HESEKÊ
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê belgeya di derbarê projeya rêvebiriya demkî de li rêxistin û partiyên siyasî yên bajêr belav kirin.
PYD’ê li bajarê Hesekê belgeya di derbarê projeya rêvebiriya demkî de li rêxistin û partiyên siyasî yên kurd, ereb û asûriyan yên bajêr belav kirin. PYD'ê ji rêxistinan xwest ku belgeyê binirxînin, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin. Di vê çarçovê de şandeyeke PYD'ê çû serdana navenda Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê û navenda Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) baskê Nesredîn Brahîm û belegeya di derbarê projeya rêvebiriya demkî de pêkêşî partiyan kirin.
Di hevdîtinên partiyan de endamê meclisa PYD'ê Şêxmûs Ehmed, endamê Komîta Navendî yê partiya Yekîtî Izedîn Xelef û endamê Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hekem Xelo û endamê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Beşîr Evdilqadir axivîn û bal kişandin ser girîngiya rêvebiriya demkî li herêmên Rojavayê Kurdistanê.
Ji ANHA'yê hatiye girtin