peyva “mêşinî” jî heye, peyv, ji nav ajalên ku wekî pez têne derbirîn ji bo mih, berxan tê gotin.
Birêz Michael Chyet ji bo peyvên şkestî ji deverên curbicur mînak dane. (Heman navnîşan)
Li Vartoyê, di derbirîna peyvên şkestî de peyva “par” cî digire.
Mînak: Ji sê paran parek.
Ji deh paran parek.
Ji du paran parek.
Baş e, li dû van agahiyan,  em dest bi xwendina peyv û biwêjên berhevkirî bikin.
Sî û star: Ev qalib, ya rast biwêj ji bo mal, avahî û herweha cî tê bikaranîn.
“Em man bê sî û star.”
“Sî û star tune em tê de bisitirin.”
Star: Ev peyv bêtirîn ji alî manewî  ve bi mehne ye. Qe nebe li Varto wisa ye.
“Lawe min stara min e.”
“Keça min stara min e.”
“Çêleka min, ji bo min, star e.”
Heger bala me lê be, li vir, “star” weke egerek sereke ya jiyanê ye. 
Şirik:  Ji derî mehneya ava ku dişirike, wateyeke din ya vê peyvê heye; ji bo objeyên sûsê yên wek morî, pel û pûlên li ben rêzkirî jî şirik tê gotin.
“Te çi şirik bi xwe ve kirine.”
“Şirika li stuyê te xweşik e.”
Şiv: Li hin deveran ev peyv di  wateya  ço/çov de jî tê bikaranîn. Şiv dûz, zirav û dirêj e. Mînak; bi ço/çov hûn nikarin hiriya şûştî ji hev bikin. Şiv bê girêk e. Bi şivê li hiriyê tê dayîn.
Şirdan: Ew alav e ku masiyên hatî girtin lê têne rêzkirin.
Bijênek: Goştê dawa pez yê qelandî.
Terazin: Nêzî wateya peyva keresî ye. Terazin bêtir ciyên keresî yên li palên bilind derdibe.
Ji derî paşgira “tî” ku rista “lik” ya bi tirkî li peyvê dike paşgira “kî” gelek cî daye xwe ku rista “çe” ya bi tirkî li gelek peyvan dike.
mêranî/mêrantî(erkeklik), mêrankî(erkekçe) 
Belê, peyva wekî mêrane heye ku hevwateya mêrankî ye lê însan çiqas dikare kerane, an serseriyane, paşpaşane bêje, nizanim.
Dewarkî, serserkî, kerkî, hurumkî, paşpaşkî, sewskî, bajarkî,  gundîkî, heywankî, beramberkî, şivankî...
Sîs: Halê biriqî, yê bi teys. Mînak;  piştî sewax tê kirin bi melikê tê sîskirin. Her wiha rûberê hevîrê kateyan bi rûn tê sîs kirin.
Sîskirin: Wekî biwêj tê bikaranîn. Ji bo şêweyên şelafiyê vedihewînin tê gotin. 
Berçûvî: Peyv û gotinên bê mehne, yên belesev.
Mala matê: Biwêj bêderfetiyê, rewşa herî xedar ya ku însan tê de ye derdibe.
Çarçek: Mehneya egîtiyê dide der.
“Bawer nedikir mêr bike mêr kir îca dewa mêrê çarçek dike.”
Dewbir: Giş, bi tevahî.
“Pezê xwe bi dewbirî firot.”
Biryan: Ev peyv li Bedlîsê herku navê xwarinek be jî li devera Varto bi wateya qewl e.
“Biryana me heye, ew nikare ji soza xwe were xarê.”
Şoderb: derbeya herî xedar, ya bi yekcarî tê lêxistin û bêtirîn bi hukum e.
Teşenekî: Birîn ku neyê dermankirin dikeve rewşeke xedar. 
“Birîn teşenekî bûye.”
Sûka sar: Sûka ku xalî ye, kes lê tune.
Sikûsar: Mala kes tê de tune.
Kapê çik: Ji bo rewşa bi wîze tê gotin; însanên bi qewet, yên amade ji bo rewşa xwe dibêjin, “ Ez wekî kapê çik im, amade me.”
Hêş: Wateya peyvê nêzî peyva “eksen” ya di tirkî de tê bikaranîn e.” Hay ji hêşa gurz hebe xirab bi cî neke.”
Mexso: ewan.
çiçik: Ji bo hinavên zarokên keç yên piçûk tê gotin.  
Memik: Ji bo beşê bedena keçikên azev.”Memkên tolê sêva tal e.”
Bistan: Bo hinavên pîrejinan.
Pêsîr: Bo jinên bi zarok, ji bo memikên bi şîr tê gotin.
Guhan: Bo hinavên ajalan tê gotin.
Zîstan: hemle(Zî/jî: Jiyan. Zîstan: Ciyê jiyînê. 
Hurcahil: Ev biwêj wateyek felsefîk dihewîne. Kesên ku ji bêhemdî nezan mane lê azad tevdigerin, qanûnên civakê ji xwe re nakin xem, ji bo wan kesan hurcahil tê gotin ku yek ji wan biwêjan e ku ez bi xwe jî bikartînim gelek jê hez dikim.
Şelpate: Ji bo guhên ajalan yên dirêj, fireh û li ba dibin tê gotin.(Wekî nîşeyekê bêjim ku di xebatek ji bo zarokan de min wekî nav daye qerekter. Navê qerekterê din jî qaqot e)
Qaqot: Tasa serî.
Aşobaşo: Axaftina kesên nexweş yên ji xwe bêhay.
Vîzalvîzalî: Halê parçebûyî yê cil, paçik, şelt...
Danavî: peza ku nehatiye dotin, bişîr hatiye hiştin.
Hozor: Şivên ter, yên nerm ku pê sivî(zembîl) tê çêkirin.
Şût: Dirêj, bilind.
Ji keçikên bejinbilind û zirav re, şûtê, ji xortên bejinbilind û zirav re şûto tê gotin.
Şûtik: ji keçik û lawikên piçûk re tê gotin: Tu li min û eva/evê şûtik binihêre!
Çakil: qance
 
cihanacirokan@hotmail.com  
 



Hin Nivîsen Nivîskar

Dema mirov bibêje însan ava çem û kaniyan disekine

  • 15 Tebax 2013

Xweda însan bi tercîh afirandin, vîna însan azad kir. Di dema Hz.Mihemed de, serê gotinê binê gotinê “însan” bû. Di têkoşînên...

Rewşa cîhanê û rabirdûya edebiyatê

  • 05 Kewçêr 2008

 ‘’Halê cîhanê ne tu hal e’’ di jiyana rojane de ,wekî encam,wekî gotina serî li her tiştî bigire hûn vê gotinê dibihîzin.Ger...

Diayên zarokatiyê

  • 05 Adar 2008

Rojek ji rojên zivistanên Serhedê bû. Heft salên kûr û dûr mabûn li dû min! Belê, heft salên kûr û dûr lewre wê çaxê min...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelata Hrant Dink a Navneteweyî li benda pêşniyaran e

ad

Di Kûpaya Ziraatê de maçên Çarîk Fînalê

ad

Di hefteyekê de tiştên di Radikalê de qewimîn

ad

Azadiya Welat bi we re ye

ad

'Gazete Duvar'ê xatir xwest

ad

‘Serkêş’a Cihan Roj

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname