AZÎZ KOYLUOGLU - ANHA
Li Sûriyê piştî bayê 3'yemîn Civîna Cenevê dest pê kir, lê qada şer jî dijwarî gîhaşt asta herî mezin. Cephet El Nusra bi piştgiriya Ehrar El Şam, Fîlek El Şam û hin tabûrên girêdayî Artêşa Azad bajarê Îdlibê xist bin kontrola xwe. Wan hêzan xwe wek “Artêşa Fetih” binav dikin. Ev pêşketin da xuya kirin ku wê di demek kurt de gelek guhertin bibin.
Piştî peymana dinavbera hêzên li ser Sûriyê lihevkiribûn ketin nava nakokiyan û peymana dinavbera wan de hilweşiya rejîma Sûriyê gelek cihên opozîsyona Suriyê ya Sûnî Erebî girtibû, vegerand û opozîsyon jî li ser erdê lewazkir. Di guhertina vê rewşê de rola Îran û Hîzbûlaha Lubnanê hebû. Lê faktora bingehîn hêzên opozîsyona Sûriyê alîkarî dikirin, alîkariya xwe kêm kiribûn.
Di guhertina vê siyasetê Katar û Tirkiyê wek cepheyek cihê xwe girtin. Ji ber rewşa Misirê pişketina grûbê tûndrew yên li Sûriyê Sûdî Erebîstan, DYE pirr zêde alîkarî neda komên li ser erdê şer dikirin. Sûdî Erebîstan û vê rewşê wiha pênase dikirin “pere û çekên em didin dikevin destê grûbên tûndrew”. Divê de jî ne şaşbûn.
Katar û Tirkiyê DAIŞ û Nusra destek dike
Li beramberî ev siyaseta Sûdî Erebistan û DYE, Katar û Tirkiyê hêzên wek DAIŞ, Cephet El Nusra destek kirin. Di encama vê siyasetê de li heremê DAIŞ bû hêzeke sereke û bajarên wek Dêra Zorê, Reqa gelek navçeyan xist destê xwe. Pêşketina DAIŞ bi destê Katar û Tirkiyê bû û divê mijarê gelek zanyarî di ragihandinan de jî hatine weşandin. Êdî pirr zêde eşkere nebe jî ev destek dewam dike.
Sûdî û DYE siyaseta xwe ya Sûriyê guhert
Lê xuya ye ku guhertinek mezin di vê siyasetê heye. Him di siyaseta Sûdî Erebîstan de him jî di siyaseta DYE de li Sûriye guhertinek tê jiyan kirin. Bingeha vê guhertinê ne guhertinên hêzên li Sûriyê ne şer dikine. Hêzên niha li Sûriye şer dikin heman hêzên ku berî niha wan dewletan alînekirina xwe wek hincet wan hêzan dabûn diyar kirin. Piştî Sûdî Erebîstan koalîsyona Erebî avakir û li dijî Hûsiyên Yemen şer da despêkirin, wezna herêmê hate guhertin. Sûdî Erebîstan bi vê operasyonê bîryara zêdetir destwerdana herêmê dayiye.
Nakokiyên hêzan dewam dike
Her çend ji bo li dijî bandoriya Şii-Îran ya Rojhilata navîn hêzên Sûnî xwe pirr belav û lewaz dibînin. Bi tayebet tirsa wan hêzan ya nêzîkbûna DYE û Îran diwarê mijara navikî de pêwîstiya hamleyek dibînin. DYE jî ji aliyekî him dixwaze li ser Îranê bandoriya xwe zêde bike, him jî dixwaze Tirkiyê, dewletên Erebî Sûnî li aliyê xwe bihêle. Lê ev nayê wateya dinavbera wan hêzan de nakokiyên herêmê qediya ne. Iraq, rejima Sûriye, Hûsiyên Yemenê, Hizbûllaha Lubananê herçend hebûna xwe di alîkariya Îranê bibinin jî, bitaybet hinek tasarûfê Îran li Sûriyê û Iraqê ji aliyê wan rejîma jî nayê qebûl kirin. “Îttîfaka Sûnî” jî di gelek aliyan de dinava nakokiyan deye. Sûdî Erebîstan li dijî siyaseta Tirkiyê-Katar ya Misrê neraziye. Xuya ye ev nakokî wê bidomin.
