Ji derî kurdan kesên demokrat û humanîst heya niha mafê zimanê zikmakî parast in. Cemetê derbir ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e. Lê xwe ji pirsekê nekirin; yên mamoste wê kî bin? Mirovên çawa bin? Li gorî cemetê ew pirs muhîm bûn. Bi gotineke din niyeteke wisa li meydanê ye; ku ger kesên ders bidin merivên me bin mesele nîn e!
Beşek civaka tirk ku ne siyasî ne, ji bawermendiya xwe nikarin mafê zimanê zikmakî înkar bikin. Ev beş bi xwendinên bi raz re tirsa parçebûnê didin pêş lê tundraw in. Beşek din heye ku ew rasterast xwe li dersên jiberkirî digirin. Xwe wekî nîjadperest nabînin lê hewl û sekna wan nîjadperest e. Ew xwe kesên bi esil yên xwedî welêt dibînin. Gelek ji wan xwe şoreşger dibînin. Bi peyva “împeryalîzmê” re serî diavêjin xewê bi peyva “împeryalîzmê” re çavên xwe vedikin. Lê mafê perwerdehiya zimanê zikmakî tirsê dixe dilê wan!
Ew bi navê berjewendiyên welêt her qalibên jiberkirî derdibin. Elîminek wan ya din heye ku li gorî wan çi qerar bê dayîn an jî gav bê avêtin divê bi destê wan be! Karekterê pergala li vî welatî ya kevnare bû. Heger komînîzm jî bihata vî welatî ê bi destê wan bûya.
Ji metirsiyan jê yek jî ew e ku ger kurmancî bibe zimanê perwerdehiyê ê tirkî xisarê bibîne an jî têkiliya kurdan û tirkî qels be. Ji ber ku hemî angaşt hincet in êdî ne hewce ye ku însan bi dû bikeve da bêwatebûna metirsiyan bigengêşe.
Heya niha kurdan û hemî derdor û kesên demokrat, yên mexdûr bi gavên rewa re hin mafê xwe xistin pratîkê. Lewre wextê însan derbarê “pakêt”ê de difikire divê têgeha “rewabûnê” bêtir bifikire welat bi wî awayî bêtir bi pêş ve diçin gavên demokratîk bi cî dibin.


