logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ji bo Weşanên Zîz û weşanên din ên kurdan

  • Dîrok: 08/12/2023
25 sal in ez ji bo çapemeniya kurdî kedê didim ku parek mezin ji bo pirtûkên kurdî, loma jî kedek mezin ji bo weşanxaneyên kurdî min daye. Min qiruşek ji wan negirtiye.
Çima ez qal dikim? Ez bêjim.
Nivîskar û yek ji edîtorên Weşanên Zîz Şêxo Filîk wê rojê bi vî awayî gotinên pesindana xwediyê Weşanxaneya Zîzê Mem Ararat da: "Me dît ku hûnermedekî bê mal û milk, bê erebe û wesayît hemî sermiyana xwe ne li borsayê, ne li avahîsaziyê û tiştên din lê ji bo weşanxaneyeke kurdî terxan dike. Me dît ku hunermendekî Kurd ne tenê li ser dikê lê hemû...jiyana xwe û mêjiyê xwe bi kurdî saz kiriye. Me dît ku hûnermendek ji mêj ve edebiyatê dixwîne, berhemên edebî dikire, jê hez dike û dişopîne. Hê çi bibêjim nizanim... Hezar şabaş ji wan tesadûfan re ku riya me li rast anî" 
Erê ev gotin rast in. Mem Ararat jî kesekî hêja ye. Dema rewş ev be divê edîtorên weşanxaneya ku kesekî wisa wekî Mem Ararat rê li ber wan, rê li ber weşanxaneyê vekiriye zêdetir kedê bidin ne? Divê zêdetir ji bo ev weşanxane pêş bikeve, bê nasîn kedê bidin ne? Lê na, em berevajî van gotinan tevgerê dibînin.
Çawa? Ez bêjim:
Di nav salek de 3 weşananeyên kurdan vebûn. Ez fikirîm, "Di nav ew qas zehmetiyan de ew gavan diavêjin, em rojnameger jî piştgirî bidin wan, qet nebe nûçeyek li ser wan çêbikin." Bi vî awayî ji her sê weşanxaneyan re min du pirs şandin. Her du weşanxaneyan bersiv şandin, lê hêja Şêxo Filîk piştî çend rojên ez ewiqandim, bersivek wisa da,
"4 malperên din jî pirs şandine, em nikarin bersivê bidin." Kurteya gotinên wî ev e. 
Yanê ji me re dibêje "Emê ji niha û pêde jî daxuyaniyên xwe bidin cihek tenê, ne hewce ye hûn nûçeyên me çêbikin."
REWŞA DINYAYÊ
Li dinyayê rewş ne bi vî awayî ye. Li dinyayê tu weşanxaneyek nabêje, "Bila nûçeya me tenê li cihek/kanalek/weşanek bê weşandin." Ji bo li her derê nûçeyên wan derên kedê didin, pirtûkan dişînin, ligel qunciknivîskar/nûçegîhan/edîtoran dikevin nav têkiliyên taybet, carinan dikevin nav têkiliyên şexsî jî.
Jixwe ger armanc "tenê cihek be" wê çaxê çi pêdivî bi ew qas rojname, malper, radyo û tv'yan heye? Gelo edîtorên Zîzê bi vê yekê nizanin? Min pirs bi piranî kir, ji ber ku piştî ji Filîk bersiv nehat, min ji edîtorê din Mehmed Dîcle re jî pirs şandibûn. Paşê bersiv hat û di bersivê de gotine "bersiva me edîtoran e". 
Ha, ev yek tercih e, edîtorên Zîzê dikarin bejin, "Em tenê agahiyên xwe didin weşanek û hew". Lê ev yek, ew gotina ku hêja Şêxo Filîk kiriye pûç derdixe. Ger Ararat wisa mutewazî be û ev dezgeh dabe ber destên we, û hûn pesnê vê yekê didin, divê hûn jî li gor wê tevbigerin. Yan na, divê hêja Mem Ararat jî bipirse, "ka çima hûn naxwazin nûçeyên me li her derê hebe, hûn tenê bi cihek bi sînor dikin?"
Ma ne hêjayî pirsê ye ku xwediyê weşanxaneyê pirsek wisa bike? 
EDÎTORÊN TIRKAN Û PATRON
Û pirsek din: Mesela edîtorê weşanxaneyek tirkan/almanan/îngilîzan 4 saziyên çapemenî red bikirana û bigotana “em daxuyanî nadin we”, dê xwediyê weşanxaneyê ew li ser kar bihişta?
Bila ev pirs li vir li hewa bimîne û em derbasî meseleya sernavê vê nivîsê, aliyê "weşanên din" bibin.
Mixabin di weşanxaneyên din ên kurdan de jî (îstîsna ne têde) hewlek ku zêdetir pirtûkên wan bêne nasîn tune ye.
Ne daxuyanî dişînin, ne pirtûkek wekî protokol dişînin, ne agahî... Û ne jî bi pere reklamê didin.
Mînak: Gelek weşanxane pere ji nivîskaran digirin û pirtûkan çap dikin. Heta radeyek em vê yekê normal dihebisînin/bihesinîn. Dema tu ji kesekî/e pere digirî û pirtûka wî/ê bi pere çap dikî, tu çima nafikirî ji wî pereyî parek biçûk ji bo reklamê veqetînî. Mesela tu ji wî/ê kesî/ê re bêjî "Binêr, min ew qas pere ji te girt, lê vê jî ji bo reklamê xerc dikim" wê ew kes dilşad nebe? Wê hê zêdetir qîmeta te û weşanxaneya te nizanibe?
Em ji ku hatin ku ne?
Axir, dinya li ser tercihan dimeşe. Kurdekî dikare rabe bêje, "Ez ne kurd im", yek dikare rabe bêje, "Pêdiviya min bi kurdî tune ye, bila zarokên min hînê tirkî/erebî/îngilîzî/almanî bibin bes e". Ma ne? Ev hemû tercih in. Loma weşanxaneyek jî dikare rabêje bêje, "Bila tenê nûçeyên me li cihek derên" û bes. Lê divê nakokî nîn bin.
ÇIMA EZ VAN DINIVÎSIM?
Bi destûra we vê jî lê zêde bikim: Çima ez van dinivîsim?
Çend bersivê biçûk hene:
- 25 sal in bêyî qiruşek ji vî karî bigirim kedê didim ji bo ev ziman li ser lingan bimîne. Û kedê didim weşanxaneyên me, ji bo ku ew jî li ser lingan bimînin.
- Dîsa gelek kesên ku hêja ne, nivîskarên van weşanxaneyan in û divê em nûçeyên wan çêbikin. Mesela Sîdar Jîr nivîskarê Diyarnameyê ye û pirtûkên wî yên nû dê li Zîzê derkevin. Ka emê çawa guh bidin edîtorên weşanxaneyê Şêxo Filîk û Memed Dîcle û emê ji wan re bêjin “em nûçeya pirtûka Sîdar Jîr çênakin?” Mesela pirtûkên Omer Dilsoz, Cîhan  Roj ji Peywendê derketine. Ka çawa ezê ji wan re bejim, "Em nûçeyên we çênekin?"
- Mesela Helîm Yûsivê ku kedek mezin daye Diyarnameyê sibê derbasî weşanxaneyek bibe, ka ezê çawa jêre bêjim "Helîm, ez nûçeya te çênakim?"
Ji nivîskarên Diyarnameyê ji ev ên min gotin bigire heta Çorê Arda, Bedran Dere, Dilşêr Bêwar, Nûdem Hezex, Mîrza Ronî, Aytenxan, Aynur Aras, Kazim Polat, Welat Dilken, Veysel Vesek, Zekî Ozmen… Hemû jî xwedî pirtûk û nivîsan in, û mirinek tune be dê pirtûkên nû li pirtûkên wan ên heyî zêde bibe, ka ez an edîtorên din ên Diyarnameyê dê çi bêjin?
Axir, em dirêj nekin. Bila ev nivîs jî wekî gelek nivîsên din ên min li ser weşanxaneyan nivîsîne li vir be.
***
 