Li ser Sûriyê îttîfakek nû
DYE piştî biryarda hêzên opozîsyona Sûriyê perwerde bike, ev rengekek berfireh yê destwerdana Sûriyê îşaret dikir. Niha ev destpêkiriye. Biryara DYE ya destwerdanê Sûdî Erebîstan û Tirkiyê jî divê mijarê nêzîk kir. Lê ev destwerdana wê heta ku be hêj zelal nîne. Despêka wê Îdlîb bû. Piştî girtina Cisir El Şûx û pêşkiştina ev hêzan ya li erdê wan hêzan berê xwe dan Latkiye ku wek bajarek Aleviyan ne biye hedefa wan hêzan.
Îran û Hizbûlaha Lubnanê çi dike
Li gora hin çavdêran him Hizbullaha Lubnanê, him jî hêzên Îranî hêzên xwe yên li herema Bakûrê Sûriyê kêm kirine û kêmtir dikin. Dîsan li gora heman çavdêriyan jiber wê jî rejîma Sûriyê bê berxwedanî bajarê Îdlibê ji Cephet El Nûsra re berdaye. Ev jî bi têkiliyên DYE û Îranê yên li ser mijara navkî ve giridayî tê şîrovekirin.
Îttîfak ji navê Nûsra nerihete
Hêzan bingehîn îro li erdê li ser navê îttîfaka (DYE,Sûdî, Katar,Tirkiyê) Cephet El Nusra ye. Ev hêz fermî him ji aliyê DYE, him jî aliyê Sûdî Erebîstan û hem jî Tirkiyê ve “teror” tê qebûl kirin. Lê hêzên wek Ehrar El Şam, Fîlek El Şam û hin ketîbên artêşa azad derdixe pêş. Herçend ev hêzan di warê îdeolojîk ve tu cûdatiya wan jî Cephet El Nusra nînbe jî, ji aliyê ev îttîfakê rewa tên dîtin. Niha gelo wê li erdê îttîfak karibê Cephet El Nusra bêbondor bike. Yan wê Nusra wan tabûrên artêşa azad bêbandor bike?
Hêzên ku DYE’yê perwerde kirinê di nava Artêşa Fetih de ne
Hêzên despêkê yên ji aliyê DYE li Tirkiyê û Urdênê hatin perwerde kirin û wek hêzên nerm dihatin binavkirin êdî li erdê şer dikin. Li gora hin çavdêran ev hêzan di girtina Îdlîb de aktîf roj lîstîne û niha dinava “Artêşa Fetih” de cihê digrin. Li gelo ev hêzan nava hêzên wek Ehrar El Şam cih digrin ku wan hêzan radîkalin, yan wek hêzek serbixwe dinava “Artêşa Fetih” de xwe tevger dikin nayên zanin.
Hedef li Bakûrê Sûriyê heremek Sûnî, hedef Heleb!
Gelek çavdêrên siyasî didin diyar kirin hedef ku hedef îttîfaka nû berî Cenev 3 li bakûrê Sûriyê heremek Sûnî avakirine. Ji bo wê jî herçend niha berê wan hêzan li Latkiye be jî esas armanç Heleb’e! Gelek çavdêr kuştina Halit Heyanî ku gelek taxê Helebê kontrol dikir bi vê de didin girêdan. Ji bo wê jî berî niha gelek tabûrên li herema Helebê beşdarî “Artêşa Fetih” dibin.
Armanc hem DAÎŞ hem jî rejîma Sûriyê lewaz kirine dualîte heye
Hedefa îttîfaka nû dualîtiya wê heye. Sûdî Erebîstan û DYE him lawaz kirina rejîma Sûriyê û him jî lewazkirina DAIŞ hedef dike. Lê li berambera wê Tirkiyê û Katar bi tenê lewazkirina rejîma Sûriyê hedef dikin û hebûna DAIŞ wek metirsiyek ji bo xwe nabînin. Ev jî dinava wan hêzan de nakokiyan çêdike.
Metirsî li ser Kurdan heye
Bihêzbûna wan hêzên radîkal yên wek Ehrar El Şam û Cephet El Nusra li ser herêmê Kurdî metirsiyek mezin dide avakirin. Bi taybetî taxê Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di encama operasyonek li ser Heleb wê çi bixwere bînê ne diyare. Lê xuya ye Kurdan jî li beramberî wan guhertinan amadekariyên xwe kirine û ji bo rewşên awarte amade ne.
ANHA