logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ji bo weşanên kurdan çend gotin

  • Dîrok: 17/04/2023
Di vê nivîsê de emê berê xwe bidin çand weşanên kurdî/an. Min zûde nivîsîbû, erdhej ket navberê min dest jê berda. Lê wê rojê piştî nûçeya li ser Nêçîrvan Barzanî ez dîsa lê vegeriyam.
Werin yek bi yek, em bi ser mînakan re binêrin. Paşê belkî tiştin lê zêde bikin.
K24 - SEROKA NAVÇEYEKE AMEDÊ
K24 li Amedê bi Seroka Rêxistina AKP'ê ya Yenîşehîra Amedê Nûpel Kaya re axiviye û nûçe bi ser navê "Rêvebereke AK Partiyê: Mafê zimanê zikmakî dê di Destûra Bingehîn de cih bigre" (1) weşandiye.
Dema mirov ji dûr ve li vê sernavê binêre, dê çi tiştek xweşik bê ber çavên mirov ne? Lê ne wisa ye. Çima? Çimaya vê ev e: Partiyeke muxalefetê vê bêje tuyê bejî wele xweş dibêje, lê partiyeke ku 21 sal in desthilatdar e û hê jî di vî warî de gav neavêtibe vê bêje tuyê çawa bawer bikî?
Helbet ger mirov hay jê hebe ku AKP 21 sal in desthilatdar e mirov bawer nake, lê K24 ji me re nabêje ku AKP ev 21 sal in desthilatdar e û heta niha tiştek wisa nekeriye; ji niha û pêde dê çawa bike? Dîsa di nûçeyê ji xanimê jî napirsîne, ku "Ev 24 sal in we çima nekir?"
Ev aliyek meseleyê, aliyê din jî, em bibêjin ji hikumeta 21 salî be jî ger cîgerê serokwezîr/serokomar vê yekê bibêje, yan jî em bibêjin cîgerê serokê giştî vê bibêje qîmetek wê heye, lê li bajarekî û li wir jî seroka navçeyek ku tu giranî û qîmeta wê li asta jor nîn e vê dibêje.
Ma ev dibe nûçe? Li gor K24 nûçe ye, lê li gor me, na. Tiştê hatiye kirin tenê rêya propagandaya partiyek e. Ha, ger pirsên li jor me rêz kirin jî bipirsiya, bersiva wan jî bida, wê çaxê dibû nûçe. Lê niha, ne nûçe ye.
RÛDAW - MERAL AKŞENER
Rûdawê (2) bi sernavê "Meral Akşener Diyarbasir'da: İyi Partiyi Kurtler ve Turkler kurdu!" (Akşener li Amedê: Kurdan û Tirkan Îyî Partî avakiriye) nûçe weşandiye.
Nûçe ji serî heta binî gotinên Akşener in. Tu dibêjî qey ne nûçe, lê bultena partiya wan e. Bultenê bigirin raste rast biweşînin wê ew qas ne xweşik be. Kesê Akşenerê nas neke û bixwîne dê bêje çi xanimek hêja ye, binêr qala kurd û tirkan dike, lê nûçe qet xwendevanan nabe paşeroja wê, qala Akşenera berê nake û Akşenerek xweşik nîşanî xwendevanên xwe dide.
Ji bilî vê Akşener gotiye, "Kurdan, tirkan, zazayan". Yanê kurd jî parçe kirine, lê di nûçeyê de rastkirina vê jî nîn e. Loma Rûdaw di vê nûçeyê de bûye bultena İyi Partî û pîroz be.
BOTAN TIMES Û WEZÎRÊ TIRK
Helbet kêfa min hat malpereke din li malperên kurdî zêde bû. Tam di nav vê kêfê de malperê twitek belav kir, "Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê got 'ser çavan'."
Ev çi ye? Çi zanim Botan Timesê belav kiriye. Em ditikînin, nûçeyê dixwînin, mesele fêm dibe: Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê beşdarî bernameya TRTKurdî bûye (jixwe hûn  dizanin ev kanal jî kanalê propagandayê ye) û berî dest bi axaftinê bike bi kurdî gotiye "Ser çavan". Tenê ev. Ne zêde, ne kêm. Û Botan Timesê jî ev wekî nûçeyeke flash belav kiriye, û twit kiriye. (Piştî çend rojan Botan Timesê twita xwe jêbir)