Nivîsa eqeledar:
- 3 weşanxaneyên nû; Di nav rewşa giran de dê çi, çawa bikin?
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji kurdên Başûr pirsek li ser Amerîkayê

  • 22 Kewçêr 2024

Li Başûr gelek kompanî hene. Pêşî mînakek: Serokê TISÎAD'ê (Komeleya Karsaz û Sanayîkarên Iraq-Tirkiyeyê) Nevaf Kiliç wisa gotiye, "Niha nêzî 1500 kompaniyên tirk li Herêma Kurdistanê kar dikin, li temamê...

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • 25 Avrêl 2026

Îro 22'yê Avrêla 2026'an e; roja salvegera Rojnamegeriya Kurdî ye. Vê nivîsê jî îro dinivîsim.  Pêşî pêşgotin: Di vê nivîsê de ezê hin navên kes û saziyan bidin lê bila bê zanîn ku tu derdeke şexsî...

Ez welatek wisa naxwazim!

  • 03 Sermawez 2008

 Nizanim qet hatiye bîra we ku hûn welatekî çawa dixwazin?Hûn rêveberiyeke çawa dixwazin?Yê min her di bîra min de ye. Wê rojê dema min nûçeya...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

PYD'ê belgeya rêveberiya demkî li partiyan belav kir

ad

Di edebiyatê de rexne û rexnevanên kurd

ad

Lîstikên nû li Sûriyê di meriyetê de ne! (Analîz)

ad

Demografiya Girê Spî diguherînin

ad

Êş tişteke wisa ye herhal....

ad

Gelo 'Hawara Botan' kefen çirand?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname