Diyarname
Lîstikvana navdar a ji DYA'yê Halle Berry, li Los Angelesê di kişandina fîlmê xwe yê dawî de birîndar bû, kişandina fîlm hat rawestandin.
Halle Berry di fîlmê "The Hive" de dilîst. Di dema kişandina sehneyên aksiyonî de ew ji ciheke bilind li erdê ket û ew rakirin nexweşxaneya Cedars-Sinai ya Los Angelesê.
Tê gotin ku serê wê li betonê ketiye lê heta niha rayedaran der barê tenduristiya wê de tu agahî nedaye.
Kes nizane rewşa lîstikvana xwedî Oskarê çawa ye. Halle Berry ya 45 salî di fîlm de rola kesek ji 911'an dilîst ku ji bo alîkariya keçikek serê wê di belayê de ye bike di nav tevgerê de bû.
Halle Berry di sala 2008'an de wekî "Jina herî seksî ya dijî" hatibû hilbijartin.