Kesek dema vê nûçeya Botan Timesê bixwîne dê bêje "Her bijî wezîrê me, bi kurdî jî axiviye". Lê Botan Timesê negotiye bi saya vî wezîrê gelek şaredariyên kurd niha bi kayûman têne birêvebirin. Mesela negotiye li Şaredariya Batmanê piştî ku kayûm hat tayînkirin (ku sûcê şaredar jî nîn e û şaredarê ji peywirê hatiye girtin niha li mala xwe ye) hemû xebatên kurdî hatin rawestandin.
Ger malper di nûçeya xwe de vê, yan jî paşagahiyan bide emê fêm bikin ku nûçeyeke rast saz kiriye, lê bêyî van paşagahiyan em bi rehetî dikarin bibêjin ev tiştê ku wan kiriye ne nûçe ye, belkî propaganda be. Kîjan edîtorî, çima tiştek wisa kiriye em nizanin, ne hewce ye em bizanibin jî. Axir kirin û gotin li holê ne.
ABORÎ-BURSA-AMEDSPOR-EKER
Nûçeyeke me ya din ji Aborî ye. Aborî li Amedê malpereke bi tirkî ye. Nûçeyên li ser aboriyê belav dike lê nûçeya niha mijara me ye, meseleya êrîşa li hemberî Amed Sporê ya li Bursayê ye. Mebûsê AKP'ê yê Amedê Mehdi Eker gotiye, "Dema provakasyona li Bursayê gelek bi wate ye" (yan jî "gelek balkêş e")
Aborî nûçe ji malpereke din girtiye û belav kiriye. Eker gotiye, "Em van dîmenan (Qest jê dîmenên êrîşê yên li Bursayê yên li dijî Amed Sporê derketine holê ne) qebûl nakin û bi şîdet şermazar dikin."
Baş e Aborî qet bibîrxistinek kiriye? Na. Mesela di sala 2016'an de Amed Spor dê ligel Sivas Belediyeyê bilîsta û li nava bajarê Sêwasê otel nedan Amed Sporê ku li wir bimînin, roja din herin maçê. Amed Spor ji mecbûrî 35 kîlometre dûrî bajêr li cihek bi cih bû, roja maçê bi hezar zehmetiyan raste rast çû stadê. 
Li Enqereyê êrîşê reveberên Amed Sporê, ew birîndar kirin. Dîsa di van salên dawî de her hefte ji bo Amed Sporê biryara "qedexeya deplasmanê" didin. Rojek Eker, yan jî ji partiya wan kes rabûye dijî van kirinan derketiye? Na. Baş e, Aborî ev aniye ziman yan na? Dîsa na. Wê çaxê me çi ji nûçeya wan fêm kir?
SEROKÊ HÊZÊN ÇEKDAR-BARZANî-RÛDAW
Nûçeya me ya dawî ji Rûdawê ye ku nû derket. Bi xêra vê nûçeyê ez carek din li notên xwe vegeriyam. Wisa dest pê dike nûçe, "Di merasima mezûnkirina du tumenên girêdayî Wezareta Pêşmergeyan de Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî, "Ji bo sazîbûna Herêma Kurdistanê xurtir qewîn bibe û demokrasiya wê xurtir bibe emê hêzên Pêşmergeyan bikin hêzek yekbûyî ya neteweyî." (4)
Çi gotinên xweşik, ne. Lê em vê dizanin, DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ev çend sal in ji her du partiyan (PDK - YNK) re dibêje pêşmergeyan bikin yek lê tiştek tune ye. Herî dawî DYA'yê ew tehdîd kirin, got, hûn hêzên xwe nekin yek emê butçeya alîkariyê bi ser we de bibirin. Hê jî nekirine "yek", hêzek yekbûyî saz nekirine. Dê kengê bikin? Em nizanin ji ber ku di nûçeyê de agahiyeke wisa nîn e. 
Ji meraqa yekirinê wêdetir, meseleya me ya niha, madem "Hêzên Çekdar ê Kurdistanê" heye ku ji vê em hemû Herêma Kurdistanê fêm dikin, û ew jî serokê wan e, wê çaxê pirs di serê me de dertên hoLê: Dema ji Kerkûkê reviyan jî, dema ji Şengalê reviyan jî ev Hêzên Çekdar hebûn û serokê wan hebû. Wê çaxê divê me hesab ji serokê wan bipirsana ne? Yanê ne tenê partiyek, axir ê hemû Kurdistanê ye. Nûçe ji me re dibêji yê hemû Herêma Kurdistanê ye û em jî dipirsin, çima li van bajar û navçeyên navborî vekişiyan û sûc xistin stûyê partiyek tenê? Nûçe pirsek wisa dike? Na. Nûçe tiştek wisa dipirse? Na. Di rojeva çapemeniya me de tiştek wisa heye? Na. Ma ew qas "na" jî serê me diêşînin.
ENCAM
Li hemû dinyayê bi agahiyên rast, zelal, bi agahiyên ku bersiva pirsên di serê mirovan de zelal dibin weşan têne kirin. Welatên ku çapemeniya wan pêşketî be, pirsên rast bike, agahiyên rast bide ber xwendevan/guhdar/temaşevanên xwe ew welat pêşdikevin. Lê li welatên ku çapemeniya wan ne tu çapemenî be? 
Em van pirsan jî bikim: Çapemeniya me çima wisa dike? Bi rastî dizane çi dike, yan nizane, ji nezaniya xwe dike? Mesela Rûdawê nûçeya Meral Akşener neda dê çi biqewimiya? Hîç! Dê kesî biçûya bigota "Çima we nûçeya Akşener neda?" Na!. Wê çaxê çima? 
Mînak Aborî ew nûçe ji malpereke din negirta û belav nekira dê çi yê wê kêm ba? Qet!
Yan jî Botan Timesê ew nûçe belav nekira, ma dê ji wezaretê lê bigeriyana û bigota we çima belav kiriye? Na. 
Welhasil halê çapemeniya me ev e. De êdî wê halê me çi be, ez nizanim.
1-
https://www.kurdistan24.net/kmr/story/62365-R%C3%AAvebereke-AK-Partiy%C3%AA:-Maf%C3%AA-ziman%C3%AA-zikmak%C3%AE-d%C3%AA-di-Dest%C3%BBra-Bingeh%C3%AEn-de-cih-bigre
2-
https://www.rudaw.net/turkish/middleeast/turkey/210120239
3-
https://www.ekoabori.com/guncel/ak-partili-eker-bursadaki-provokasyonun-zamanlamasi-manidar-131833.html
4-
https://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/040420233
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Şanoya kurd çi dike û xîtabî kê dike?

  • 05 Tebax 2008

 Di nav kurdan de şanoya kurd heye?Helbet dê şanogerên kurd bersiva vê pirsê bidin. Ez dixwazim li ser çend vê yekê çend xalan pêşkêş bikim.Li...

Dogu Ergîl û pirsgirêka kurd

  • 30 Avrêl 2006

 Ez bawerim hûn Dogu Ergîl nas dikin. Ergîl, di salên 90'î de li ser navê TOBB'ê raporeke bi navê "Pirgirêka Rojhilat, teşhîs û tesbît" amade...

Rêberekî kurd çû Çînê û hevdîtin pêk anîn

  • 18 Berfanbar 2020

Belê mesele ev e, roja 17.12.2020'an rêberekî kurd ku çavkaniyê nehişt ez nav eşkere bikim çûye Çînê. Li gor çavkaniyê rêveberên...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî' li benda we ye

ad

Blok 'Kongre'yê ava dike

ad

Tirkiye derket nîv fînalê

ad

Çi eleqeya fûtbolê ligel Cindy Crawford heye?

ad

Li ser komkujiyê belgefîlmê “Niştimanê Çîrokan” hat nîşandayîn

ad

NEWROZ...

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname